Di berbanga serxwebûnê de temsîleke hevbeş a sîyasî pêwîst û lezgîn e – II

Zinar Soran

II) Referandûma serxwebûna Kurdistanê gaveke dîrokî ye

Tevgera rizgarîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê di gelek waran de, di rewşeke gelek taybet, dijwar û metirsiyeke mezin re derbas dibe. Îro li seranserê Kurdistanê plan, lîstik û êrîşên piralî û hovane ji aliyê dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan ve pêk tên. Di van plan û hevkariyên dewletên kolonyalîst de, rola dewleta Îran û Tirkiyeyê xwediyê cihekî taybet û piralî ye. Divê bi taybetî li ser van plan û hedefên dewleta Îran, Tirkiye û hevalbendên wan bê rawestan, armanc û hedefên wan yên rastî bêtir bên eşkere kirin.

Bi awayekî giştî, xetere û metirsiya li ser Kurdistanê û bi taybetî metirsiya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Divê hemû hêz, partî, rêxistin û dezgehên Kurdistanê û gelê Kurd ji bona parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê û berlêgirtina ji nû ve dagirkirina Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi berpirsiyarî tevbigerin; bi hemû hêz û îmkanên xwe nehêlin ev êrîş û armancên dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan serbikevin. Bi awayekî giştî, pêwendiyên hinek rêxistinên bi dewletên kolonyalîst û bi taybetî siyaseta PKKê ya yekrengî, yekdengî, req, bêtolerans û lidijderketina dewleta Kurdistanê, ku bi rewş û siyaseta neteweyî û Kurdistanî nelihevkirî, bêtir keys û fersendê dide dewletên kolonyalîst ku êrîş û planên xwe yên li ser Kurdistanê berfirehtir û geştir bikin. Divê îro ji her demê bêtir partî, rêxistin û gelê Kurdistanê li gel bîr û baweriyên xwe yên cihê, di bin Ala Kurdistanê û bi siyaseteke hevbeş a neteweyî û Kurdistanî, mafê serxwebûna Kurdistanê derxînin pêş.

Di jiyana her miletî de demên dîrokî hene ku divê mirov li gor pêwîstiyên wan tevbigere. Miletê Kurd yek ji miletê kevnare yê Rojhilata Navîn e ku weke her miletî mafê wî jî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike û dewleta xwe ya serbixwe ava bike. Rewşa cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê ya îro, ji her demê bêtir lihevhatî ye ku li Herêma Kurdistanê miletê me, bi awayekî azad û demokratîk qedera xwe bi destên xwe tayin bike û serxwebûna xwe îlan bike.

Wek tê zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Berzanî,  di 7ê Hezîrana 2017an de, bi partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê re civînek çêkir û di vê civînê de biryareke dîrokî; biryara referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê girt. Referandûma serxwebûna Kurdistanê wê di 25ê îlona 2017an de pêk bê.  Biryara referandûmê, biryareke rewa, mafekî xwezayî û di cih de ye.

Biryara Sexwebûna Kurdistanê, li gor Deklarasyona Yekitiya Neteweyan jî meşrû ye

Biryara serxwebûna Kurdistanê, di heman demê de li gor xala duyem ya “Deklarasyona Neteweyên Yekbûyî “ ya 1960an jî biryareke rewa û meşrû ye.  Xala duyem ya vê deklarasyonê bi awayekî zelal diyar dike ku mafê hemû miletan heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike; li gor wî mafî, bi awayekî azad statuya xwe ya siyasî destnîşan bike û bi awayekî azad pêşketina aborî, civakî û çandî taqîb bike.”

Di xala 5an ya vê deklarsyonê û di “hiqûqa navnetewî”  de jî hatiye diyar kirin ku welatên bindest û ne desthilatdar an jî hemû welatên ku serxwebûna xwe bi dest nexistine, ji bo ku bikaribin mafên xwe yên serxwebûneke rasteqîn û azadiyê bikarbînin, li gor daxwaz û îradeya wan a azad, bêyî ku di warê edet, bawerî an jî rengê wan de cihêtîyekê bixînin nav wan, hemû desthilatdarî bê qeyd û şert teslîmî gelên wan welatan bibin, wê tedbîrên lezgîn bêne girtin”.

Eger Yekitîya Neteweyan li gorî van xalên Deklerasyona 1960an tevbigere, divê biryara “serxwebûna Kurdistanê” bi awayekî fermî meşrû bibîne û herweha ji bo gelê Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê bi awayekî aştî û demokratîk îradeya xwe ya azad diyar bike, bi lezginî hemû tedbîrên pêwîst bistîne!

