“Eloyê Pîr ê Kurdistanê”: Mistefa Barzanî (1903-1979)

27/02/2020 - 21:33 Kategori Raman

Seîd VEROJ

  1. Malbat û jîyana zarokîyê

Mistefa Barzanî, kurê Mihemed e û ew jî kurê Şêx Evdiselamê Yekem e û koka wan digîje şaxekî Mîrekên Amêdîyê. Şêx Mihemedê bavê Mistefa Barzanî, rêvebirê medreseya Barzan bû û ev medrese li vê deverê bûbû cîyê perwerdeyî û xwelêgirtina xelkê mezlûm ê wê derê û serokeşîrên herêmê ji vê yekê gelek aciz bûn. Li ser vê acizîyê, hinek serokeşîrên wê herêmê gilîya Şêx Mihemed ji rêvebirên osmanîyan re dikin. Ji ber vê yekê, bi fermana Siltan Evdilhemîdê Duyem, Şêx Mihemedê Barzanî bi tevî malbatê sirgûnê bajarê Bedlîsê dikin. Ew, li vî bajarê qedîm ê Kurdistanê 1-2 salan di bin çavdêriya rayedarên hikûmetê de dimînin û paşê bi destûra hikûmetê dîsa vedigerin herêma Barzan û Şêx Mihemed di sala 1903yê de koça dawî dike.[1] Lêkolîner Siraç Bilgin ku ji kitêba Lütfü Akdoğan a bi navê Molla Mustafa Barzanî Anlatıyor neqil dike û Barzanî di vê hevpeyvîna xwe de dibêje: “Dema ku ev hedîse qewimî, ez zarokekê 9 mehî bûm.”[2] Ji vê daxuyanîyê em têdigijin ku Mistefa Barzanî di sala 1903yan de ji dayik bûye, roja ji dayikbûna wî jî 14ê Adarê ye. Ew di 9 mehîya xwe de bi tevî malbata xwe bûye mehkûmê koçberkirin û girtîxaneyên Osmanîyan.

Ew, sal û nîvekê jiyana xwe li sirgûn û girtîxaneyê derbas dike û di vê demê de, pirr xedir û tengasîyê dibînin. Di hevpeyvîneke xwe de, wê hengameyê weha dihêne ziman: “Dema ku ez 9 mehî bûm, êrîşê ser gundê me kirine; ji malbata me gelek mêr kuştine, jin hatine singûkirin û bi sedan zarok sêwî hiştine. Malê wan hatine talankirin, gund hatîye şewitandin û yên mayî ji alîyê leşkeran ve bi rêya ew newal û çîyayên asê hatine koçberkirin û gihîştine heta Dîyarbekirê. Li Dîyarbekirê bi tevî hemû malbatên xwe ve hatine hepiskirin. Ez bi xwe jî heta du salîya xwe, di wan hepisxaneyan de mezin bûme. Bêguman ew roj nayên bîra min… Lêbelê ew roj ji bo dayika min, bavê min, birayên min pirr bi êş û azarê derbas bûne.”[3] Piştî ku azad dibin, careke din berê xwe didin çiyayê berz ên herêma Barzan û dev ji doz û dawxwazên xwe yên civakî û neteweyî ber nadin.

Piştî mirina Şêx Mihemed, kurê wî Şêx Evdiselam dibe serokê tekiya û eşîreta Barzan. Di vê pêvajoyê de Şêx Evdiselam, hem serokekê dînî ye û hem jî bi xebata xwe ya sîyasî û neteweyî derdikeve pêş. Zarokatî û perwerdeyîya Mistefayê Şêx Mihemed, di herêma Barzan û Medreseya Şêx Evdiselam de derbas dibe. “Di perwerdebûna Mistefa Barzanî de, pirr tesîra kekê wî yê Şêx Ehmed çêbûye. Şêx Ehmed alimekî muderîsê medreseya Barzan bû û xusûsen ji bo ku Mistefayê birayê wî baş bête perwerdekirin û bibe xwedî kultureke piralî, gelek hewl daye. Lêbelê keysa (firsenda) xwendinê nemaye, her du bira jî di ciwanîya xwe de ketine nav têkoşînê.”[4] 

