Di nav şerma dijayetiya miletê kurd de dijîn!

Mihemed Sanri

Nêrîn, pêkhate û peywendiyên dewleta tirk digel rastiya miletê kurd û Kurdistanê bêguman hêj jî, li ser bingehek, têgihiştineke ya înkar û dagirkeriyê ye di her asteyî de. Ev rastiyeke konkret e.

Di rewşeke weha de mirov piçekê hêvî dike ko, wijdana komalgeyî, rewşanbiriya wê ta radeyekê xwedanê dengê wijdanê, yê hiquq û edaletê be. Lê hîç!

Di prosesa referandumê serxwebûna Kurdistanê de, digel siyaseta çavsorî û înkarê ya dewlet û hikûmeta tirk, akademiya tirkan, dinyaya entelektuel ya tirkan, bawermendên tirkan yêkdest cihê xwe digel dewleta xwe girtin. Tenê çend kesek, ew jî bi wateya ko “ka em guhê xwe bidin kurdan dibe ko zêdetir xizmetê ji me re bikin” hindek tişt gotin, anjî nivîsîn.

Baroya (Sendîkaya Aboqatan) sereke ya tirkan ya Stenbolê berî du rojan bi belavokekê nerazîbûna xwe li himberî hikûmte tirk diyar kir, xwest hikûmet bi kiryar û helwesteke tund li himberî serweriya Kurdistanê bikeve nav bizavê da ko rê nede referandum pêk bihê.

Hemî dezgehên ragihadina tirkan bi uslubeke daketî, rasîst û êrişkar yê ji hemî cewherên mirovahiyê bi dûr, bi awayekî yekdeng êrîşî prosesa referandumê dikin.

Dinyaya akademî ya tirkan ji bo biselimîne/îspat bike ko Kurdistan planek ya hêzên emperyalîst û Îsraîla duyê ye, ji hezar û yek derê argumanên bêbingeh û teorîyên plangeriyê komî ser hev dike û pêşkêşî komelgeha tirk dike.

Misilmanên tirkan, alimên îslamî yên tirkan doza Kurdistana serbixwe wekî plangeriyek ya ciho û xaçperestan ya li himberî ummetê bi nav dikin…

Miletê tirk li himberî miletek yê dixwaze xwe ji nav cehennema enfal, kîmyabaran û terora dewletên tayfegerî û şoven rizgar bike, di nav şermeke weha de dijî. Kêm zêde nêrîna ereb û farsan jî her wesa ye.

Lewma li vir tişta ko wekî nan û av bo kurdan pêwîst e yêkgirtina rûheke neteweyî û kurdistanî ye… Çeka herî xurt ya miletê kurd ev ruh e.

Prosesa referandumê bi her awayî ev ruh şiyar kiriye û rakiriye ser pêyan, divê ev ruh bi dewletê bê xelat kirin.

25-ê Îlonê roja biserketin û tacwergirtina vî ruhî ye.