Kurdistan ji alîyê dewletên dagirker û emperyalîstan ve, bêyî îradaya miletê Kurd û Kurdistaniyan hatiye dagirkirin û perçekirin. Miletê Kurd ji bo serastkirina vê neheqiya dîrokî û weke her miletî, li ser axa bav û bapîrên xwe bi awayekî serbest û azad bijî, li hemberî dagirker, emperyalîst û kolonyalîstan gelek caran serî hildaye, têkoşîn û berxwedaneke dûr û dirêj daye; îro jî ev xebat, têkoşîn û berxwedan li her çar perçeyên Kurdistanê  berdewam dike.

Miletê Kurd, miletekî aştîxwaz e; welatê miletekî din dagir nekiriye, miletekî din bi darê zorê nexistiye bin desthilatdariya xwe; ew tenê mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û însanî dixwaze; ew tenê dixwaze wek her miletî li ser axa xwe bi awayekî serbest û azad bijî. Lê miletê Kurd û gelên li Kurdistanê dijîn,  bi dehan caran ji alîyê dewletên dagîrker ve hatine qirkirin û sirgûn kirin. Herî dawî Kurdên Ezîdî, li Herêma Kurdistanê bi jenosîda DAIŞê re rûbirû man û bi hezaran jin û keçên Kurdên Ezîdî dîl hatin girtin.

Heta miletê Kurd jî qedera xwe bi destê xwe tayin neke û nebe xwediyê dewleteke serbixwe, demokratîk û azad; mixabin tu garantî tune ku ev sirgûn, enfal, neheqî û qetlîamên ku hatine serê miletê Kurd û Kurdîstaniyan, dubare û sêbare nebin. Di van şert û mercan de, tenê serxwebûn û dewlata Kurdistanê dikare miletê Kurd û Kurdîstaniyan ji jenosîd, qetlîam û enfalên wiha biparêze. Serxwebûna Kurdistanê, wê ji bo pêşeroja jiyaneke hevbeş a netewe, kêmnetewe, ol û bawerîyên cûda jî bibe bingeh û derfeteke girîng.

Pirsgirêka Kurdistanê, êdî ne tenê pirsa miletê Kurd û Kurdîstaniyan  e; di heman demê de ew, pirsa navçeya Rojhilata Navîn, dewletên Ewropayî û heta radeyekê ya cîhanê ye jî. Heta ev pirsgirêk bi awayekî dadwerî û rewa neyê çareser kirin; wê li heremê pirsgirêk, şer û tevlihevî her berdewam bikin; wê aramî, azadî û demokrasiyeke rastîn neyê heremê; wê encamên şer û aloziyên herêmê tîn û tesîreke mezin li ser civat û dewletên Ewrpoyê bikin; wê li heremê berberî û şerên wesayetî yên dewletên emperyalîst û mezin bidomin û ev jî wê tesîrê li civata wan welatan jî bike.

Bi awayekî giştî, di vê xebat, têkoşîn û hewldana pêvajoya serxebûna Kurdistanê de û bi taybetî ji bo beşdarîyeke berfireh, demokratîk û bi aştî, pêknanîna referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, gelek girîng e ku di serî de hemû hêz, partî, rêxistinên siyasî, civakî û olî, siyasetmedar û rewşenbîrên  Herêma Kurdistanê bi siyaset û helwesteke hevbeş, hemaheng, neteweyî û Kurdistanî  li dora Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî bicivin; piştgiriya referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê bikin; gelê Kurd ji bo referandûmeke azad û demokratîk amade bikin; xebat, têkoşîn û hewldanên ji bo pêvajoya serxwebûna Herêma Kurdistanê geştir bikin.

Herwiha divê hemû hêz, rêxistin, partî û kesên weletparêz ên beşên din ên Kurdistanê jî bê hesabên biçûk, bi her awayî alîkarî û piştgiriya vê referandûmê û pêvajoya serxwebûna Herêma Kurdistanê bikin. Ev referandûm, ne ya partiyekê û ne jî ya kesekî ye, ev mafekî meşrû û demokratîk yê miletê Kurd e. Ev gava pêşî ya sererastkirina neheqiya dîrokî ye.