Mistefa Barzanî dema ku 11 salî bû, kekê wî Şêx Evdilselam Barzanî li bajarê Mûsilê li ber çavê wî tête darvekirin. Ev bûyer li ser wî pirr tesîr dike û xwe bi xwe biryar dide dibêje: “Li şûna ku meriv bi neheqî bête darvekirin, li serê çîya û daristanan ji alîyê guran ve bête parçekirin, baştir e. Wê gavê min sond xwar ku ez dê bi tu awayî nekevim van hepisxaneyan; rev, mirin û parçebûna li serê çiyan baştir e ji mirina di bin destê walîyekî weha xedar de.”[5] Barzanî bi van hestan dest bi têkoşînê dike. Ew ji alîyê felsefî û sîyasî ve şagirtê dibistana Şêx Evdiselam û xwendevanê ber destê Şêx Ehmed e. Ji ber vê yekê, eger ku mirov Şêx Evdiselam nas neke, felsefe û armanca wî tênegîje, naskirin û têgehîştina Mistefa Barzanî jî kêm dimîne. Ji xeynê wê, “Ew jî wekî her ciwanekî kurd li gund kar û barê malbatê dike, hînê cotkarî û şivanîyê dibe, hînê nêçîrvanîyê dibe, di nav daristanên mazîyê de nêçîra kewan, berazan, hirçan û ajalên kovî yên din dike.”[6]

  1. Şêx Evdiselamê Barzanî: Serokekî reformîst û neteweparêzê kurd

Evdiselamê kurê gewre yê Şêx Mihemed, navê kalikê xwe girtibû. Ji ber vê yekê, ew, bi navê Evdiselamê II tête binavkirin. Evdiselamê II, di sala 1868an de ji dayik bûye. Piştî ku bavê wî diçe ber dilovanîya Xwedê, di şûna wî de Şêx Evdiselamê II tête destnîşankirin. Dema Mewlana Xalidê Nexşebendî tê serdana tekiyaya Barzan, Şêx Evdiselam bi postê xelîfetîyê destnîşan dike. Di vê demê de, desthilatdarî û sîstema “mîrektîyê” li tevayê Kurdistanê ber bi têkçûnê ve diçe. Rola pêşengîya sîyasî, derbasê ulema û şêxan dibe. Di vê çarçoveyê de wekî gelek herêmên Kurdistanê, li herêma Barzan jî rola serokatîya dînî û komelayetî digîje hev. Heman demê di nav sînorên Împeratorîya Osmanî de û li herêma Kurdistanê jî pêla fikra neteweyî belav dibe. Di encama vê de serokatîya dînî, komelayetî û neteweyî digîje hev. Şêx Evdiselamê II jî, bi vê mîsyon û berpirsyarîyê derdikeve pêş û ew, piştî Şêx Ubeydulayê Nehrî, dibe heleqeya duyemîn a vê pêvajoyê.

Şêx Evdiselam bi vê mîsyonê dest bi xebatê dike û dixwaze di destpêkê de eşîrên herêmê; Şîrvanî, Dolemerî, Mizorî, Berojî, Nizarî, Gerdî, Herkî û Binecîyan bihêne ber hev û pêşiyê di navbera kurdên herêmê de yekîtîyekê pêk bihêne. Di encama vê yekîtîyê de, konfederasyona eşîrên herêma Barzan çêdibe. Barzan, navê herêmê ye û navenda konfederasyona van eşîran e, ne navê eşîrekê ye. Ji wê şûn ve jî hewldanên rêkxistina eşîretan dewam dike û digel wê, biryara pêkanîna hinek reformên pirr girîng ên komelayetî (civakî) û sîyasî jî hatine girtin. Di wergirtina van biryaran û bicîkirina wan de, rola xalê wî Ehmed Axayê Bîrsîyevî gelek girîng e. Di wê demê de li herêmê biryara pêkanîna van reformên sosyal hatine girtin:

  • Rakirina milkîyetê.
  • Belavkirina erd (axê) bi ser cotkaran ve.
  • Qedexekirina qelen/qelind û zewaca bêdil.
  • Sazkirina (rêkxistina) têkilîyên komelayetî li ser bingeha wekhevî û edaletê.
  • Divê li hemû gundan mescîd (nimîngeh) bêne avakirin; ev der, bi tevî karên dînî bibin wek ciyên îstişare (pevşêwirandinê), navendên sosyal û ciyê çareserkirina meseleyên gundîyan.
  • Di her gundekê de pêkanîna konseyên ji bo çareserkirina meseleyên gund û gundîyan.
  • Divê bi serokatîya kesên berpirsyar ji hemû eşîretan hêzên parastinê bêne pêkanîn.[7]

Dema em bala xwe baş bidin naveroka van reforman, tesîra pêleke giştî hebe jî, pirr bi zelalî dîyar dibe ku wê demê têgehîştineke reformxwazîya wekî ya Evdiselam Barzanî, ne tenê li herêma Kurdistanê, di nav Împerataorîya Osmanî û sîstema Şahîtîya Îranê de jî xuya nabe. Lewra sala 1906an li Îranê û sala 1908an jî di nav Împeratorîya Osmanî de Tevgera Meşrûtiyetê dest pê kiribû, lêbelê naverok û çarçoveya reformên her du împeratorîyan jî bi qasî yê Şêx Evdiselam Barzanî berfireh û radîkal nebûn.

Şêx Evdiselam Barzanî, bi van biryar û reformên xwe tesîreke girîng li ser civaka kurd dike û dixwaze bi hemû beş û alîyên Kurdistanê re têkilîyên xwe xweş û geş bike. Ew ji alîyekî ve serdana serokeşîr, ulema û şexsiyetên pêşhatî yên kurdan dike, ji alîyê din ve jî bi rewşenbîrên kurd ên li Stenbolê re têkiliyên xwe bi pêş ve dibe. Wî êdî qîma xwe tenê bi reformên civakî nedianî, herweha armanceke neteweyî jî danîbû ber xwe. Ji bo vê, digel serokeşîrên herêmê bi şexsiyet û serokên wekî Şêx Mehmûdê Berzencî, Ebdurezaq Bedirxan, Simkoyê Şikakî, Seyîd Evdilqadirê Nehrî, Mihemed Emîn Bedirxan, Şerîf Paşayê Kurd û wd. re di nav têkiliyan de bû.

Şêx Evdiselam, ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên miletê kurd, di bihara sala 1907an de li gundê Brîfkan û di mala Nûr Mihemedê Birîfkanî de bi tevî serokeşîr û giregirên kurdan civîneke berfireh rêkdixin. Di dawîya vê civînê de, ji bo qebûlkirin û nasîna mafên neteweyî yên miletê kurd, bi erêkirina hemû beşdarvanan ji rêvebirên Împeratorîya Osmanî daxwazên li jêrê têne kirin:

  • Divê zimanê kurdî li herêmên kurdan wek zimanê fermî bête qebûlkirin.
  • Perwerdeyî bi zimanê kurdî bête kirin.
  • Divê qeymeqam, midurên nehyeyan û memûrên li herêmê bi awayekî baş bi zimanê kurdî bizanin.
  • Ji ber ku dînê dewletê Îslam e, divê biryarên mehkemeyan li gorî hikmê şerîetê bin.
  • Baca ku li herêmê tê berhevkirin, divê ji bo çêkirina dibistan û rêyên li Kurdistanê bête xerckirin.[8]

Piştî ku ev daxwazname digîje ber destê rêvebirên Dewleta Osmanî, ev daxwaz, wek serhildanekî û cudaxwaziyê têne nirxandin û ji ber vê yekê di payîza 1907an de bi serleşkerîya Mihemed Fazil Paşayê Daxistanî hêzeke mezin a leşkerî rê- dikin ji bo destgîrkirina Şêx Evdiselam û dagirtina herêma Barzan. Di êrîşa yekemîn de bi ser nakevin û careke din bi piştgirîya hinek eşîrên herêmê, êrîşeke hîn berfireh dibin ser wan. Wekî gelek caran, hevpeymanên wî li ser peymana xwe namînin, bergiriyê nakin û hêza leşkerî ya osmanî bi giştî diçe bi ser Şêx Evdiselam ve. Ew, nêzîkê du mehan li ber xwe dide û paşê ji bêgavîyê mintiqa Barzan terk dike û diçe herêma Teyarî li nik Mar Şamûnê Asûrî. Mar Şamûn bi awayekî pirr baş û dostane pêşwazîya wî dike. Ji wê rojê ve hetanî îro, tovê dostanîyeke zexm di navbera tevgera azadîya Kurdistanê û Asûrîyan de hatîye avêtin.

