Edebiyat û serxwebûn

Ger bibêjim biryara rapirsiya serbexoyî ya di 25ê îlonê de li Kurdistana Fidiral bête pêkanîn,encama ked û xebat û berhemdariya edebîyatvanên me ye ku xwe dispêre hezar salan, dibe ku ji we gelek kes bibêjin tewww û çawa?

Nexwe fermo,

Dest bi xwendina nivîsê bikin.

Tişta ku neteweyekî pêk tîne û wê li ser stuneke qewîm ava dike, bê guman ziman û kultur e. Em dikarin bibêjin ku ziman hevîrtirşê neteweyê ye. Bi saya zimanî em hest, raman, zanîn û daxwazên xwe bi hev re parve dikin. Têkiliyeke durist bi gelên cîhanê re datînin û bandorê li hev dikin. Bi vî awayî bêndera kultura xwe û mîrateya qewmê xwe radigihînin nifşên nû.

Yek ji amûra vê ragihandinê kultur e. Ji ber vê rastîyê tê gotin ku kultur eyneya neteweyekê ye. Wêje jî kakilê kulturê ye. Di nava kultura netewî de ya herî bi bandor û dîyarker wêje ye. G. Jusdanîs; “wêje rojnivîska neteweyekê ye, çîroka rabirdû, îroyîn û pêşeroja wê ye.” Hê wêdetir “ji bo ku neteweyek bibe netew pêdivî bi du tiştan heye: afirandina wêjeya xwe û avakirina sînorên xwe yên fizîkî… Lew re netew ne tenê bi hewceyî tixûbên fîzkî, her wiha divê sînorê zêhna xwe jî fireh bike.”  

Hewldan û çalakiyên bo firehkirina sînorên zêhna neteweyî bêguman bi destê edebîyatê tê kirin (çi ya devkî çi ya nivîskî). Ev edebiyata xwe rêkûpêk kirî û bûyî kanonek edebî, dest bi avakirina nasnameyekî netewî dike. Di vê çîroka kartêker û dilbijîn de di navbera kes, malbat an ayinan de cudahiyek nîn e. Herkes xwe yek ji endamê vê çîrokê dibîne û hîs dike. Di edebîyata kurdî de gelek berhem mînak in bo vê angaştê (dastana Kawa, Kela Dimdim, Mem û Zîn, Helebçe, Şêxê Sen’an, Evdalê Zeynikê, strana Metran Îsa), Ev çîroka duhî ya xweş, serbilind û kartêker, bi ya îro û ya dahatûyeke balatir û serbilindtir ve dibe yek û hêz û şîyana netewî radike pêdarê. Bi qewlê Jusdanîs ve ew baş zanin “Ruhê zimanekî di heman demê de ruhê wêjeya neteweyekî ye.”

Helbet damezrînerên vê çîroka netewî, edebiyatvan in. Lew, ziman alava sereke ya vê çîrokê ye. Vilorras ji bo dewletên ewropiyan wiha dibêje; li van welatan ji bo gel û ji bo rewşenbîran zimanine cuda nîn in. “yekîtiya van netewan jî bi saya zimanê wan ê netewî pêk tê. Ji ber hinde; zimanek çawa tê axaftin divê bi wî awayî bê nivîsandin, ziman û netew yek e. Berxwedan û têkoşeriya bo welatî û ya bo zimanî heman tişt e”. Nugugî jî dibêje “li Efrika nivîskar û siyasetvan di heman demê de eynî kes in û tevlî têkoşînê dibin; ji bo wan pênûs û çek heman alav in lew, di xizmeta azadiya welatê xwe de ne. Ji ber hindê li Efrîka du estetîkên dijber hene; yek estetîka zilm û zordarîyê ya din estetîka têkoşîna netewî”ye. Dîsa Addison Gayle; “xweşikbûna helbest, newa an romanekê ne girîng e, ya girîng ew e ku wê melodî, helbest, lîstik an romanê, jiyana reşikekî çawa xweşiktir kiriye”ye.

