Di berbanga serxwebûnê de temsîleke hevbeş û siyasî pêwîst û lezgîn e - III

Zinar Soran

III) Li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi temsîleke hevbeş a siyasî heye!

Di van şert û mercên dîrokî, dijwar û hesas de, divê em bi taybetî li ser rewşa siyasî, rêxistinî û dîplomasî ya Bakurê Kurdistanê bi hûrgulî rawestin; wezîfe û pêwîstiyên acîl yên derdikevin pêş careke din raxînin ber çavan.

Bêgûman kesên nêzîkî hevûdu ne û di warên siyasî û rêxistinî de weke hevûdu difikirin, dikarin di binê avayiyên siyasî de bicivin û bixebitin; xebat, têkoşîn û hewldanên rêxistin, partî, tevger, derdor û kesan ku ji bo tevgera neteweyî, demokratîk û çandî dikin gelek girîng in; herwiha “hevkariya” di nav 6 partî û rêxistênên Bakurê Kurdistanê de jî xwedî cihekî taybet in. Lê divê em pirs û pirsgirêkên neteweyî û demokratîk jî bi awakî vekirî û eşkere diyar bikin û bixwazin bi hevûdu re li ser çareserkirina van pirs û pirsgirêkan rawestin.

Weke tê zanîn, gelek pirs û pirsgirêkên tevgera neteweyî û demokratîk ya Bakurê Kurdistanê hene; lê pirsa yekitiya siyasî, rêxistinî, hevkarî û “nûnertiya Bakurê Kurdistanê”, pirsa herî sereke û lezgîn e. Di vî warî de, heta îro hem di nav rêxistinan de û hem jî di nav derdor û kadirên siyasî yên serbixwe de, gelek xebat û hewldanên ji bo yekitî, hevkarî û tevkariyan hatin kirin; hinek gavên pozitîf û kêrhatî jî hatin avêtin; tecrûbeyên cihêreng hatin jiyandin. Lê mixabin, ev hewldan û xebat, heta îro negîhaştin encamek demdirêj, misoger û berbiçav.

Tevî hinek xet û rengên ne zelal, bi awakî giştî îro li Bakurê Kurdistanê du xetên siyasî yên ber bi çav hene:

1) Xet û siyaseta entegrasyona bi dewleta Tirkiyeyê re û kedîkirina miletê Kurd e. Mixabin ev xet li Bakur û Rojavayê Kurdistanê xeta herî xurt e û çi bigire hemû kanî, rûbar û cuhokên netewî dorpêç kiriye û rojev di bin kontrola wan de ye. Bi gotinek din bêhn li partî, rêxistin û grûbên din yên neteweyî û Kurdistanî çikandine û nahêlin nefesê bistîne!

2) Xeta din jî xeta neteweyî û Kurdistanî ye. Lê mixabin ev xet,  di warê rêxistinî û piştgiriya di nava xelkê de gelekî jar û hejar e. 

Li Bakurê Kurdistanê, partî û rêxistinên di nav xeta neteweyî û Kurdistanî de ne, bi serê xwe nikarin mudaxeleyî pêvajoyê bikin, rojevê biafirînin û pêşengiya rojevê bikin. Herweha ev xet bi vê rewşa xwe nikarin temsîl û nûnertiya siyasî ya tevgera neteweyî û demokratîk ya Bakurê Kurdistanê bikin. Li aliyekî din jî li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê gelek kadiren siyasî û xwedî tecrûbe hene ku xwe di nav vê xeta neteweyî û Kurdistaniyê de dibînin, lê bi salan in ku di nav partî û rêxistinan de cih negirtine. Partî û rexistinên heyî, bi awakî giştî nikarin wan kadiran bikişînin nav refên xwe yên siyasî û rêxistinî;  ew potansiyel di praktîkê de li derveyî pêvajoyê dimînin û nikarin rola xwe bilîzin.
Pirsgirêkek din jî ew e ku partî û rêxistên hene, di giraniyê de, partî û rêxistinên “navoser û porspiyan” e; ew nikarin bi awakî ku pêwîstî jê re heye ciwan û jinan beşdarî nav xabatên siyasî, civakî, çandî û rêxistiniyê bikin. Ev rastiyek tevgera Bakurê Kurdistanê ye û ji bo çareserkirina van pirsan, divê em awa û metodên nû yên xebatên siyasî, rêxistinî û civakî peyda bikin.

Bi awakî giştî, îro jî pêwîstî bi yekitî û rêxistiniyek neteweyî, demokratîk, girseyî ya hevbeş û Kurdistanî heye. Bi gotinek din divê rêxistin, partî û derdorên siyasî yên li ser xeta neteweyî û Kurdistanî tevdigerin û kadirên serbixwe yên dildar û dozdarên vê xetê ne, di nav partiyek eşkere, hevbeş, berfireh, girseyî û demokratîk de bigihêjin hevdu. Ev yekitî, divê li ser bingeha sentez û rêxistinek hevbeş bê ava kirin. Bêgûman partiyek wiha wê bêtir bikaribe baweriyê bide miletê Kurd; bi xebat û têkoşîna xwe ya li gor rewş û mercên tevgera neteweyî û demokratîk, wê bikaribe bibe hêviyek nû û mudaxeleyî pêvajoyê bike

Em dizanin ku pirsa yekitî û avakirina partiyek li ser xetek serbixwe, neteweyî, demokratîk û Kurdistanî ya hevbeş, pirseke piralî û ne hêsan e. Ji ber şert û merc, nakokî û berberiyên navxweyî û helwesta hinek rêxistin û partiyan, weha diyar dibe ku pêkanîna vê wezîfeya bingehîn, di demekî nêzîk de zehmet e. Lê li hêleke din, jiyana siyasî û bûyer li benda me namînin; li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, şerekî piralî û dijwar, plan, berberî û reqabetek gelek mezin di nav gelan, dewletên heremê û dewletên mezin de berdewam dike. Herêma me û Kurdistan, ji bo gelek bûyeran “ducanî” ye û hergav dikare gelek bûyer, pêşketin û guherandinên nû rû bidin. Loma jî divê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, ji van vegûherînan û bûyeran re amade be û bikaribe ji kês û fersendên derkevin holê îstîfade bike.

