Ji serxwebûnê zêdetir ji referandumê ditirsin! Bo?

Mihemed Sanri

BasNews -Tu ji tirkan bipirsî dê dereweke mezin ya ko hertim dikin bêjin, dê bêjin “bê-qeyd şert desthilat ya millet e.” Welatên Rojavayê (Emerîka jî di nav de) bêhempatiya xwe bi hêjayiyên demokratîk raber dikin.

Di nav rê û rêbazên demokratîk de jî rêya herî rewa û sereke ya demokratîk referandumê  ye.

Di 25-ê Îlonê de kurd navmala kesê têk nadin, mafê kesê binpê nakin, êrişî ser mal û namûsa kesê nakin, ti karê têkdan û terorê nakin. Dê tenê bi awayekî yê şahiyê biçin ser sindoqên dengdanê û dê di heqê çarinivîsa xwe de dengê xwe bidin.

Vê rastiyê, di serî de tirs û welweleyek mezin xistiya nav dilê dewleta tirk. Her deshilatdareke tirk diaxive, behsa ewlakariya welatê xwe ya neteweyî dike û dibêje ev referandum ewlekarî û hebûna me ya neteweyî dixe xeterê. Bi zimanek yê êrîşkar û bi tehdîdan diaxivin. Ragihandina tirkan şereke yê medyayî li himberî daxwaza rewa ya miletê kurd daye dest pê kirin. Gilîz Û xerez ji devê wan dihê xwar.

Di vê mijarê de prosesa referandumê yêkcar cilê dewleta tirk ji ber kirin, rût û tazî hiştîye. Qet ne hêjayîyek ya vê dewletê ya demokratîk, ne jî pîvanek ya wê ya hiquqî, ehlaqî anjî dînî heye. Sîstama dagirkeriya dewleta tirk li ser înkar û nixamtina van hêjajyiyan hemiya hatiye ava kirin.

Demagokê herî mezin yê dewleta tirkan Recep Tayyip Erdogan e. Ew hertim behsa bratiyê, misimlanîyê û îradeya gel dike, lê dema dor dihê kurdan ev ji bo wî tenê dibin dereweke mezin. Baweriya wî qet bi wan gotinan nayê yên ko di vê mijarê de dike biniştê devê xwe.

Aşkere ye mentaliteya tîranî ya dewleta tirk û rejîma terorîst ya Îranê, bi qasî ji serxwebûna başûr ditirsin ewqas jî ji vê metoda medenî û demokratîk ya kurdan hilbijartiye ditirsin. Ew diirisin ko ev model li bakur û rojavayê Kurdistanê jî bicih bibe, bibe metod û kultureke nû. Ev jî dê bibe sedema gorbegorbûna rejîmên wan yên tayfegirî, rasîst û tîranîk.

Ji aliyê dî Brîtanya xwe wekî maka sîstema parlamenterîst û dengdana xelkê dizane, Amerîka xwe wekî pasavanê dinaya demokratîk dide pêş. Rastiya vê jî heye.

Lê gelo Brîtanya û Amerîka çima li himberî refardumê weha “bedbîn in!”

 An ew, referadumê hêjayîyên demokratîk tenê wekî “îmtiyazek” ya xwe, ya welatên Rojavayî dizanin. Hêjayiyên demokratîk tenê dikare li welatên Rojavayî hebin? Di nav tîraniyên Rojhilata-nêvê de nabe miletek çarenivîsa xwe bi destê xwe, bi rêyeke demokratîk diyar bike? An ew jî ditirsin ko ev model bo Rojhilata-nêvê hemîyê deriyeke yê medeniyeteka nû veke? Tirsa wan jî ji vê ye?

Tirs û hesabên wan çi dibe bila bibe!

Miletê kurd di mijara diyarkirina çarenivîsa xwe de ne tenê rûbirûyê çavsoriyên rejîmên tîranîk yên Rojhilata-nêvê ye, belê rûbirûyê dualîzma (hon bêjin durûtiyê) siyasî, felsefî, kulturî ya welatên Rojavayî ye jî. Dîwarê vê “dualîzmê” ji wekî yê dagirkaren bêinsaf û bêpîvan e.

Çawa rejîmên tîranîk yên Rojhilata-nêvê dê nekarin xwe li himberî viyan û îradeya miletê kurd ya biryara wî ya li ser çarenivîsa wî bigire, dê welastên Rojavayî bi vê durûtiya xwe de bi sernekevin.