Daxistanî di vê êrîşê de herêma Barzan wêran û talan dike, gelek jin û zarokên bêguneh destgîr dike. Mistefa Barzanî jî wê demê zarokekî nêzîkê çar salî bûye, ew jî bi tevlî dayika xwe ji alîyê leşkerên osmanîyan ve tê destgîrkirin û wan dibin li hepisxaneya Mûsil dixin zîndanê.

Şêx Evdiselam di sala 1908an de vedigere herêma Barzan û hêzên xwe li çîyayê Şîrîn berhev dike. Peyderpey şerê di navbera kurd û hêzên leşkerî yên osmanî de gurr dibe û dawîyê bi îmzekirina peymaneka dualî, hêzên leşkerî yên osmanî bi paş ve hildikişin. “Di 2yê tebaxa sala 1909an de, ji bo gilîkirina Şêx Evdiselam, ji layê şaredar û hinek giragirên Akrê ve têlgrafek ji hikûmeta osmanî re tête şandin ku di vê têlgirafê de, bi tevî hinek tiştên din, ew, ji ber “îstiqlalparêzîyê” tête gilîkirin.”[9] Di vê demê de walîyê Mûsilê Fazil Paşa, li ser vê gilîkirinê ji nû ve dest bi şopandina Şêx Evdiselam dike.

Şêx Evdiselam di van 4-5 salên sikûnetê de xebata xwe ya neteweyî û civakî berdewam dike û Esat Paşayê walîyê Mûsilê jî sîyaseteke hîn nerm û maqûl dimeşîne. Lêbelê Îtihad û Teraqîyê di sala 1913an de, careke din bi darbeyekê desthilatdarîya dewletê bi dest xist. Piştî wê Esad Paşa, bi hevkarîya digel Şêx Evdiselam tawanbar kirin û di şûna wî de Silêman Nazîfê Diyarbekirî ku bi eslê xwe kurd bû ji bo walîtîya Mûsilê tayîn kirin. S. Nazîf ji bo destgîrkirina Şêx Evdiselam, careke din leşkeran rêdike bi ser herêma Barzan ve. Di vê navberê de Dewleta Osmanî fermana girtina wî derdixe û ji bo vê yekê jî xelateke giran dîyar dike. Ber bi dawîya sala 1913an, di navbera her du alîyan de careke din lej û pevçûnan dest pêkirîye. Di vê pêvajoyê de li Bedlîsê jî bi serokatîya Mele Selîm, li hemberê Împeretorîya Osmanî tevgereke nû dest pê kiribû. Evdirezaq Bedirxan ku wê demê li herêmê xebata rêxistinî dikir û bi dewleta Rusiyayê re jî di nav têkilîyê de bû. Ew dibêje: “Li Wezareta Derva ya Rusyayê, li ser serhildana Bedlîsê û Şêxê Barzan ji min pirsîn, min got; ku şêxê Barzan merivekî gelek girîng e û hêja ye piştevanîya wî bikin.”[10]

Şêx Evdiselam, ji ber pêwistî û amadekarîyeke berfireh û pêkanîna têkiliyên pêdivî yên dîplomatîk, naxwaze bi artêşa osmanî re şer bike. Derbasê rojhelatê Kurdistanê dibe û diçe nik Seyid Tehayê kurê Mihemed Sidîqê Nehrî û ji wir ve jî serdana Simko Axayê Şikakî dike.