Di vê rewşê de; li Bakurê Kurdistanê, bê ku em pêwîstiya avakirina yekîtiyek siyasî, rêxistinî û girseyî ya hevbeş bidin aliyekî, pêwîstiya herî lezgîn ev e ku partî, rêxistin, derdor û kadirên siyasî yên di nav xeta neteweyî û Kurdîstanî de ne, zûtirîn wext li ser esasê rastiya welêt û neteweya Kurd, dest bi xebata avakirina “temsîl û nûnertiyek neteweyî û Kurdistanî ya hevbeş” bikin.

Nûnertiya siyasî ya Bakurê Kurdistanê dikare di destpêkê li ser çend xalan bingehîn û hevbeş bê avakirin: 
1) Li ser çend armancên bingehîn û hevbeş yên siyasî,
2) Li ser programek xebatê ku dikare li gor rewş û mercan bê guherîn û nûjenkirin
3) Li ser awayê rêxistinbûneke hevbeş ya li gor vê programa xebatê,
4) Li ser birevebirina vê xebat û rêxistinbûna sîwanî, hiqûqeke navxweyî; ango destûrek ku her kesî di praktîkê de jî girêbide
.


Bêgûman, ev xal û hemû xalên din yên ku pêwîstî pê hene; nav û naveroka dawîn a vê “nûnertiya siyasî ya Bakurê Kurdistanê”, wê di encama hewldanên xebat û danûstendinên di nav rêxistin, partî û derdorên siyasî de bên zelal kirin. Di destpêkê de ev temsîl û nûnertiya Bakurê Kurdistanê dikare giraniya xwe bêtir bide ser xebatên siyasî, dîplomasî û lobiyên siyasî.

Ev temsîl û rêxistiniya sîwanî dikare hewldan, xebat û pêvajoya yekîtiyeke siyasî û rêxistinî ya ku bi beşdariyeke berfireh, avakirina partiyek eşkere, neteweyî, demokratîk, girseyî û Kurdistanî jî geştir bike; gelek kadirên serbixwe yên ku xwe di nav xeta neteweyî û Kurdîstaniyê de dibînîn û di nav lêgerînê de ne jî beşdarî nav xebateke wiha hevbeş bike.
Herwiha, xebat û pêkanîna temsîleke wiha, dikare ji bo partî, rêxistin û derdorên siyasî jî bibe qadeke nû; kês û fersendeke ku pêwêndiyên xwe bi xelkê re xurtir bikin û xebatên xwe yên siyasî, civakî û rêxistinî berfirehtir bikin.

Awa û metodên avakirina yekitî û rêxistiniyek hevbeş gelek girîng e!
Bi awayekî giştî, di warê yekitî û hevkariyan de, bi qasî çarçoveya siyasî; metod û awayên xebata ji bo avakirina yekitiyeke wiha jî gelek girîng e. Awa û metodên pêkanîna vê pêvajoyê, ji armancên lihevkirina programekê gelekî girîngtir e. Loma jî divê em bi hevûdu re metodeki li gor bejn û bala pêvajoyê peyda bikin. Bi taybetî divê em dûrî bîr û baweriyên tenggirtin, jidervehiştin, liserferzkirin û ezeziyê bimînin.

Divê her rêxistin, partî û kadirên siyasî yên serbixwe, xwe di nav xebateke wiha de bibînin; xebat û hewldanên bêne kirin weke xebat û hewlanên xwe bibînin; bê qeyd û şert, rêz û hurmetê ji hiqûq û destûra navxweyî re nîşan bidin.

Kês û fersendên dîrokî her gav nayên ber deriyê me. Rojhilata Navîn û Kurdistan di nav pêvajoyek gelekî dijwar û germ de derbas dibe û ji bo gelek bûyer, guherîn û pêşketinan “ducanî” ye. Di 25ê Îlonê de, li Başûrê Kurdistanê miletê Kurd û Kurdîstaniyên li wê derê dijîn, ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê wê dengên xwe bidin. Ev referandûm dikare bibe berbanga serxwebûna Başûrê Kurdistanê û kevirên sînoran ji nû ve bihûne. Loma jî; divê hemû partî, rêxistin, derdor û kadirên siyasî yên xwe di nav xeta neteweyî û Kurdistanî de dibînin, li gor şert û mercên objektîf tevbigerin û xwe ji bo hemû bûyer û guherînên dibe ku rû bidin amade bikin. Ji bo welatekî serbixwe, neteweyeke azad û civateke demokratîk, wezîfe û pêwîstiyên îro dikevin ser milên me, divê em îro pêkbînin û nehêlin bo sibê; sibê dibe ku dereng be!