Ber bi referandûma 25ê Îlonê ve

Munzur Çem

Ji ber tengasiyeke şexsî, min heta îro fersend nedît li ser Referanduma 25ê ilonê binivîsim. Ji ber ku min ev wek kemasiyeke muhîm dît, min xwest ku zorê bidim xwe û di derheq vê gava dîrokî de bi kurtayî çend gotinan binivîsim

Gava ku meriv li ser vê babetê difikire jî beriya her tiştî gere meriv ji ber çavan dûr nexe ku di nav hemû neteweyan de wekhevî prensîbeke insanî û demokratîk e. Ji ber vê yekê jî ev maf, di dokumentên navneteweyî de wek mafekî bingehîn cîh digire

Wek nimûne: Yekitiya Miletan, di xala yekemîn  a „Deklerasyona Navnetewî ya Mafên Mirovan“ ya ku di 10.12.1948 de hatiye qebulkirin de weha dibêje:

1/1. Hemû gel xwediyê mafê çarenûsiyê ne. Gor vî mafî, ew di tayînkirina statuya xwe ya polîtîk de azad in û dîsa azad in ku ji bo peşveçûna xwe ya ekonomîk, sosyal û kulturî, gavên hewce bavêjin.

Biryara ku Konseya Giştî ya Yekitiya Miletan  di 16.12.1966 an de girtiye, dîsa heman prensip tê dubarekirin.

Dokumentên Dawî ya „Konferansa Ewropa ya Ewlekarî û Desthevûdudayinê“ (Helsinki Final Act)* de jî li ser heman babetê weha tê gotin:

Gor mafê wekheviya nav gelan û mafê tayînkirina pêşeroja xwe, hemû gel, bê destdirêjiyên der ve, xwediyê wî mafî ne ku kingê û çawa dixwazin, statuya xwe ya hindûrî û derveyî bi xwe tayin bikin; û di warê pêşveçûyinên polîtîk, aborî, sosyal û kulturî de, gavên ku dixwazin, di avêtina wan de dîsa azad in.

Eşkere ye ku, jiyana ke îro gelê Kurd li seranserê Kurdîstanê dijî, bi daxwaz û biryara wî nîne. Kurdîstan piştî peymana Sykes-Picotê (1916), 1923yan de bi peymana Lozanê, bi destê biyaniyan hat parçekirin. Ew parçekirin sedîsed dijî daxwaz û îradeya Gelê Kurd bû. Ji ber vê yekê ji Lozan peymana dabeşkirin û dagirkirinê ye û ji tu aliyî ve ne meşru ye.

Piştî vê peymana kolonyalîst, Kurdîstana ku berê 2 parçe bû, bû 4 parçe. Di serî de jî devletên dagirker û kolonyalîst ên ku bi zorê dest danîne ser axa Kurdîstanê, tu carî mafên mirovî û demokrasî neanîn bîra xwe. Wan bi sîyaseta qirkirinê, bi siyaseta talan, vêrankirin û asîmîlasyonê, xwestin ku koletiyê bi gelê Kurd bidin qebulkirin û di dawiyê de jî hebûna wan ji holê rakin. Ew dewletên ku niha tên-diçin û ber xwe didin ku referandûm paş ve bê xistin, tu carî dengê xwe dernexistin. Zilm û neheqiyên ku bi Kurdan hatin kirin, rijandina xwîna Kurdan, koçberî û nefîkirin tu carî qasî bazarganiya nav wan qiymet nedît. Ew dewlet û hêzên navnetewî yên ku zû bi zû qala parastina yekîtiya Iraqê, yan jî Tirkîyê, Îran û Suriyê dikin, ji xwe napirsin, nabêjin ku gelo welatê Kurdan çima parçe parçe ye û kê parçe kiriye?

Dîsa ber bi referandumê ve dîroka Kurdan jî careke din dubare dibe û hinek partîyên Kurdan eşkere yan jî veşartî, dijî  azadiya gelê xwe derdikevin. Meriv li çapemeniya wan dinêre; tu dibêjî qey li Kurdistanê bi navê referandumê pirsek tune. Hinek ji wan di bin têsîra kîn û hisên dijminatiyê de ne û kor bûne, nabînin. Hinek jî ketine tora dijminên gelê xwe, lîstikên wan dilîzin.

Em hemû vê rastiyê dizanin û dibînin; li ser rêya serxwebûnê, asteng pir in lê gelê Kurd jî qerar daye û bi coşeke mezin ji bo 25ê îlonê xwe amade dike. Bêguman di wê berxwedan û pêşveçûnê de wek şexs, rola sereke yê Mesud Barzanî ye. Barzanî, ji sed sal zêdetir e di berxwedana azadiya gelê Kurd de xwediyê roleke giring e. Mesud Barzanî jî vê tradîsyonê dimeşîne. Hem wek şexs hem jî wek dezgeh û sazî, ên ku ji bo serketina refrandûmê dixebitin; rola wan roleke pîroz û dîrokî ye û şik tune ku wek îro, di pêşerojê de jî gelê seranserê Kurdîstanê, bi serbilindî ked û xebata wan bîne bîra xwe.

Ji aliyê din ve gere kesek jibîr neke; çarçeweya referandûmê çiqas ku bi Başûrê Kurdîstanê sînorkirî ye jî di eslê xwe de ew ji bo hemû Kurdîstanê ye. Loma hemû gelê Kurdîstanê li ser pîya ye û bi dilsozî û hêviyeke mezin piştgirî dide. Sînorên dagirkeran di vî alî de êdî nemane. Zaf muhîm e ku her Kurdîstanî, bi taybetî jî dezgeh û sazîyên Kurdan, vê pêşveçûnê baş bixwînin. Kurd di Rojhilata Navîn de xwediyê dîrokeke dûr û dirêj in. Mafê wan e ku wek hemû gelên cîhanê pêşeroja xwe bi xwe tayîn bikin û azad bin. Azadbûna gelê Kurd ji bo kesekî ne taluke ye. Aksê wê, azadnebûna Kurdan, dibe û wê bibe sebebê alozî û probleman. Şik tune ku heta Kurd azad nebin; gelên cîran jî nabin xwediyê sîstemeke rêkûpêk û demokratik. Wek  filozofê mezin Karl-Marx dibêje, „Miletê ku zilmê li neteweyên din dike nikare azad bibe“

Di çareserkirina pirsa Kurd de ji derveyî mafê çarenusî tu rê tune. Ji îro şûn ve, ev maf gere hem li hindûr hem jî derveyî welêt, di rojeva Kurdan de wek xala sereke cîh bigire. Ji bo dermankirina birînên kûr yek rê heye; çarenusî û azadî!

*1ê tebaxê 1975