Şêx Evdiselam bi tevî Simko li Urmiyê bi konsolosê Rûsyayê re hevdîtinê dikin û ji wir ve jî berê xwe didin Tiflîsa Gurcistanê, da ku li wê derê Evdirezaq Bedirxan bibînin û paşê jî bi rêvebirên Rûsyayê re hevdîtinan pêk bînin, ji bo piştgirîya serhildanek berfire ya neteweyî. Di vê navberê de Şerê Yekem ê Cîhanê jî dest pê kiribû û armanca wan ew bû ku karibin di vê hengameyê de piştgirîya dewleteke wekî Rusya bigirin.

Piştî hevdîtina bi rêvebirên Rûsyayê re, ew û Simko bi hev re vedigerin û li Salmastê bi tevî sê parastvanên xwe ji Simko vediqete. Dema ku ew di gundê Gergeçînê re derbas dibin, Şêx Celal û Şikakîyek bi navê Sofî Evdila diçin pêşiya wan û bi îsrar dixwaze ew bibin mêvanê wî. Ew, daxwaza sofîyê dilreş naşikîne û dibin mêvanê wî. Dema ew di xew de ne, ji alîyê Sofî Evdila û merivên wî ve têne girtin û wan di herêma Sîroyê de bi wergirtina xelateke baş teslîmê leşkerên osmanîyan dikin. Şêx Evdiselam ji wir dibin bajarê Wanê. Bi midaxeleya navenda Îtihad û Teraqî û Silêman Nazîfê Dîyarbekirî yê walîyê Mûsilê, wî ji wanê dibin bajarê Mûsilê. Di dawîya mehkemeyeke sivik de, ji bo Şêx Evdiselam û hevalên wî biryara darvekirinê tête dayin. “Li ser daxwaza Siltan Mehmed Reşad û Enwer Paşayê Nazirê Herbîyê, sebebên biryara darvekirina mehkemeyê ku ji şeş bendan pêk hatibû, ji bo Wezareta Herbiyê tête şandin. Di bendekê vê biryarê de hatîye nivîsandin ku ji layê Şêx Evdiselam ve bi navê “Dîvanî/Dîwanî” rêxistinek veşartî hatîye damezirandin. Biryara darvekirina wan di roja 26/10/1914an de, ji layê Siltan Mehmed Reşad, Sadirezam Mehmed Said û Enwer Paşayê wekîlê Serokerkan ve di roja 26/11/1914an de tête erêkirin.[11] Ji erêkirina biryarê şûn ve di roja 14.12.1914an de, Şêx Evdiselam û hevalên wî li bajarê Mûsilê têne darvekirin. Piştî darvekirina Şêx Evdiselam, di şûna wî de Şêx Ehmedê Barzanî tête hilbijartin ji bo serokatîya dînî û sîyasî ya eşîrên herêma Barzan.

  1. Mistefa Barzanî di rêka têkoşîna rizgarîy neteweyî de

Dema ku neteweperwerê kurd Şêx Evdiselam û hevalên xwe hatin darvekirin, birayê wî yê piçûk Mistefa Barzanî yanzdeh salî bû û digel hinek heval û endamên malbatê, ew jî li ciyê darvekirina wan de hazir bû. Mistefa Barzanî di bîranînên xwe de dibêje: Piştî ku min bedena kekê xwe bi sêdarê ve daleqandî dît, min ji xwe re got, êdî hîç nabe ku bikevin ber destê dijmin û ev yek bû prensîbeke jîyana min. Ew jiyana ku bûye parçeyekê girîng ê dîroka sîyasî ya sedsala 20an a miletê Kurdistanê, belkî li dinyayê naşibe jiyana tu serokekî. Ji ber vê, di kurtenivîsekê de ji her layî ve danasîna Mistefa Barzanî, bêguman dê gelek kêm bimînê.

