Ziman û Netewbûn

Şêxmûs Sefer

Hewce nake mirov gotinê zede dirêj bike, mirov bi kîjan zimanî bijî bixwaze jî nexwaze jî aîdî wî zimanî ye. Dibe ku tu Kurd be, li paytexta welatê xwe bijî, serbilindiyê bi bircên hezar salane bike û bêje; çi dîrokeke me ya kevnar heye lê dema tu bi Tirkî peyivî li bin siyên wan bircan, kodên te, hebûna te ya wê deme û pêşeroja te dibe Tirk/î. Mixabin me Kurdan piştî modernîzmê pir jixwexapandinê hez kir. Dibe li ser navê rojavayîbûnê be, dibe di wextê xwe de ji ber şermî an tirsa axaftina zimanê xwe be me li bakur bi hêsanî berê xwe da zimanê Tirkî. Sed heyf û mixabin ew ne bes îcar a niha li başûr jî ew bûye ‘moda’ ku gelek kes dema yekî bakurî dibîne dixwaze pê re bi Tirkî bipeyive! Ev jî di derûniya mirovan de xwe wekî ji rojhilatbûnê xelas bike û ber bi rojavabûnê (modernîzmê) bibe dide xuya kirin.

Di rastiya xwe de wê ev yek çawa bê çareserkirin û rê li ber vê yekê çawa bê girtin, divê hemû kes û saziyên peywendîdar serê xwe pê re bêşînin û di zûtirîn demê de alternatîfan pêşkeşî civakê bikin.

Ev yek jî mixabin bi dirûşmeyên ‘zimanê me rûmeta me ye’ ‘sînorê me zimanê me ye’ û hwd. nayên çareserkirin. Li bakur divê êdî daxwaza hînbûna zimanê dayikê ji amûrekê siyasete derkeve û bibe armanceke sereke. Yanî ne ku tenê siyaset li ser bê kirin û ji bo armancên siyasî ziman were bikaranîn. Ziman bi xwe bibe armanca sereke û eger siyasetek bê kirin jî bi wî zimanî bê kirin. Mixabin civaka rojhilata navîn li rol-modela dinêre û dema ku ew kesên di siyasetê de li pêş bin û ne bi Kurdî, bi zimanên serdestên xwe dipeyivin tu bikî û nekî wê civak bandoreke neyinî ji wê atmosfere wergire.

Bi kurmanciya reş eger em bibêjin; nabe parlementereke te ya jin di 8ê Adarê de li bajarekî Serhedê li hember bi hezaran dayikên Kurd bi Tirkî bipeyive! Ev şermeke mezin e berî her tiştî bo wan dayikan û bişaftina mezin tu bi destê xwe li gelê xwe dike. Naveroka wê axaftinê çi dibe bila bibe, çiqas bi wate dibe bila bibe, çiqas bi hêz dibe bila bibe di encamê de pûç e! Yek jê ji ber bi giştî ji ziman nayê fêm kirin û ya din jî ji ber xizmetê ji bişaftinê re dike. Eger em bi zimanekî din bêjin; nabe ku kesek bi zimanê gelê xwe nizanibe rabe ji bo wî gelî siyasetê bike! Ji ber civaknasiya wî gelî û derûnnasiya wî gelî eger tu zimanê wî zanibî pêkan e. Tiştekî tu nizanibî û nas nekî nabe ku tu rêberiya wê bikî.

Îcar mixabin heta a niha tiştên ku di siyaseta bakur de me dîtiye ev e ku ziman bêtir daxwazeke ‘şeklî’ ye û mixabin ji bo guhertin û hêvîkirinê jî tu gavên mezin nayên avêtin. Tenê dikarim bêjim di van salên dawî de ji bo pêşdibistanan çend mînakên baş xuya kirin lê ew jî ne siyaseteke giştî bû ku mirov karibe bêtir li ser bisekine û li benda berdewamiya wê be.

