Berdewamiya têkoşîna serkeftinê

Piştî vegera me ya ji başûrê Kurdistanê, min di derheqê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de, çavderêyên xwe bi xwendevanên Basnews re parve kir. Gava min dest bi nivîsê kir bîranîneke min a dema zaroktiyê, ez birim salên 1970î. Wêneyên wan salan di mêjiyê min de weke rêzefîlman bîranîn geş kirin. Ji wan rojan heta niha nakokiyên civakî, guhertina jiyana civakî û tofanên bi serê me de derbas bûne di ber çavên min de xuya bûn. Em ji ku hatin ku.

Di 1972an de, li gundê Xirûcê (Pasûr-D.bekir) ez diçûm pola sêyem. Rojeke payizê, meha îlonê, di nav gund de nûçeyekê deng da: Kurê Hecî Mihemed hatiye! Ji mala "Bedew"an burokratek derketibû û di wezerata derve ya Tirkiyê de kar dikir. Biqasî tê bîra min A. Bedew li Baxdayê di seferata tirkan de karmend bû. Demeke dirêj bû li xêrîbiyê bû. Ji ber wê yekê dîtin û sohbeta wî bûbû mijara meraqê. Lê belê meraqa me zarokan jî ne kêmî ya mezinan bû!

Em ji mektebê derketin hatin malê, bavê min got: "Rabe emê herin mala Hecî Mihemed, kurê wî hatiye." Em çûn mala Hecî Mihemed, min dît ku hemû gundî li gel wî camêrî rûniştine û jê pirsan dikin. Civat germ bû. Em zarok jî li ber derî li ser çokan rûniştin û bi balderiyeke mezin me civat gohdar dikir. Camêr karmendê dewletê bû û xwedî erk bû. Demekê şûn de kalemêrekî bang kir got: Ka wê radyoya "kurmancî" vekin em "hawadîsan" gohdar bikin. Radyo vebû û dengê Keremê Seyad li odê belav bû. Giraniya nûçeyan di derheqê şoreşa îlonê û Mela Mustafa Barzanî de bûn. Dengê Xarabetê Xaço û nûçêyên rojê rûyê gundiya ronî dikir. Piştî bername qediya gundiyekî ji A. Efendî pirsî; "A. Efendî tu ji Baxdayê teyî, ev hadîseya Mela Mustafa Barzanî çiye? Divên bûye xwedî dewlet, teyarên wî hene, tank, top û leşkerên wî hene, ev 'xeber' rast in an na?"

Camêr A. bi balderiyeke mezin li kesên di odê de kom bûne nihêrî û dest bi axaftina xwe kir: "Belê, ew tiştên hûn dipirsin hemû rast in. Tanq, top, esker û balafirên wî hene, firokxane û qeweteke wî mezin heye." Rûyê kalemêran ronî bû, bi ken di nav xwe de dest bi şîroveyan kirin.

Me bi aqilê zarokatiyê, tiştên ji şevbêrka gundiyan dibihîst şîrove dikir û bi zarokên gund re parve dikir. Kelecanî, hêvî, hîsiyata "dewleta me" coşiyeke mezin dida me. Bi kelecaniya zarokatiyê, me dizanibû li ‘binxetê’, li rojhelat, li başûr beşên welatê me, hemwelatiyên me hene. Çîrokên sînornenasan ku ji wan re digotin "qaçaxcî" me pirî caran gohdar kiribû. Qala Baasiyan, Şah Rıza Pehlewî, Hafiz Eshed dihat kirin. Gava navê wan dihat gotin weke qala keftarekî bikin awurên xwe tirşo dikirin. Me fam dikir ku ew kesên hanê û dewletên wan neyarên me ne. Li xwişk û birayên me zilmê dikin.

Dem derbas bû, sal li pey salan pêl da. Şoreşê, bi peymana Cezayîrê derbeyeke mezin xwar û paş ve vekişî. Êrîşên siyasî, rexneyên bê bingeh dest pê kiribûn. Ez  wê demê diçûm dibîstana navendî, rojekê mamosteya me Nurten Baltacı di dersê de, rexne li siyaseta Emerîka girt û qala bêbextiya dewletên emperyalist kir, pişt re axaftina xwe anî ser şoreşa 1975an û îxaneta Emerîka û Şahê Îranê. Pişt re rexne li Mela Mustafa Barzanî kir ji ber ku bi wan re tevgeriyaye. Ji nişka ve ez ji cîhê xwe rabûm û destûra axaftinê xwest, mamoste ji min hez dikir. Got; "Fermo Can tu dixwazî çi bêjî?" Min bi kurtayî got: "Mamosteya min Mela Mustafa Barzanî serokê me ye, jê re tiştekî nebêje!" Li min nihêrî û keniya: Got: Temam! Ez têgihîştim, rûnê cîhê xwe!

Dem derbas bû, di 1976an de, min li Amedê dest bi lîseyê kir. Bi piştgirî û alîkariya hevalan pêşmergeyên birîndar, li hinek malan hatibûn bi cîh kirin. Gelek pirsgirêkên wan hebûn. Nasname, derketina derveyî welat û vegera başûr. Dermankirina birînan û problemên ewlekarî û debara jiyanê gelek zehmetî bi xwe re dianîn. Cara yekem me ew kesên ku me ji wan re digot "apo-xalo" ku egîdên xewn û xeyalên me bûn, me didît. Pêşmerge bûn, xwedî nav û deng bûn. Pirî caran hevalan bangî me dikir û digot: "Vî apê xwe" an jî "xalê xwe bibin nexweşxanê bila doktor wî mûayane bike û dermanê wî bigirin." Li nexweşxaneyan doktor û kesên welatparêz bi hişmendiyeke netewî alîkarî dikirin. Me ji pêşmergeyên birîndar re li ser navê apê xwe, xalê xwe derman peyda dikir… Me baş dizanibû karê em dikin karekî pîroz û xebateke netewî ye, bi kêfxweşî û bi kelacaniya xortaniyê, me erka xwe bi cîh dianî!

