Referandûm, nîşana demokratîk a îradeya miletê Kurd e

Sertaç Bucak

Referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an wê di dîroka miletê Kurd de bibe mîladek. Miletê Kurd ê di bin serwerî û ewlekariya Herêma Kurdistanê de 25ê Îlonê dê îradeya xwe eşkere bike.

Ev eşkerekirina îradeyê mîna demokrasiyên pêşketî yên rojavayî, li ser bîngeheke meşrû, di çarçoveya rêgezên navdewletî, li gorî naveroka wê tê amadekirin.

Heta ku miletê Kurd bigihije vê rojê, berdelên gelek giran dan. Di salên têkoşînê yên destpêkê, ji ‘Şoreşa Îlonê (1961) heta ‘Şoreşa Gulanê’, ango heta salên 1991an, di têkoşîna ku bi şîara “Demokrasî bo Iraqê, Otonomî bo Kurdistanê”, Baas û taybet jî rejîma Seddam, li hemberî Kurdan şer û komkujiyên ku mînaka wan nehatiye dîtin, birêvebirin. Rejîma Baas ku her carê qala çareserî û otonomiyê dikir, dawiya dawîn li dijî xaka Kurdan sefer pêk anîn. Lêbelê miletê Kurd xwe radestî vê zilm û zordariyê nekir. Di êrişên bi navê Enfalê de ku li dijî xelkê sivîl pêk hatin, 200.000 û di kîmyabarana Helebçeyê de 5.000 Kurd hatin qetilkirin. Welatê Kurdan hat talankirin. Koçberiyên girseyî û çîrokên dilsoj hê jî di bîra mirovan de ne.

Piştî Seddam û bi avabûna Herêma Kurdistanê re, Kurdan aramî dît. Lêbelê bi êrişên DAIŞê re jî xuya bû ku dewleta Iraqê nikare welatiyên xwe biparêze. Eger Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve neketiba nav amadebaşiyê û li vir nemaze jî eger rola siyasî ya Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî ku di qada netewî û navnetewî de lîst û herwiha hêza asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî nebûya wê welatê Kurdan careke din rûbirûyê karesateke mezin bihata.

Dema ku me ev hemû rêz kirin em ê vê yekê bibînin: Welatê Kurdan û miletê wê, di serdema Baas û Sedam de windahî, zilm û zordariya herî mezin jiya. Hê ev travma derbas nebûbû, me bi êrişên DAIŞê dît ku tekane ewlekarî û misogeriya pêşeroj û parastina mafê jiyanê girêdayî hebûna Herêma Kurdistanê ye.

Geşedanên ku ji destpêka damezrandina dewleta Iraqê û heta niha rû didin, perspektîfeke jiyanê nade xelkê Kurd. Ji parastina xelk û welatê Kurdan dûr e. Herwiha bombeyên ku li Bexda û Başûrê Iraqê diteqin, ji bo jiyaneke hevpar şert û mercên guncaw û erênî ava nake. Destên xwe datînin ser wijdana xwe! Hûn çawa dikarin ji welatiyekî Kurdistanê yê Hewlêrê re pêşniyaz bikin ku ligel Bexdayê bijî?

Di dema êrişên DAIŞê de ne tenê bo Kurdan, ji bo koçberên Iraqî jî û taybet jî ji bo pêkhateyên olî û etnîkî yên ne misilman jî bû stargehek.

Dema ku me ev hemû danîn ber çavan rastiya biryara pêkanîna referandûma serxwebûnê derdikeve holê. Li gorî min divê ji xelkê Kurdistanê bê pirsîn, Hûn dixwazin ligel Iraqê bijîn, an daxwaza we serxwebûn e? Ev nîşandana îradeyê, rêya herî rast e. Tu tişt ne di ser îradeya miletê Kurd re ye.

Kurdistan di vê herêma ku vegeriyaye xeleka ji agir, jiyana ewle, aborî û pêşketina civakî, demokrasî, serdestiya hiqûqê û bi kurtasî pêşerojeke bi ewle û zelal temsîl dike. Ji ber wê yekê “one Iraq” ek nîne ku hin kes û alî hewldanên qanîkirinê ji bo wê didin. Ji ber ku ew der her carê bûye cihê bêîstîqrariyê û bêdengiya goristanan ku dîktatorên hov hespê xwe lê dibezand. Divê raya giştî ya cîhanê û komalgeha dewletan rêzê ji biryar û îradeya miletê Kurd re bigirin ku rastî van karesat û komkujiyan hemûyan hatiye.

Notek ji Kurdên Bakur re: Me li jorê bi awayekî kurt geşedanên qewimî vegotin. Û herwiha gava ku me biryarbûn, tolerans û hewldanên ku harmoniyeke netewî ava dikin yên bi pêşengiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatin birêvebirin, danîn ser hev, divê em bi hemû hêza xwe ku berjewendî û pêşeroja birayên xwe yên Başûrî jî li ber çavan bigirin, divê em piştevaniya referandûmê bikin. Serkeftina referandûma li Başûr girîng e. Herêma Kurdistanê bi cîranên xwe re her tim di nava danûstandin, têkilî û cîrantiyeke baş de bû û em her tim jî ligel wê yekê ne ku têkilî û cîrantiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de xurt be û em dê her ligel vê jî bin. Ji ber wê yekê divê em di wê hayê de bin ku ev heyameke hesas e û ev peywîreke Kurdewarî ye jî. Divê em hewlên xwe ji bo referandûmê û encama wê bi kar bînin û her hewl bidin bo vê armancê. Divê em hewl bidin ku tirsên raya giştî ên Tirkan herî kêm bikin.

Tirkiye bi salan ji ber meseleya Kurdî, bi Iraqeke biîstîqrar re nebû cîran. Paktên Bexda û Cento jî nebûn çareserî. Ez di wê baweriyê de me ku bi dewleta Kurdan ya serbixwe re bibe cîran wê ji bo wan baştir be. Ji ber ku miletê Herêma Kurdistanê ji bo qanîkirina hikûmeta Iraqê û siyasiyên wê çareseriyeke weke modela ‘Çekoslovakya’ pêşniyaz dike. Ne bi şer, ne bi amûrên şer û tundiyê, li gorî îradeya milet, mîna ku li şûna di heman malê de tim bi şer bin, bila bibin  du cîranên baş ku di nav têkilî û danûstandinan de ne. Çima nebe? Miletê Kurd û Herêma Kurdistanê ji bo vê yekê amade ye.