Mohammed Amîn El-Huseynî | Muftiyê Hîtlerî

Dema me di Sibata 1981ê de li kampeke Filistîniyan ya li Bêrûdê, grûbeke çekdarên Neo-Nazî dît, em şaş û mat mabûn. Ne haya me ji pêwendiyên dîrokî yên di navbera Filistîniyan û Almanyaya Nazî de hebû û ne jî me navê Mohammed Amîn El-Huseynî bihîstibû. Ji bo em bi vê têkiliya li ser dijminatiya Cihûyan bihesin û bingeha vê têkiliyê fêm bikin demeke dûr û dirêj lazim bû.

Mohammed Amîn El-Huseynî di sala 1893an de li Qudsê hatiye dinyayê. El Huseynî li zanîngeha Misrê, Al-Azharê beşdarî dersên Raşîd Rîda dibe. Rîda di destpêka sedsala 19.an de yek ji netewperewerên Ereb yên herî çalak û navdar e. El Huseynî beriya Şerê I. yê Dinyayê li Stenbolê, di xwendingeha eskerî de dest bi xwendina xwe dike. Ku şer dest pê dike, El Huseynî dizivire Şamê û li Şam û Qudsê dest bi belavkirina hizrên netewî dike. El Huseynî dijberekî tund ê li Filistînê bicîhbûna Cihûyan e, panerebîstekî çalak e. Li erdê ku îro dewleta Îsraîl, Libnan, Sûriye û Urdin li ser hatiye damezirandin, stratejiya avakirina dewleteke Ereb dimeşîne. Di wê serdemê de ew erda ku El Huseynî, li serê damezirandina dewleteke Ereb kiribû armanc, di bin desthilatiya Fransî û Îngilizan de bû. Her çi car caran ew û  rayedarên Îngîlîz ji sedema vê armancê û dijberî û dijmanatiya wî ya Cihûyan, dihatin himberî hev jî El Huseynî di 1921ê de ji aliyê rayedarê îngilîz Herbert L. Samuel ve weke muftiyê mezin yê Qudsê tê diyarkirin. Bi vê erkê tesîra wî di nava Filistîniyan de bihêztir dibe. El Huseynî di 1936an de dibe serokê Desteya Bilind a Erebên Filistînê.

El Huseynî di 21ê Hezîrana 1937an de li Konsolosxaneya Alman a li Qudsê û bi rejîma Nazî re pêwendî datîne. Di dumahîka têkiliyan de bi fermana berpirsê sereke yê karûbarên ewlekariyê, efserên Nazî Herbert Hagen û Adolf Eichmann di 2ê Cotmeha heman salê de diçin Hayfayê. Şandeya naziyan li Hayfayê bi El Huseynî re dicive û li ser piştgiriya şerê Ereban  ê li dijî Cihû û Îngilîzan li hev dikin. Li gorî vê lihevkirinê; Dê Ereb li dijî Cihû û Îngilîzan şer bikin û wê Alman jî pere û çek bidin Ereban. Nazî di heman demê de dest bi weşaneke Erebî dikin û misêwa propagandaya ku Cihû, û Îngilîz dijminên hevbeş ên Ereb û Almanan e û ew dê bi hevkariyeke bihêz di navbera Ereb û Almanan ji Iraq, Sûrî, Libnan û Filistînê bêne derxistin.

Muftî El Huseynî di nameyeke ku di 20.10.1941ê de ji Hîtler re dinivîse, ji Hîtler daxwaz dike ku soza Filistîneke Ereb bide. Di Adara 1941ê de di derheq daxwaza Muftî El Huseynî de, ev peyama sekreterê wezareta karê derve yê Almanyayê Freiherr von Weizsäcker  di weşana Erebî ya radyoya Alman de tê belavkirin: “Cihû û Îngilîz dijminên hevbeş ên Alman û Ereban e û Alman û Ereb li himberî wan dijminan hevkarê hev in.''

