Referandûm û Şair

Berken Bereh

Referandûma di 25ê îlona 2017 de li Herêma Kurdistanê bê pêkanîn,  bêguman di nav civaka Kurd de bû cihê serbilindî û bextewariyê. Ji her qatên civakê; ji feqîr,  maldar,  siyasetmedar,  akademîsyen…ta endamên hemû ol û ayînan kêfxweşiya xwe ragihandin  -çi li ser tora medyayê,  çi bi nivîs,  hevpeyvîn, meş, panel, konferans.. û xwestin bi vê sekna xwe tesîrê li civakê bikin û raya giştî amadeyê giştpirsiyê bikin.

Helbet biryara referandûmê wek herkesi bandora xwe li ser edebiyatvanan jî kir.Gelekan bîr û ray û helwêsta xwe aşkere kirin. Lew şair û şi’ra Kurdî ku xwe dispêre dîrokeke hezar salan, her li gel civaka xwe jiyaye û li gor rewş û mercên civakê dirûv û teşe girtiye. Ji ber ku şi’r, di nav xir û cira jiyanê de bi goşt û laş dibe û bandorê li ser dil û giyanê me dike.

Şi’r, û şi’rnivîsandin seknek e li hember jiyanê. Nemaze di wext û demên teng de. Ev sekn, pencereyeke ku tê de hemû tiştine parzûnbûyî (ji xwe, ji hizr, raman, ji hawirdor û têkiliyên wî/wê) pak û zelal dixuye. Ango şair rastiya li dorhêla xwe li moxila helbestê dixe û wê rastiya gelek caran em nabînin û pê nahisin raberî me dike. Bêguman şairê ber bi cîhaneke din rêketî û bi sebr, aram û berxwedêriya xwe ne tenê xwe, hişmendî, feraset û ramana civata xwe jî vediguhêze.

Rojen Barnas, yek ji wan şairan e ku bi hostayî duh û îro digihîne hev û asoya me ya dahatûyê ronî dike. Bi şi’ra xwe ya bi navê Zarbienos ku di kovara Nûbihar hejmara140an de hate weşandin de bêyî ku navê wê hilde biryara referandûmê dike mijara şi’ra xwe. Zarbienosa Barnas, hawar û gaziyeke ji dil e li hizb, rewşenbîr, maqul û rençber, karsaz û kedkarên Kurd  ku ev derfeta me bi saya pêşmergeyan bi dest xwe ve anî, bi goşt û laş kirî, badilhewa nebe.

Zarbienos û ruhê wî bangawaziyeke bo hemû Kurdan nexasim jî bo siyasetmedaran da têbikoşin, bo pêkanîn û avakirina serweriya Kurdan;

 

ZARBIENOS*

…..

Min şahek hebû tacdarê textek serbixwe

Veniştiyê li kela “Arbela”yê**

Şahek di riya serweriya welatê xwe têkoşer

Ji Şingalê ta raserên çavkaniyên Dîclê

Li ser axa xwe

Bi serxwebûnî

Û serwer.

-I-

Li giyanê te digerim

 

Di hejîna pelên li gulyê spîndarê

Di lemelema xulxulîna ava keviyan

Yên ji bêlanên çiyayên serî bimij...

Di xavika hevrîşmî ya wek pelek ewr

Ku wek xêliya xanimşahek,  li esmanê havînê

Û di hênikahiya sirra spêdê

Ya sariya evînê.

 

Li giyanê te digerim Zarbienos,

Li giyanê te!

…….

-II-

 

Ez,

Li rê...

Destpêka wê nayê bîra min

Lê hê jî averê nebûme

Lê dikudînim.

 

Serwerîhebîn im Zarbiyenos

Loma bi evîn im, li kiryara te.

-III-

 

Di sariya evînê de

Li berwarên Zagrosê

Di bin Gola Şîn

Me destnimêja xwe girt

- a bi niyeta serweriyê -

Di sariya evînê de, em

Li ser destnimêja ezel û ebed

Bi mebesta serxwebûnê bi rê ketin.

Li vê riyê,

Me kudand

Û kudand

Û kudand....

 

Bi mebesta ku viyana xwe

Bi destê kesî re bernedin

Me xwe

Li riya azadiyê

Eynen bi mirina nefsa xwe

Xwe li rê şidand.

 

Ev,  ew rê ye Zarbiyenos!

Ev,  ew rê...

Ew riya ku te bi xwe jî

Çend laçînan lê peritand.…

Jixwe Jusdanîs jî piştgiriya wî dike; “mîsyon û armanca dawiya dawî avakirin û xurtkirina dewleteke serbixwe ye.”

Zarbienos, ne tenê şi’reke her wiha ew ayeteke ruhê Kurd e. Lewma Barnas, me dibe beriya zayîna Îsa, ku li wir, ferqiyetên ayînî, olî, çînî hwd. nebû an wek îro ne şûrên ji hev parçekirinê bûn. Ew ayet in ku “ilham ji esmanê welat in.”

 

Bêguman Zarbienos, wek gelek şi’rên Rojen Barnas, şi’reke lîrîk î, bi coş û xiroş û xwedî gelek taybetmendiyên ciwankariyê ne. Vêca Zarbienos û ruhê wî yê tacîdarê “Arbela”yê û bo serweriya welatê xwe têdikoşa, îro careke din li ser piya ye û rabûye pêdarê, dixwaze bi rêya giştpirsiya ji gel, tu şik û gumanan nehêle li dû xwe û serxwebûna xwe ragihîne tevaya cîhanê.

Û bang û hawara min ev e ku hemû edebiyatvan piştgiriya vê hewldana pîroz ya “ruh”ê nû bikin.

 

Ez jî bi şi’rek xwe tevlî bangawaziya R.Barnas û ya Zarbienosê hemdem dikim û hêvîdar im ew tacîdariya bi sedê salan e em bi hesreta wê dijîn vê carê ji dest me neçe!

 

SIRÛDA REFERANDÛMÊ

 

Me işqek din navê ji bilî Zînê,  

Ew Zîna Mem bo wê, xwe kire qurban.

Me serweriyek din navê j’bilî Kurdistan,

Ku bi hezaran mêrxas bo çûne gorê.

 

Min işqek din navê tu yî ruh û can,

Tu yî Roja dibiriqe li esmanê min,

Bibişir ey Kurdistan, da dinya bibişir,

Dar û nebat, heyv û tav, rabin govendê.

 

Îro ew roj e, Mem bigihe Zînê,

İro ew roj e raweste, giryê Kurdistanê,

Bijîn keç û xort, pîr û kal, feqîr û maldar…

Dibezin ser sindoqan da bêjin belê!

 

Tu ey kurd, suryan û  tirkmen, aşûr û kakey…

Hemû ol û ayîn; êzdî û krîstiyan,

Feylî û şebek…kurên Kurdistan,

Lehi rawesta, tariyê bar kir, xweşî vegerya !

 

Mizgîn li te ey Xanî, Simko, Qazî , Barzanî…

Seranser şahî û dîlan e li xaka welat,

Bi yek dengî diqîrin dibêjin belê;

Tu bi xêrhat ey serxwebûn, ey roja nû hilat!

 

* Zarbienos/Zarbienus: Navê bi latînî ya Şahê Kurdistanê ku di sedsala I. ya B.Z. de jiyaye. Di Google’ê de binêrin li “Corduen-Wikipedia”,  lê li beşa îngilîzî.

**Arbela: Navê Hewlêrê bi latîniya dema Romayê,  Erbîl.