Çarenivîsa serxwebûna gelê Kurd û Kurdistanê

Ayetullah Aşitî (Berdevkê Hereketa Azadî)

Serxwebûna Kurdistanê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê armanc e, rûmet e, hebûn e.  Serxwebûna Kurdistanê daxwaza mewlana Xalîdê Baxdadî, (şehrezorî) Ehmedê Xanî, Şêx Seîd, Qadî Mihemed û Mele Mistefa Berzanî ye. Serxwebûna Kurdistanê xewn û xeyala gelê Kurd ê sedsalan e, evîna dilê şervan û şehîdan e. Em wek Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa Azadî, Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê bi dil û can pîroz dikin û em ji gelê Kurd û Kurdistanê daxwaz û rica dikin ku şev û roj ji bo serxwebûnê kar û xebatên xwe bidomînin; milet û war û welatê xwe ji bindestiyê derînin, azad û rizgar bikin.

Divê Kurd û Kurdistan li dinyayê bi nav û nîşanên xwe werin naskirin û temsîlkirin. Divê Ala Kurdistanê, ala rengîn jî li her derê cîhanê azad û serbilind biheje.  Li dijî serxwebûnê û Referandûma Serxwebûnê derketin qet nayê qebûlkirin.  Divê hemû Kurdistanî li hember neyar û xayînan hişyar bin, yekitî û piştgiriya xwe xurt û qewîn bikin. Em hêvî dikin ku daxwaza serxwebûnê bi dengên sedî sed were qebûlkirin.  

Wek tê zanîn vê payizê rojên dîrokî li rojevê ne. Çawa ku tê zanîn Referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an wê di dîroka gelê Kurdan de bibe mîladê azadî û serxwebûnê. Gelê Kurd dê di bin serwerî û ewlekariya Herêma Kurdistanê de di 25ê Îlonê de dê îradeya xwe eşkere bike.

Sed sal e ku gelê Kurd ji bo azadî û mafên xwe, bi can û malê xwe di nav şoreşeke dijwar de ye. Di vê rêya azadîyê û serxwebûnê de  gelek qiyam kirine, gelek êş û jan hatine kişandin.  Di diroka qedîm û heta niha gelek komkujî, mişextî, koçberî, talanî, belengazî û zordarî dîtine. Gelê Kurd ku ji qedîm ve li ser axa Mezopotamyayê dijîn, ev 5 hezar sal in li hember talan û dagirkeran xwe diparêzin û çeperên xwe bernadin. Dewletên zordar hemû raman, xeyal, rê û rêbazên şeytanî bikaranin û xebatên demdirêj kirin ku Kurdan di nav gelê xwe de bihelînin lê Kurdan bi hêz û baweriya xwe ferheng, çand, edebiyat, reng û rûsumên xwe parastin û Kurd, her dixwazin bi rengê xwe bin û weke xwe bimînin.

Di van dused salên dawî de çiqas rastî pêvajoyên redkirin, înkar û îmhakirinê hatibin jî ji bo çarenûsa xwe tu caran ji daxwaza gelê xwe dûr neketin. Ji bo ku cihê xwe wek her milletekî di cihanê de bigirin û azadiya welatê xwe û gelê xwe bi dest bixin û dîrokê biguherînin, dixwazin şoreş û xebata xwe biazadî bidawî bînin.

Bêşik, îro di dawiya van êşan, qiyam, mişextî, koçberî, komkujî û inkarê de, gelê Kurd fersendeke hêja û dîrokî bidest xistiye. Kurd, pêwist e dîwarê tirsê xera bikin. Li holê ye ku gelê Kurd heta bigihije vê rojê, jiyaneke gelek dijwar derbas kiriye. Di salên şoreşê yên destpêkê, ji ‘Şoreşa 1961ê Îlonê heta ‘Şoreşa 1991ê Gulanê’, rejîma Baas û taybet jî rejîma Sedam, li hemberî Kurdan şer û komkujiyên ku mînaka wan nehatiye dîtin, li gel xwînxwarên dor û wer pêk anîne. Lêbelê gelê Kurd, tu caran teslimî wê zilm û zordariyê nebûye. Tê zanîn ku di êrişên bi navê Enfalê ku 200.000 û di kîmyabarana Helebçeyê de 5.000 Kurd hatin qetilkirin. Lêbelê Kurd ji daxwaz û baweriya xwe paş de neçûn. Di van salên borî, di serma zivistanê de me dit ka çawa jin û zarok pêxas di nav berf û herîyê de koçber dibin. Koçberiyên girseyî bi elem her hebûn û çîrokên dilsoj, qêrîn û hewar hê jî di bîra mirovan de ne.

Kurd, mîna her insanan dixwazin serbest, azad û bi sere xwe bin. Ev fersend referandûma 25ê Îlona 2017an e, divê hemû hêzên Kurdan ji van qiyam, serhildan û xebatên dîrokî aqil bigirin. Ji bo ku cihê xwe wek her miletî di cihanê de bigirin û azadiya welatê xwe û gelê xwe bidestbixin, pêwîst e, mirovahî bi taybet jî Kurd bi ‘erêniyeke bilind’ piştgiriya vê referandûmê bikin. Pirsa mafê diyarkirina çarenivîsa xwe ku her miletek çarenivîsa xwe bi destê xwe tayin bike, pirseke ne bes ku îro tê minaqeşe kirin e. Ji qedîm heta niha her ev behs heye. Pirsa netewî her çiqas reh û bingeha wê digihijê demeke kevin jî, lê heta niha bi tevahî li cîhanê nehatiye çareserkirin û ji ber vê yekê em jî, bi hemû hêza xwe bi dil û can divê piştgiriyê bidin referandûmê. Îro rojeke dîrokî ye. Gava mal, can, ax, ol û namusa miletekî her dem di xeterê de be, pêwîst e xwe biparêze.

