Li taxa Kurdî tirsa serxwebûnê

Piştî demnîşankirina referandûma serxwebûna Kurdîstanê, li taxa “Kurdî” ba û bahozek rabûye mirov pir caran ecêbmayî dimîne. Bi salan e ew kesên rêxistin avakirin, rêxistin belav kirine, bi xwe û hevalên xwe re, bi gelê xwe re xirabî kirine îro rabûne weke berdevkên dagirkeran bertekan astengiyan derdixin û dijîtiya serxwebûna Kurdîstanê dikin. Ew aktorên doh doza serxwebûna Kurdîstanê dikirin îro rabûne dibêjin: “ne dema serxwebûnê ye, ne dema dewletbûnê ye, ji bo gelê Kurd dewletbûn pêwîst nake” û hwd. çîrokên dagirkeran weke benîştê pûç li ser zimanê xwe tevdigerînin. Heval û hogirên wan di nav qada têkoşîna rêxistinî de, di zîndanan de, di nav germaya şer de, jiyana xwe ji bo doza serxwebûnê Kurdîstanê dan, ew jî li gor berwejendiyên dagirkeran ketine tayê! Em dibînin îro li Kurdîstanê hinek rêxistin û derûdorên pêşeroja xwe bi dagirkeran ve gire dane ev çend sal e li gor stratejiyeke kûr, plan û projeyên dagirkeran birêve dibin. Li gor daxwaza dagirkeran propagandayên reş dimeşînin. Li dijî karwana serxwebûna Kurdîstanê, zimanekî bi jehr û bi xwîn bikar tînin. Gava li Tehranê, li Enqere, Şam û Bexdayê qêrîn bi dagirkeran dikeve xulamokên wan dest davêjin şûr û êrîşî daxwazên gelê Kurd dikin.

Têkilî û pêwendiyên xulamên dagirkeran li gor berjewendiyên rojane û kesayetî dimeşin. Gelek jê aktorên salên 1970î û yên 1980î ne. Çîroka jiyana wan bi rûreşî û gemariyê tê zanîn. Her dem keda hevalên xwe bin pê kirine an firotine. Hinek jê di demên dijwar de, li ser kar û barên xwe yên şexsî de jiyaneke bê êş jiyane. Xwe û malbata xwe her dem parastine, li hemberî tofanan, li ber ba û bahozan her dem “bisiûd” bûn! Her dem “zîrek û jêhatî” hatine pesandin lê rojekê li pişt xwe pirêzeyeke ber bi çav nehiştine. Hê jî bi xewn û xeyalên postên salên 1980î dijîn. Ji rastiyê dûr ketine, rast e, wê demê serok bûn, sekreter bûn, endamê komîteya navendî bûn, endamê lijnaya bilind bûn, lê îro rastî weke tîrêjên tavê li ber çavan e! Li holê ne erk maye ne jî nav û meqam maye! Tiştên hebûn we nift lê kir û şewitand!

Ew derûdorên îro li dijî serxwebûna Kurdîstanê tevdigerin û weke şûrê Ayettullahan jehrê diherikînin, xewn û xeyalên pûç dibînin. Em bixwazin an nexwazin gelê Kurdîstanê ber bi azadî û desthilatdariya xwe ve dimeşe. Em bixwazin an nexwazin dewleta Kurdî, serxwebûna Kurdîstanê îro ji hêvî û daxwazan derketiye, weke rastiya rojê ketiye rojeva dinyayê. Ji ber wê yekê dijayetî, neyartî û hesûdiya li dijî serokê Kurdîstanê Birêz Mesûd Barzanî nabe bersiv û dermanê têkçûn û rolên we yên xirabiyê. Divê hûn rojek zûtirîn vegerin ser riya rastiyê. Azadî û serxwebûn bi ked, bi bac, bi qelen, bi xwînê, bi êş û qewetê tê stendin. Tu hêz, tu dewlet wî mafî weke litûf nade kesî. Gelê Kurd li ser axa xwe doza welatê xwe û desthilatdariya xwe dike. Belê mafê her Kurdekî û her rêxistinekê heye li ser pîvanên heq û hûqûqê siyaset û helwestên serokatiya Birêz Mesûd Barzanî rexne bike. Pêşniyar û projeyên çêkirî pêşkeş bike. Divê rexne û xwerexnekirin, li ser wezînên wijdanê û li gor hiqûqa mirovahiyê bên kirin. Bi dijayetî û neyartiya kesayetan siyaseteke demokratîk ne mimkûn e bi ser bikeve. Partî û rêxistinên Başûr bi riya hilbijartinan di parlementoyê de xwedî temsîliyet û xwedî hêz in. Birêz Mesûd Barzanî bi dengê gelê Kurdîstanê weke Serokê Kurdîstanê hatiye hilbijartin û di parlementoya Kurdîstanê de sond xwariye û dest bi kar kiriye. Erk û desthilatdariyeke meşrû û hiqûqî ye.