Destpêkirina Şerê Yekem ê Cîhanê, li hemû deverên Kurdistana Osmanî rewşeke nû derxist holê. Xebata hemû rêxistinên wê demê yên kurdan hate betalkirin; Cemîyeta Neşrî Mearîf a Kurdan, Cemîyeta Hêvî û weşana wê ya bi navê Rojî Kurd û Hetawî Kurd hatin rawestandin. Beşekê pirr girîng ê rewşenbîr û kadirên sîyasî yên tevgera kurd hatin rêkirin ji bo çeperên şer, baca li ser pişta gelê Kurdistanê bi çend qatî hate zêdekirin, di vê hengameyê de nêzîkê 600-700 hezar kurd ji Kurdistanê hatin sirgûnkirin. Hejmara kesên sirgûnkirî, ji nîvî zêdetir wekî ermenan di rê de ji ber rewşa xerab a rêwîtî û birçîtîyê mirin an jî hatin kuştin. Di gulana sala1916an de, bi peymana veşartî ya Syekes-Picotê ku ji layê dewletên Emperyal ên wê demê ve hatibû amedekirin, axa Kurdistana Osmanî bi ser dewletên nû yên herêmî ve hate parvekirin. Di dawîya sala 1918an de, bi îmzekirina Peymana Mondrosê Şerê Yekem ê Cîhanê bi dawî hat. Bi tevî hemû xebat û hewldanên dîplomatîk, kurdan nekarî di komcivîn û eywanên xemilandî yên aşitîyê de, bi rêya sîyasî tiştekî bi dest bixin. Di encama vê rewşa nû de, li başûrê Kurdistanê bi serokatîya Şêx Mehmûdê Berzencî, li hemberê hêzên mandater û emperyal ên Brîtanya û hikûmeta nû ya Iraqê şerê çekdarî dest pê kir.

Dema ku li herêma Silêmanîyê dijraberê hêzên emperyal ên Brîtanyayê şer dest pê kir, Mistefa Barzanî xortekî hevdeh salî bû. Şêx Ehmedê Barzanî, bi tevî eşîretên herêmê biryara piştgirîkirina Şêx Mehmûd didin. Mistefa Barzanî, cara yekemîn ji bo piştgirîya Şêx Mehmûd Berzencî digel dused pêşmergeyan diçin alîkariyê, lê hîn nagîjin qada şerî, şer xelas dibe. Bi vê tevger û pêngavê, êdî Mistefa dibe pêşmerge Mistefayê Barzanî. Wan hetanî destpêka salên 1930ê, bi veşartî yan aşkere piştgirî dane tevgera bi serokatîya Şêx Mehmûd. 

Ji demekê kin ê aramîyê şûn ve, vê carê li hemberê wan, bi alîkarîya eşîretên dijraber ên herêmê, di nîvê meha adara 1932an de êrîşên hikûmeta nû ya Iraqê û hêza dagirker a Brîtanyayê dest pê kirin. Di vê êrîşê de piştî ku hêzên hikûmetê şikest xwarin, di meha hezîranê de balafirên bi girêdayî Hêzên Asîmanî yên Brîtanyayê dest bi bombebarandina herêmê kirin. Balafirên Brîtanyayê çi tiştê ku li erdê tevbigeriya, bombe li ser wan dibarandin. Li hemberê vê bombebarana bêsînor, Şêx Ehmed ji bêgavîyê digel serokeşîrên herêma Barzan kombûnek pêk dihêne û di vê kombûnê de biryara îlticakirina ji bo Tirkiyê tête girtin. Di encama hevdîtinên bi hikûmeta wê demê ya Tirkiyê re, bi şertê ku kesên çekdar di nav de tune bin, di 20ê hezîran 1932an de, bi taybetî serok û malbatên ku di lîsteya hikûmeta Iraqê de bûn, bi tevî zarokên xwe derbasê Tirkiyê bûn. Piştî ku ew derbasê nava Tirkiyê bûn, Şêx Ehmed û du hevalên wî birin Anqerê û di çarçoveya îqameta mecbûrî de ew li Anqerê man, beşê din ê Barzanîyan jî birin Erzeromê bi cî kirin û paşê ji wir ve jî birin Ezirganê. Li ser vê cudakirinê, Barzanîyan bi berdewamî serdana rêvebirên herêmî yên hikûmeta Tirkiyê dikir ku wan û Şêx Ehmed bînin nik hev. Dawîyê rêvebirên Tirkiyê mecbûr man ku wan bînin nik hev, ji vê şûn ve jî careke din hemû bi hev re rêkirin herêma Gewer û Şemzînanê. Rêvebirên Tirkiyê di Adara 1933an de, bi rêya Cizîr-Zaxoyê Şêx Ehmed teslîmê hikûmeta Iraqê kirin û li ser vê bûyerê beşê din ê Barzanîyan jî ji Tirkiyê derbasê alîyê din bûn û berê xwe dan herêma Barzan. Şêx Ehmed hetanî dawîya sala 1933an li Mûsilê di bin çavdêrîya hikûmetê de ma û paşê destûra vegera wî ya ji bo herêma Barzan hate dayin.

