Kurd dikarin li Bakur bi gelek modelên hevkariyê, piştgiriya referandûma serxwebûnê bikin

Mihemed Sanri

 Biryara referandûma ku dê 25ê îlonê de li Başûrê Kurdistanê bo serxwebûnê bê pêk anîn, ne tenê Kurd xistine ber kelecana asoyeke nû yê çarenivîssaz belê, bi awayekî germ di asteke cîhanî de, di ajandaya dost û neyarên Kurdan de jî cih girtiye.

Giringiya vê biryarê ew e ku dê miletekî bêwelat, bêdewlet bibe xwedan welat û xwedan dewlet. Helbet dê encamên vê yên karîger, jeopolîtîk, herêmî û global jî hebin.

Ji beriya herkesî, sê navendên xêrnexwazên Kurdan (Bexda, Tahran, Enqere) dijberiya xwe ya li hemberî vê biryara çarenivîssaz ya miletê Kurd diyar kirin.

Xêrnexwaz dê her karê xwe bikin, qed guman di vê de tune ye.

Lê bi ya min, ya giring ew e ku ka miletê Kurd bi xwe, bi hestek û têgihiştineke ya li ser bingeha nasnameya xwe ya neteweyî dê çawa li pişt vê biryarê raweste? Ya giring ev e.

Çi bi mebestên biçûk an jî yên mezin be, hevkarî, ruhê hevkariyê pir giring e di jiyana şaristaniya kur û keçên mirovan de.

Çîrokeke klasik e dibêje marmarok (majîtanik) bi wê kêriya xwe her kariye çiqas avê bixe devê xwe û bi wê xwestiye agirê ku Hezretê Îbrahim danîne ser vemirîne. Ji majîtanik ewqas hatiye, ew kiriye.

Hevkarî (solidarity) hem tiştekî ewqas  efsanewî ye hem jî ji aliyê kiriyarê ve karekî dînamîk ê guhertina civatê ye di her aseteyî de.

Ji aliyekê ve hevkarî çîmentoya bingehê pêkhateya neteweyî ye jî. Ruh û hestê hevkariyê ye ku miletan wekî hêzeke yêkgirtî li ser piyan dihêle û şiyaneke mezin pê re çêdike.

Bakurê Kurdistanê, perçeyê mezin yê Kurdistanê, li gorî şiyanên xwe dikare hevkariyeke pir baş bo biryara dewletbûna Kurdistanê bide nîşandan. Ev hevkarî dê ne tenê wêrekiyeke xurt bo pêngava dewletê li Başûr pêk bîne, di heman demê de dê çavê xêrnexwazan jî bitirsîne, di heman demê de dê bibe sedema pêkanîna hesteke neteweyî ya nû li Bakur bi xwe jî.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di dîroka nêzîk de çend nimûneyên havkariyeke neteweyî ya nepartîzan ya di nav komalgeha Kurd  de pêk  hatine û ta radeyekê jî mohra xwe li ser siyaset û pêşketina ruhê neteweyî yê li Bakur dane hene.

Yek ji van nimûneyan  mîtingên ku di navbeyna salên 1967-69an de li Bakurê Kurdistanê bi navê “Doğu Mitingleri-Mitîngên Rojhilatê” ji aliyê rewşenbîr û xwendekarên zaningehê yên Kurd ve hatin kirin e. Di esasê xwe de mebesta van mitîngan ya sereke, wê demê hevkariyeke bo başkirina mercên aborî, ewlekariya can û malî bû, bo komelgeha Kurd li bakur.

Slagonên wan mitîngan hemû di bazinê du mijarên de bûn. Yek, dewletê yekcar mercên aborî xerab kiribûn û xerab hiştibûn, du; dewlet serweriya xwe ya li Bakurê Kurdistanê bi darê zorê, bi hêza komandoyan bi rê ve dibe. Zorkeriya leşkerî û qelskirina derfetên aborî, ruhê Kurdên xwedan hest û xwedan têgihiştineke neteweyî dêşîne, radike ser piyan.

Bo nimûne yek ji pankart/bannerên balkeş ew e ku dibêjin; “Dewlet li Rojavayê Tirkiyeyê  Fabrîke û Kar Çêdike, Bo Rojhilat jî Komando û Qereqolan.”