We çi kir? Îro hûn çi dikin û li ku ne? Ka hêza we ya doh? Hûn bi derûdorên xwe re çiqas lihevkirî ne? Bersîveke we ya erênî heye li hemberî heval û hogirên we? Di rojên zor û tengasiyê de gelo we erkên xwe bi cîh anîn an na? Dest deynin ser wijdana xwe û bersiv bidin. Hûn bi xwe ji bersiva xwe bawer dikin an na? Hûn bi rewşa îroyîn qayil dibin an na? Ger hûn daxwaza berdewamiya statû û bindestiya îroyîn dikin, eşkere derkevin hemberî gel û dîtinên xwe biparêzin. Li ser navê siyaseta Kurdî tu mafê we tune ye hûn desthilatdariya dagirkeran meşrû nîşan bidin! Êdî dev ji çîrokên pûç û vala berdin, xulamtiya dagirkeran we nake hêz û qewet!

Gotinek bapîran heye: “Kurmê şîrî heta pîrî” Ew kesên di jiyana xwe de bi ser neketine û her tim zirar dane derûdora xwe weke tacirên têkçûyî, defterên kevin tevdidin û her tim yên hemberî xwe tawanbar dikin. Di bin bandora dêrûniya têkçûnê de her dem dibêjin: Ez û ez… Tu carî nikarin realist bifikirin. Jiyana wan bi gilî û gazinan, bi rexneyên ne di cih de derbas dibe. Dixwazin herkes bi wan bawer bin, lê ji ber ku ew bi xwe ne bawer in bi şik li derûdora xwe dinêrin, lomekar in.

Li keda xwe, li keda hevalên xwe xwedî derketin karekî pîroz e, helwesteke paqij e! Li şehîd û hêjayên xwe xwedîderketin erkeke mirovahî û netewî ye, helwesteke civakî ye. Em baş dizanin li hêvî û baweriyên xwe xwedîderneketin bêxîretî ye û her tim zirarê dide derûdora xwe. Ew kesên sî sal berê nikaribûn di nav mala xwe de, di taxa xwe de bersiva demê bidin, rê li ber têkçûnê, belavbûnê bigirin pêwîst nake dijberiya serxwebûna Kurdîstanê bikin û “aqil” bidin hinekan. Ew kes û hêzên ku xwe Kurd dibînin, li ser navê doza Kurdîstanê, polîtîka an xebatekê dikin mafê hemûyan heye ku rexne û pêşniyaran bikin lêbelê di bin navê rexneyan de dijberiya doza serxwebûna Kurdîstanê, tawanbariya herî mezin e. Kîjan çîn û tebaqeyên civata Kurd dibe bila bibe ger piştgirî û alîkariya referandûma serxwebûna Kurdîstanê neke mafê wî tune bêje ez Kurd im. Azadkirina heremekê, bajarekî an jî ya gundekî ji bindestiya pergala dagirkerî çêtir e!

HEFTENAMEYA BAS