Mizgîniya şoreşa Gulanê, careke din bayê hest û hişmendiya netewî geş kir. Li seranserê Kurdistanê bayê şoreşê belav bû. dewletên dagirker him bi hev re, him jî di nav xwe de ketin taya mirinê. Ji bo pêşî li doza Kurd bigirin defikên nû çêkirin. Bi tovê îdeolojî û cûdahiyên vala neqep xistin nav hêzên Kurd. Bi bertek û aloziyan rê li ber organîzasyonên tarî vekirin. Di bin navê "manîfesto" û "têgihiştina riya rast" de tevna civata Kurd serûbin kirin. Wezîfedarên tirk careke din weke "keyayê siyasî" bûn rêber û desthilatdar. Ji bo berjewendiyên dewlet û netewa xwe birînên civata Kurd xurandin û nakokiyên hene li hev zêde kirin. Di wê demê de bi giranî li dijî Mela Mustafa Barzanî û Qiyada muwaket êrîşên îdeolojî û dijmînatiyek hebû. Ew derûdora ez bi wan re tevdigeriyam li dijî wan êrîşan weke mertalên zîndî tevdigeriyan û helwestên siyasî yên tund nîşan didan. Nameya naveroka wê li ser gilî û gazinan bû û bêbextî, rûreşî û xayintiya bi gelê Kurd re hatibû kirin dianî ziman weke benîşt li ser zimanê wan bû. Di kovar û rojnamên xwe de digotin: "A ji we re belgeya îxanetê!"

Iraq û Îran şerê navxwe anîn li ser axa Kurdistanê domandin. Pêvajoya Enfalê bi qirkirina 182 hezarî di dîrokê de cîh girt. Mirovahî li ber çavên "dinya medenî", bi piştgirî û alîkariya wargehên "demokrasî"yê careke din li Halepçeyê hat kuştin. Dîrokeke bi xwîn, bi êş û elem, jiyaneke di bin bomberdiman û jenosîdê de, di nav gola xwînê de vejîyaye!

Ji 1980î û vir ve, ba û bahozek bê sînor bû sedema tofaneke mezin. Partî, rêxistin û rewşenbîrên bakûr di nav toz û dûmana tirsê de berê xwe dan "binxetê". Kîjan partî û rêxistin çû Şamê û ava wir vexwar, bihevketin, şerê hev kirin, bûn du perçe, hevdû bi tirsonekî û li dijî şoreşê tawanbar kirin. Perçe bûn dijîtiya hev kirin. Lê çi hîkmet bû hemû alî dawiya dawî çûn Ewropa. Li xerîbiyê nakokiyên nav wan her çû kûr bû û bi salan silav li hev qut kirin. Di 1983an, 1 Gulanê hêzên dewleta tirk êrîş birin ser wargehên pêşmergeyan. Kuştin, birîndar çêbûn. Dewletên dagirker di nav xwe de peymanên derbasbûna "sînoran" çêkirin.

1984-1990î pêvajoyeke din li bakûr dest pê kir. Destekî kûr rê li hemû newal, çem û rûbaran girt û berê potansiyela welatparêzan ber bi bendaveke gerînek ve kir. Pêvajoyeke bi xwîn, bi kuştin û bê pivan dest pê kir. Salên 1994-2000î, pişt re guhertina meqesê çêbû. Çîrokên biratiya gelan, benîştê aştiyê, nexşerêya xwelîseriyê jiyana me xemiland... Vê projeyê bandoreke xirab li civata Kurd kir û tevna civatê serûbin kir. Demsalê tirsê li seranserê bakûr desthilat bû û rê li ber hestên netewî girt. Ez hêvî dikim bayê referandûmê ya serxwebûna Kurdistanê wê rê li ber demsala netewîbûnê veke!

25 îlonê careke din weke tîrêjên rojê rastiya jiyanê raxist ber çavan. Oldar û çepgirên netewên serdest, dewletên dagirker û gelên wan helwestên xwe yên rasteqîn nîşanî gelê Kurd dan. Ew hêz û qewet di bin kirasê "dostanî"yê de derdiket ser dikê, di pêvajoya referandûma serxwebûna Kurdistanê de me dît ku hemû gur, keftar û rovî ne! Referandûm ji bo hemû alî û kesan, ji bo hemû desthilatdaran bû kaxizê tûrnesolê! Pêvajoya referandûmê careke din riya rastiyê nîşan da! Gelê Kurd li ser astên berjewendiyên netewî bi helwestên hevpar dikare kirasê dagirkeran lê kiriye biçirîne û zîncîra stuyê xwe biqetîne. Weke pêşiyan gotî "ger hûn nebin yek, hûne herin yek bi yek!" Ev rastiya îro em hemû bûne şahid divê em baş binîrxînin û li gor wê tevbigerin! Ger em bi hestên berjewendiyên netewî di nav xwe de pergalên îtîfaq, dostanî û biratîyê pêk bînin û bi hevre hişmendiyeke netewî derxin pêş wê dost û piştgirên me bê tirs û bê şik hevalbendiya me bikin.

Hêvîdar im rûpeleke nû, zimanekî çêkir, helwestên avakir wê rê li ber demsala Kurdî veke û cih li dagirker û neyarên gelên Kurdistanê teng bike.