Rêxistina DDKO (Komeleyên Çandî yên Rojhilata Şoreşger) di encama wan mitîngan de derket navê.

Endamên DDKOyê, piştî ku detaya 1971an ji aliyê çar elementên klasîk yên pênasa neteweyekê (dîroka hevbeş, xaka hevbeş, zimanê hevbeş, çarenivîsa -aborî jî di nav de- hevbeş) ve doza miletê di dadgehên faşîzan yên dewleta Tirk de parastin, birin ber serî re. Vê gavê jî gelek rêxistinên Bakur, hewlên rewşenbîriyê li Bakur bingeha wan, DDKO  ye.

Nimûneya din, kîmyebarankirina Helebceyê û koça bi girseyî ji Başûr ber bi Bakur ve ye. Wê çaxê jî gelek kesayetî û derdorên Kurd yên ku xwediyê hesteke neteweyî ne, komîteyeke hevkariyê ya bi navê “Komîteya Rawestandina Jenosîdan û Dabînkirina  Maf û Azadiya Kurdan” ava kirin. Ji bo haya raya giştî ji kîmyabarana Helebceyê çêbibe, trajediya Başûr li cîhanê bide nasîn, vê komîteyê aktîvîteyên gelek karîger kirin; wekî xwepêşandan, panel, konferans, agahdarkirina ragihandina din û gelek aktîvîteyên dîtir..

Piştî doza Helebceyê cihê xwe di wijdana raya giştî ya dinyayê de girt, koçberiya Başur vegeriya ser xaka xwe ya ji êrişên hovane parastî, vê komîteyê ne xwest belav bibe û bi navê Weqfa Lêkolînên Çanda Kurdî, weqfek ava kir. Têkoşîna weqfê ya legal, bi salan dom kir, di dawiyê de bi awayekî fermî bi qebûlkirina vê weqfê cara pêşiyê di dîroka komara Tirkan de saziyeke bi navê Kurdan li Tirkiyeyê hat tomar kirin. Niha jî Weqf karên xwe didomîne.

Ev herdu nimûne jî bi hestên hevkariyeke neteweyî pêk hatin, herdu jî ji hemû cûreyên tûndiyê bi dûr bûn. Yekser bi riyên demokratîk û aştiyane xwestin ruhek, hestek, têgihiştineke neteweyî pêk bînin.

Niha jî başûrê niştimana me, li ber werçerxaneke nû ya dewletbûnê ve diçe. Hemû tehdît û çîrokên ku dijminên Kurd û Kurdistanê û dûvelagên wan derdixin pêşiya vê proseya çarenivîssaz ya miletê Kurd bidin aliyekî. Divê em baş pê bawer bin ku Başûr vê gavê xwediyê wan şiyanan e ku bibe dewlet. Xwedî rêkxistin û bisazî ye, xwedî dîplomasî û fînans e. Ev her sê xisûsiyetên sereke dê Başûr bikin dewlet… divê qet guman di vê de nebe…

Lê divê ev werçerxan, rûhekî din yê nû yê hevkariya neteweyî li seranserê cîhanê de di nav miletê Kurd de pêk bîne.

Bi vê mebestê Kurd dikarin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveyeke demokratîk û aştiyane de gelek kar û çalakiyên havkariyê ji bo Başûr, ji bo netewe û niştimana xwe bikin. 1001 rêyên demokratîk û hevkariyê hene. Proseya referandûma Başurê Kurdistanê êdî dê ji gelek aliyan ve  karîgeriyê li ser formê neteweyî yê miletê Kurd û niştimana wî bike.

Partiyên siyasî komeleyên sivîl, akademîsyen û rewşenbîrên Kurd, rîspiyên Kurd, ciwan û xwendekarên Kurd dikarin gelek aktîvîteyên şiyarkirina hevkariya ruh û hestên neteweyî pêk bînin.

Panêl, pankart, konferans, govend, muzîk, tiyatro, resim, wêne, sînema, vîdeo, sosyal medya, her çi bê bîra we… Dikarin karnawaleke neteweyî saz bikin… qe nebe mirov di xêra wê de bifikire jî her baş e… dijminahiyê neke keviran nexe rêya wê… hevkarî di her astê de her baş e…