Tam jî di vê demê de Filistînî bi pere û çekên naziyan şerê li dijî Cihû û Îngilîzan, dest bi êrîşên çekdar dikin. Demeke dirêj di ser re derbas nabe Îngilîz pê dihesin ku El Huseynî bi hevkarî û alîkarîya Almanan van êrîşan organîze dike û dikevin pey wî. El Huseynî ji Filistînê direve, pêşiyê diçe Lubnanê, paşê diçe Iraqê.

Muftî êdî xebatên xwe bi dizî dimeşîne. Bereha xwe ya damezirandina dewleteke yekgirtî ya Ereb berfireh dike û Iraqê jî dixe nav vê konseptê. Muftî di cotmeha 1941ê de li Bexdayê tê dîtin. Ew bêjerkî qenc e, zîrek e. Bi hin taybetmendiyên xwe dişibe wezîrê karên propagandayê yê rejîma Nazî, Joseph Goebbelsî. Ew bi weiz û gotarên xwe di nava Ereban de Hîtler ji bo rizgariya di bin mêtingehkariya îngilîzan de, dike hêvî.

Li gel Muftiyê Qudsê, li Bexdayê neteweperest û nîjadperestekî din ê bi navê Raschid Ali al-Gailanî, heye. Al Gailanî jî bi Nazîyan re di nava têkilîyan de ye û li Bexdayê bi piştgirîya Nazîyan di 2ê Nîsana 1941ê de darbeyeke eskerî pêk tîne. Di 1-2ê hezîrana 1941ê de li Bexdayê tevkujiyek li hemberî Cihûyên Bexdayê pêk tê. Di encamê de 200 Cihû têne kuştin, dikan, kargeh û xaniyên wan tên talankirin. Li ser hewla darbeyê û Tevkujiya Cihûyan hêzên îngilîz ji Besrayê ber bi Bexdayê dikevin rê. Hêzên ezmanî yên Alman bi caran wan bombe dikin, di encamê de hêzên hevkarê Almanyayê têk diçin û hêzên îngîlîz digihêjin Bexdayê û Al Gailanî direve Tirkiyeyê ji wê jî di ser Îtalyayê re derbasî Almanyayê dibe.

Îngilîz li Iraqê jî li pey Muftî ne. Rê li wir jî li ber wî teng dibe û dibîne ku ew dê bê girtin, xwe davêje Balyozxaneya Japonyayê ya li Tehranê. Japon û Alman di Şerê II. yê Dinyayê de hevkarê hev in. Muftî demeke dirêj li balyozxaneya Japonî dimîne û piştî hêzên Îngilîz û Ûris dikevên Îranê, bi alikariya Japoniyan di Çiriya pêşîn a 1941ê de xwe digihîne Îtalyayê. Îtalyaya di bin desthilatiya Musolînî de, hevkarê Almanyayê ye û Muftî êdî di ewlehiyê de ye.

Armanca Muftî  dîtina Hîtler e

Muftî demeke kurt li Îtalyayê dimîne û axirê digihêje Berlînê. Li Berlînê weke mêvanê taybet ê Hîtler tê qebûlkirin û wilo miamele û xizmet jê re tê kirin. Nivîsgehek jê re tê amadekirin, budçeyek bo wî tê veqetandin.