Piştî demeke kurt bi minasebeta hevdîtinekê, careke din Şêx Ehmed vexwendin Mûsilê û bi rêzdarî ew pêşwazî kirin. Dema ku ew li Mûsilê bû, li ser daxwaz û bext dayina rêvebirên hikûmetê, peyayêk dişîne nik Mistefa Barzanî da ku ew jî bête Mûsilê ji bo pêkanîna aşitî û aramîyê. Lêbelê hikûmeta Iraqê bêbextiyê li wan dike û wan destgîr dike, herweha birayê wan Mihemed Sadiq, Babo, zarokên Şêx Evdiselam û malbatên wan jî dihênin bajarê Mûsilê û ji wir ve jî bi sirgûniyê rêdikin Bexda û paşê jî berê wan didin Nasiryeyê. Di vê navberê de, ji ber vê polîtîkaya girtin û sirgûnkirinê li herêmê peyderpey pevçûnan jî dest pê kiribû. Hikûmeta Iraqê mecbûr ma ku di sala 1939an de, Barzanîyan ji Nasiryeyê vegerînin Silêmanîyê.

  1. Hîwa û Konseya Azadî

Mistefa Barzanî dema ku li bajarê Silêmanîyê bû, bi welatparêzên wê derê û rêxistina veşartî ya Hêvî (Hîwa)yê re peywendiyên germ pêk anîbû. Bi tevî destpêkirina Şerê Duyem ê Cîhanê, hikûmeta Brîtanyayê û bi wê ve girêdayî hikûmeta Iraqê jî bala xwe bêtir dan ser şerê nû û herweha di navbera hikûmeta Iraq û Brîtanyayê de jî hinek nakokî peyda bûbûn. Mistefa Barzanî û du hevalên xwe di vê rewşa hanê de bi piştgirîya rêxistina Hêvîyê, ji bo destpêkirina tevgereka nû di roja 12.07.1943an de ji bajarê Silêmanîyê berê xwe dan herêma Barzan. Di nav demeke kin de, nêzîkê 2000 pêşmerge li dorûberê Mistefa Barzanî berhev bûn û her roja ku derbas dibû pevçûnên navbera hêzên kurd û hikûmeta Iraqê zêdetir dibûn. Hikûmeta Iraqê ket tengasîyê û mecbûr man ku bi M. Barzanî re dest bi danûsendinan bikin. Di encama van danûsendinan de peymaneke agirbestê di navbera her du alîyan de hate îmzekirin û li gor bendeke vê peymanê, diviya Şêx Ehmed û hemû Barzanîyên din ji Silêmanîyê vegerin herêma Barzan.

Hikûmeta Nûrî Saîd roja 03.06.1944an de îstifa kir û di şûna wê de bi serokatîya Ednan Paçacî hikûmeteke nû li Iraqê hate damezirandin û vê hikûmeta nû peymana pêkhatî fesih kir. Li ser vê yekê, di dawîya gengeşî û kombûnên berfireh de Konseya Azadî hate damezirandin û M. Barzanî ji bo serokîya vê konseyê hate hilbijartin. Li ser nirxandina rewşê, raportek ji bo rêxistina Hêvîyê hate rêkirin. Bi piştgirîya vê rêxistinê û bi serokatîya M. Barzanî tevgera rizgarîya Kurdistanê, di 8ê Tebaxa 1945an de ji nû ve dest bi şer kir. Di gelek mîhwerên şer de, artêşa Iraqê zaîyatên pirr mezin dan û dawîyê careke din bi îxaneta eşîretên herêmê û bi qeweta îngilizan, tevgera ji bo azadîya neteweyî hate têkbirin. Barzanî mecbûr man ku bi tevî hejmareke pirr zêde ya xelkê siwîl derbasê rojhelatê Kurdistanê bibin.