Bi qasî ku tê dîtin, dewletên ku bi awayekî eşkere û tundî li dijî vê referandûmê derdikevin, di serî de dewleta Îran û Tirkiye, dewletên kolonyalîst in ku Kurdîstan di nav wan de hatiye dabeşkirin.  Lê mixabin, em dibînin ku hinek hêz, partî û kesên Kurd jî li dijî daxwaza referandûm û avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê ne. Li gor wan “dewlet ji bo Ereban, Îraniyan û Tirkan ku Kurdistan di nav xwe de parve kirine û bi hêza dewletên xwe Kurdistan weke kolonî di bin destên xwe de digirin edet e, lê ji bo Kurdan qebehet e!” Bêgûman kesên vê yekê diparêzin dibe ku Kurd bin, lê ne xwediyê siyaseteke Kurdistanî ne. Kîjan dewlet, kîjan rêxistin û kîjan kes dibin bila bibin, yên ku li dijî mafên xwezayî, meşrû, demokratîk û însanî yên miletê Kurd û Kurdistaniyan derkevin, ew dibin şirîkê siyaset û helwesta dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan. Divê em ji bîr nekin ku “Ti tiştek ji bindestî û koletiyê xwelîlisertir tune û herwiha ti tiştek ji serxwebûn, azadî û demokrasiyê jî bi rûmettir tune!”

Ji bo welatekî serbixwe, gelekî azad û civateke demokratîk divê hemû partî, hêz, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan hewl bidin ku xeta neteweyî, demokratîk û Kurdistanî xurtir bikin û piştgiriya referandûma  serxwebûna Kurdistanê bikin. Di encama referandûmeke azad û demokratîk de, gelê Kurdistanê wê bikaribe helwesta xwe ya ji bo serxwebûnê diyar bike. Ev mafekî gelê Kurdistanê yê herî xwezayî û demokratîk e. Lewma jî, divê ti hêz, partî, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li hemberî keys û fersendeke wiha dîrokî bêdeng û bêhelwest nemînin.

III. Garantiya serketina referandûmê, bi beşdariyeke girseyî ya jinên Kurdistanê mimkun e!

Di xebat û şoreşên neteweyî û azadiyê de, fedekarî û piştgiriya jinên Kurdistanê xwedî cihekî gelek girîng û taybet e. Di vê riyê de, zor, zehmetî, jar û azara herî mezin jî dîsa wan kişandiye. Jinên Kurdistanê gelek caran zilm û zordariyeke mezin ji hêzen dewletên kolonyalîst dîtine; ji bo dilê dijmin şa nebe, rondikên çavên xwe di çavên xwe de veşartine; gelek caran li ber çavên wan zarokên wan hatine şehît kirin; ew dayikên şehîdên Kurdistanê ne.

Ev referandûm ji hêlekê ve jî, wê bibe tolhildana şehîdên Kurdistanê. Her kurdekî welatparêz û şoreşger deyndarê şehîdên Kurdistanê ye û divê di 25ê îlonê de, bi serketineke mezin beşeke vî deynê xwe bide. Di vî warî de, temsîl û nûnerên şehîdên Kurdistanê, dayik û xwîşkên şehîdan e. Lewma jî piştî encameke serkeftî ya referandûmê, wê xelat û pîroziya herî mezin, pişk û para dayik û xwîşkên şehîdan be!

Garantiya beşdariyeke berfireh û serketineke mezin ya referandûma serxwebûnê jî, wê dîsa bi beşdariyeke girseyî ya jinên Kurdistanê mimkun be. Ger jinên Kurdistanê bi awayekî çalak tevbigerin û mobilîze bibin, wê gavê bila tirsa kesekî nemîne ku em dê serketineke mezin nîşanî dinyayê, dost û dijminan bidin. Loma jî di vê roja dîrokî de, barekî mezin û wezîfeyeke pîroz dikeve ser milên jinên Kurdistanê. Bi awayekî giştî jinên Kurdistanê û bi taybetî jî dayik û xuşkên şehîdan dikanin roleke gelek mezin bilîzin. Divê ji niha de, jinên Kurdistanê xwe mobilîze bikin; kuçe bi kuçe, mal bi mal bigerin, xebat û têkoşîna ji bo refrandûma serxwebûna Kurdistanê berfirehtir û geştir bikin!

Serxwebûna Herêma Kurdistanê, wê bibe destpêka serxwebûn û azadiya perçeyên din ên Kurdistanê jî. Biryara serxwebûna Herêma Kurdistanê, wê tevgera rizgarxwaziya neteweyî û demokratîk, hest û baweriyên neteweyî û Kurdistanî yên perçeyên din jî xurttir û geştir bike. Teva hemû kil û kêmasî û rexneyên di cih de, parastina destkeftinên Herêma Kurdistanê û piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê wezîfeyeke welatparêzî, neteweyî û însanî ye!

Di vê roja dîrokî û pîroz de, divê em heta kal, pîr û nexweşên ku nikarin bimeşin jî li ser darbestan bikin û wan bibin ser sindoqên referandûma serxwebûna Kurdistanê, da ku cîhan, dost û dijmin bibînin bê miletê Kurd çiqasî bi hesreta serxwebûn û azadiya Kurdistanê dişewite!