Muftî El Huseynî piştî çend hevdîtinên bi rayaderên rejîma Nazî re, axirê di 28.11.1941ê de ji aliyê Adolf Hîtler ve tê pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina bi Hîtler re, Muftî dertê sefera Balkanê. Ew temamê wan ji Misilmanên Bosna, Arnawudistan, Kafkasya û Qirimê bi navê  Handschar -Xencer- 13. Lîvaya SS ava dike û vê lîvayê bi koordînasyona bi ordiya Alman re li Balkanan li gel Almanyayê dixe şer. Li gorî hin agahiyan hejmara Misilmanên li gel Almanyayê şer dikin digihêje 300.000î. Hêza Xencer li Balkanan li dijî Cihûyan û hêzên Tîtoyî li ser navê Rejîma Nazî, şerekî dijwar dimeşîne. Eskerên misilman paşê li hemû enîyên şer beşdarî şer dibin. Muftî jî geh li eniya şer, geh li qad û camiyan, waizan dide, Rejîma Nazî ji bo Misilmanan weke parêzvanekî nîşan dide. Li aliyekî rêgiriya çûna Cihûyên ji şer direvin a Filistînê ye, ji aliyê din ve jî piştî şer bi alîkarîya Nazîyan damezirandina dewleteke Filîstîn ku Qudis paytexta wê be, armanca wî ye.

Lê hisabê Muftî û rastîya şer hev negirtin. Di hefte û rojên dawî yên şer de dê ev gotin ji devê Hîtler derketa: ''Cîhana Îslamî bi coş li hêviya serkeftina me bû. Me dê bê qasî berjewendî û berpirsiyara me li ser me ferz dikir, ji bo alîkarîya wan her tişt bikira.'' Bêguman dema ev gotin ji devê Hîtler derdiketin, ne wî bawer dikir ku ew ê karibe di vî şerî de biserkeve û ne jî ew ê bikaribe alîkariya 'Misilmanan' bike. Rê rojane li ber Hîtler û hevkarên wî teng dibû. Li alîyekî Hêzên Hevpeyman ku Amerîka û Îngilîz serkeşiya wan dikir, li alîyê din Hêzên Sovyetê derbên giran li ordîya Alman dixistin û ji Rojava û Rojhilat ber bi Berlînê ve dimeşîyan. Muftî dawîya şer dibîne û direve Swîsê. Rojek berîya dawî li şer bê, di 8.5.1945an de li Swîsê tê girtin û wî teslîmî Fransîyan dikin. Muftî piştî du hefteyan bi pasaporeteke sexte ji Fransayê der tê, diçe Misrê û xwe davêje Qral Farûqî.

Rola Muftî di tevkujîya Cihûyan de

Muftî El Huseynî piştî ku dizivire Misrê jî xebatên xwe yên ji bo damezirandina dewleteke Filistînî didomîne. Di  22ê Îlona 1948an de ji bo Xezzayê serxwebûnê îlan dike. Serxwebûna Filistînê ji aliyê Misir, Libnan, Sûrîye, Iraq, Yemen û Erebîstana Siûdî tê naskirin. Lê serxebûn ji dervayî Filistînê hatiye îlankirin û bêfonksîyon e. Cemal Abdulnasir di 1959an de dawî li vê serxwebûnê tîne û Muftî jî ji Misrê diqewirîne. Muftî li Bêrûdê bicîh dibe û di 4.6.1974an de li wê derê dimire.

Navê Mohammed Amîn El-Huseynî ku di dema Nazîyan de weke Muftîyê Mezin hatiye binavkirin, li Almanyayê jî zêde nedihat nasîn. Lêkolîner niha li ser rola wî ya di tevkujîya Cihûyan de lêkolînan dikin.

Serokwezîrê Îsralê Benjamin Netanjahu di axaftina xwe ya di 21ê Cotmeha 2015 de rola Muftî El Huseynî di tevkujîya cihûyan de weke roleke sereke binav kir. Li gorî Netanhahuyî Muftî Hitler ji bo kuştina Cihûyên di kampên Nazîyan de îqna kiriye, da ku ew Cihû rojekê nezivirin Filistînê û li serê Ereban nebin bela.

Divê bê gotin ku van gotinên Netanjahuyî li Almanyayê hatin rexnekirin û heta niha belgeyeke ku vê îdîayê piştrast bike, nehatiye dîtin. Muftî li Almanyayê ne weke kesekî ku Hitler bo tevkujîya Cihûyan îqna kirîye, bêtir weke hevkarekî tevkujîyê tê qebulkirin.

Wêne: Arîşva Federal