Ji van tespîtan jî dîyar dibe ku di navbera edebiyat û serxwebûn (îktîdar, dewlet)ê de têkiliyeke girîng heye. Lew, bê îqtîdarê ne ziman dikare xwe biparêze, ne kultur dikare xwe ragire û ne jî edebîyat dikare ber bi pêş ve here. Ji ber vê ye dinalî nemir şêxê Xanî;

Ger dê hebûya me padîşahek,

Neqdê me dibû bi sikke meşkûk

Ned’ma weha bê rewac û meşkûk

Û bi ser vê rastîya kezebşewat û dilsotîn ew şûrê pênûsa xwe tûj dike û dadikeve qada berxwedanê, bendîtiya wek çarşeveke reştarî daketî ser qedera netewa Kurd bi ristên xwe yên ji hetavê biriqdartir ronahî dike;

Safî şemirand vexwarî durdî

Manendê durê lîsanê Kurdî

Da xelk-î nebêjîtin ku ekrad

Bê me’rieft in, bê esl û bunyad

Ji wê rojê û vir ve hemû edebiyatvanên Kurd, dan du fikr û hizra E.Xanî destnîşankirî û ji bo bidestxweveanîna  serxwebûna welatê xwe têkoşan. Yek ji wan jî H.Qadirê Koyî ye;

 Şîr û Qelem şerîkin lem esreda dîrrêxa

 Şîrîm Qelemtiraşe û kalanîye qelemdan

 ..

 Be şîr û xame dewlet payedar e

 Emin xamen heye şîr ne dîyar e    

 Ku zane dewlet encax bi saya edebiyat (xame) û şîr (hêz û quwet) dikare ava bibe. Ji vir jî em careke din dibinin ku edebiyat û îqtîdar du têgehên bingehîn in di avakirina neteweyê de. Gregory Jusdanîs; “mîsyon û armanca dawiya dawî avakirin û xurtkirina dewleteke serbixwe ye. Lê pêdivî bi tevneke nirx û hestan heye ku civakê li ser lingan ragire.” û pêde diçe “bo damezrandina neteweyekê pêdivî bi çîrok û vegotinên kolektif, homojenkirina ferqiyetên etnîkî û dan qebûlkirina îdeolojiya cimaeteke muxeyel ya li ser hemwelatiyan heye.

Ev rastî dê bimaya li benda Cegerxwîn; “Rêber im, peyamber im, îlham ji esmanê welat”,Xêzên me nivîsîne ayetên Kurd in”, “wezîfey xom her teblîxî Kurd e.” Ev rist jî bi me didin zanîn ku Cegerxwîn dixwaze wê nasnameya ku bingeha wê E.Xanî danî û H.Qadirê Koyî bi goşt û laş kirî, ew qesr û qonaxekê (îqtîdar) jê re ava bike.

“Hebûm seraser, divê hebim ez

Madem hebim ez, çima nebim ez”

Belê,edebiyatvan ji herkesî bêtir li rastiya civaka xwe hay dibin û êş û azara civaka xwe di ruhê xwe de hîs dikin. Tûreya hest û hîsên wan her zindî û çalak in. Her wiha ew aşiqê azadiyê û muptelayê gotin û vegotinê ne. Ew ne kole û bendeyê îro lê spartakusên dahatûyê ne.

Û ayeta talî ya Cegerxwîn;

Bes yekîtî xweş divêtin da ku têk serbest bibin

Men be qurbanî sera û ala rengînê te me!

Bav û kalên me gotine;

Bê Xweda dibe, bê xwedî nabe!

Vêca bi min, divê edebiyatvanên me ji herkesi bêtir bibin palpişta raspirsiya serbexoyiyê.

Ez hêvîdar im di dawiya îlonê de em bikarin mizgîniya “me jî heye xwedanek” ragihînin Xanî û dûndana Xanî.

Hezar silav li ruh û giyanê cangoriyan,

Hezar silav li edebîyatvanan,

Hezar silav li yên di keftlûlefta ragihandina serbexoyiya Kurdistanê de ne.