Divê ji gelê Kurdistanê bê pirsin: “Hûn dixwazin li gel Iraqê bijîn an daxwaza we serxwebûn e?” Ev nîşandana îradeyê ye, rêya herî rast e. Hemû ol û bawerîyên heyî, bindestiya miletekî qebûl nakin. Tu qewim, gel ji qewmên din re serî natewîne. Her milet bi îradeya xwe heye. Tu tişt ne di ser îradeya miletê Kurd re ye û ez hêvidar im ji temamê devlet û gelên cîhanê, ku wê êdî rastiyê bibînin. Divê herkes êdî vê rastîyê bizane ku 50 milyon gelê Kurd jî mafê hebûna wan di nav dewletên cîhanê de heye û ev heqek e. Her misilman û însan divê vî mafî biparêzin.

Eger li gor hiqûqa navnetewî tevbigeriyana pêwîst bû îro hemû welatên cîhanê bi taybetî cîhana ku ji xwe re dibêje “pêşketî” bi her awayî piştgiriya miletê Kurd bikira. Hiqûqa ku wan pêk aniye wiha dibêje: “Her miletî mafê wî heye qedera xwe bi destên xwe diyar bike. Ev wî mafî dide miletan ku ew bi xwe li ser statuya xwe ya siyasî, biryar bide û her wiha maf dide wî milletî ku ew bi xwe bi azadî formê pêşketina aborî, civakî û çandî hilbijêre. Dijderketina mafê diyarkirina çarenivîsa xwe yê miletan dijîderketina mafên mirovan e”

Piştî şerê cîhanê, împaratoriya Osmanî perçe perçe bûye, gelek netew jê veqetiyane û ji xwe re komarên xwe ava kirine, lêbelê tenê Kurd bêpar mane. Kurdistan ji ber ku gera şer bû, bêtir hatiye talankirin, şewitandin û heqê netewa wê jê hatiye standin. Kurd, di nav nexweşiyê, xizaniyê, komkujîyan, bêderfetiyê, feqîriyê û cehaletê de maye. Îro ev qeder guheriye. Kurd bûne xwedî hêz û qudret.

Lê sed heyf û mixabin civata navdewletî hiqûqa xwe jî naparêzin. Dema ku rojev Kurd bin hemû ol û hiqûqan jibîr dikin. Eger me di demên berê de şaşitî kiribin jî divê em niha wan şaşiyan dubare nekin ku fersendeke dîrokî hatiye pêşiya me. Îro ji herdemê bêhtir lazim e Kurd qîmeta van demên dirokî baş bizanin û baş bikar bînin û vê fersendê bernedin. Kurd divê siyaseteke pragmatîk bimeşînin.

Û em dibêjin kesên digotin "Xeyala Kurdistanê li Çîyayê Agirîyê Medfûn e" bila qet nekevin nav xeyalan, dîrok niha dibêje roj roja Kurdan e. Pênc hezar sal in li hember her bûyerên li cîhanê qewimîne, kesî nekariye Kurdan bimirîne, bêguman ev xeyala wan jî xeyaleke pûç e. Bi taybetî piştgiriya vê pêvajoyê, ji bo gelê Kurd peywireke dîrokî ye. Ez bang li gelê Kurd dikim û dibêjim "Her Kurdek divê bi dil û can piştgirî bide pêvajoya ku ber bi serxwebûnê ve diçe." Dîsa bangi cihanê dikim ku hiqûqa Kurdan binpê nekin.  Û em jî, dê bi hemû hêz û vîn û bi dil û can piştgiriyê bidin referandûma serxwebûnê.

Em ji tevahiya devlet û gelan hêvîdar in ku herî kêm, çawa ku ji bo masîyekî an jî çûkekê, heywanekî ku hebûna wî li ber xilasbûnê ye jê re seferber dibin û wî diparêzin, mafê hebûn û dewletbûna 50 milyon miletê Kurd, di nav dewletên cîhanê de biparêzin.

Yek ji êşên me yên herî mezin ew e ku hinek ji ferd an jî partiyên Kurdan, zêdetir dikevin pey berjewendiyên xwe. Destkeftên şexsî li pêş serfiraziyên neteweyî digirin. Hinek jî milet û dîn tînin hemberî hev û li ser navê ummetê miletê Kurd dikin xulamên hinekan.

Ew aliyên ku bi çi sedemê dibe bila bibe li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikevin, urfî, siyasî, exlaqî û dîn, di xeletiyê de ne. Ev heqekî tebîî, însanî û îlahî ye. Em wek Hereketa Azadiyê piştgiriyê didin vê pêngava pîroz a Miletê Kurd a ku di pêşengiya Serok Mesûd Barzanî de birêve diçe. Herwiha bangewaziyê dikin ku kî, çi şiyan/karîn/taqet/zanîn/îmkan hebe bila bixe xizmeta vê pêngavê.

Em ji Xwedayê Mezin û Rehman û Rehîm dua û lava dikin ku meşa azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê bêqeza û bêbela bidome û bigihîje asta herî bilind.