Li Başûr jî bi dehan salan e ku jiyaneke otonom heye û ji bo perwerdehiyê jî azadiyeke têr û tije heye. Bi taybet nifşên dawiyê hemû bi zimanê dayika xwe mezin bûn. Nabe ku li başûr kesek bi zimanê xwe nizanibe. Ev derfeteke pir mezin e û divê qiymetê vê yekê bê zanîn. Lê mixabin di meseleya alfabeyê de hikumeta başûr heta a niha tu gavên erenî neavêtiyê. Ji wî alî de tiralî û xemsariyeke mezin li başûr heye. Li gel ku gelek kesên ji başûr piştî şerê salên nodî derketin çûn Ewrupayê û rêjeyeke baş ji wan li Ewropa lîsans û doktora xwe kirine jî û hin ji wan di hukumet, parlemento û saziyan de bûne berpirsiyar jî di derbasbûna alfebeya latinî de yek gav neavêtin. Her çiqas tê fêm kirin ku ev yek bi hêsanî nabe û wext jê re divê jî lê mixabin tu gavên biçûk jî nehatine avêtin ku bo pêşerojê hêvî bide. Îroj piştî şerê li Iraq û Suriyê ji bo hin Erebên hatine Stenbolê, hema hema li hemû kolan, xwaringeh, hotel û hwd. bi tîpên Aramî (erebî) nivîs hene. Ev li gorî min bi du sedeman tê kirin. Yek jê polîtîk e ku dixwazin bi riya îslamiyetê an jî bi zimanê quranê peyama yekitiyê bi Ereban bidin an jî wê hîskirina manewî bi wan bidin xuya kirin ku xwe wekî xwediyên wan hemûyan bibînin û wan hemûyan di bin sîwana xwe de kom bikin. Ya din jî xwe wekî welateke baş û xweş bidin xuya kirin ku vaye em ji her neteweyê re alîkar in û ewqas jî demokrat in beyî ku tahamula yek peyva Kurdî bikin li kolaneke xwe!

Hukumeta başûr heta niha dikarîbû ji pêşdibistanan bigire heya zaningehê li ber alfabeya Aramî ya latînî jî deyne ber û bike ku hemû şagirt bi du alfabeyan mezin bibin. Ev yek wekî xuya dike ne zehmet e ewqas. Bêtir tercihek e û ev tercih jî jiyan û politikaya mirovan an dewletan diyar dike.

Li Rojava piştî ewqas salên dirêj eger îroj perwerdehî bi zimanê Kurdî tê kirin û li gel gelek kêmasiyên xwe ev yek pêk tê ji bo hemû Kurdan cihê şanaziyê ye. Ruhekî pir azad û bextewer e ku zarokekî Kurd her sibê hebûna xwe bexşî serdestê xwe neke. Ji berê de, ji ber tekiliya bi Bakur re li Rojava çavnasiya alfabeya latinî heye û ev yek avantajeke mezin e. Hêdî hêdî bi taybet bi mamosteyên li zankoyên başûr, Ewrupa û hwd. re divê tekili xurt bibe û hem ji bo materyalan û hem jî ji bo modelan xebatên baş bên kirin.

Bêguman xelasiya zimanê Kurdî bi polîtikayeke zanist û jidil pêkan e. Li hin welatên mîna Baskê gelek modelên ciwan derketine û derdikevin pêş jî. Ji aliyekî hikumeta navendî her sal pereyekî vediqetîne ji bo perwerdehiyê lê ji aliyê din ve jî hêzên heremî ji destpêka hilweşandina faşîzma Franko dest bi xebatên xwe yên ziman kirine û îroj jî di asteke pir baş de ne. Benda hukumeta navendî nemane ku her tişt bi destê wan bibe. Pêşî wan daxwaz kiriye, wan pratîze kiriye û paş re dewlet mecbûr maye daxwazan pêk bîne. Di dema îroyîn de eger rast û rêkûpêk bibe, hebûna dewleta Başûr û modela perwerdehiyê dikare hêzeke mezin bide perwerdehiya Kurdî ya giştî ji bo hemû perçeyan. Eger mijara me Kurdî be em wê demê behsa çar perçeyên welêt dikin û divê rêçareyên wê jî li gorî şert û mercên her perçeyî lê di bin sîvaneke netewî û eger pêkan be bi yek alfabeyê be. Divê her alî di vê mijarê de pir baldar be eger bixwazin yekitiyekê saz bikin. Bêguman ew jî bi ziman dibe.