  1. General Mistefa Barzanî; Serokerkanê Komara Kurdistanê

Mistefa Barzanî, digel heval û pêşmergeyên xwe, xelkê siwîl jî di nav de bi tevî 2500 kesan gihîştibûn sînorê rojhelatê Kurdistanê. “Hatina Barzanîyan ji bo rojhelatê Kurdistanê, di encama peywendîya bi serkirdeyên tevgera rojhelatê Kurdistanê û rayedarên Yekîtîya Sovyetê de û bi erêkirina hevalên wî yên Konseya Azadî û Şêx Ehmed Barzanî pêk hatibû. Pêşmerge û malbatên Barzanîyan, di roja 11/10/1945an de bi rêya Keleşîn-Mergewer derbasê Kurdistana Îranê bûn. Ew bi awayekî germ ji alîyê kurdên rojhelatê ve hatin pêşwazîkirin. M. Barzanî, ji ber zixtên Brîtanya û Iraqê, ji bo ku ji ber çavan dûr bimîne, demekê li gundê Mîravaya Serdeştê dimîne. Ew, di dema merasîma ragehandina Komara Kurdistanê  de tête vexwendin û ji Newroza Adara 1946an şûn ve bi tevî pêşmergeyên xwe di nav hêza sereke ya parastina Komara Kurdistanê de cîyê xwe girtin.”[12] Bi destûr û fermana Qazî Mihemed, Wezareta Berevanî ya Komara Kurdistanê ji bo çar serokên hêzan (hozan) rutbeya generalîyê dan; Mihemed Husên Xanê Seyfî Qazî, Mele Mistefa Barzanî, Mihemed Reşîdxanê Qadirxanzade û Emer Xanê Şikak.[13] Mistefa Barzanî bû serleşkerê Komara Kurdistanê û pileyê generalîyê girt, gelek hevalên wî jî di nav rêza artêşa Komarê de kar û wezîfeyên girîng girtin ser milê xwe, tevlî gelek pevçûnan bûn û her carê bi serkevtî derketin,  heta ku Komara Kurdistanê hate rûxandin.

Berîya ku leşkerên Îranê bikevin sînorên Komara Kurdistanê, dîtina M. Barzanî ew e; ku li hemberê êrîşên dewleta Îranê, bi hemû hêz û karîna neteweya kurd Komar bête parastin. Lêbelê bi serokatîya Pêşewa Qazî Mihemed qebîneya hikûmeta Komara Kurdistanê berhev dibe, piştî nirxandina rewşa sîyasî, biryara şernekirinê tête girtin. Li ser vê biryara qebîneya Komarê, Barzanî jî rewşa nû dinirxînin û bi rêvebirên Îranê re jî hinek hevdîtinan pêk dihînin. Pêşniyazên ku ji layê rêvebirên Îranê ve ji bo wan têne pêşkêşkirin, nayên qebûlkirin û di dawiyê de ew jî biryara vekişîna ji Îranê didin.

Piştî vê biryarê, di hevdîtina dawî ya Serokkomar Qazî Mihemed û General Mistefa Barzanî de; Serokkomarê Kurdistanê, alaya neteweyî ya Kurdistanê ku li ser maseya wî daçikandî bû hildide, radimûse, dipêçe û dirêjê destê M. Barzanî dike. Ji wî re dibêje: “Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.”[14] Di dema mehkemekirina Pêşewa Qazî Mihemed de, yek ji sebebê sucdarkirina wî jî, hatina Barzanîyan ji bo rojhelatê Kurdistanê bû. Qazî Mihemed li ser vê pirsa mehkemeyê weha dibêje: “Barzanî, ne bîyanî ne, ew ji odeyek mala xwe hatine odeyeka din”.

Di dema bi paş vekişîna Barzanîyan de, artêşa Îranê ji bo bêrûmetkirin û şikandina wan, tirsandina gelê rojhelatê Kurdistanê hewl da ku li hinek herêman û mîhweran şerê wan bike, di van şeran de bi artêşa Îranê re pevçûnên dijwar çêbûn, her carek artêşa Îranê şikandin, hejandin û mecbûrê bi paş ve hilkişînê kirin.

  1. Barzanî û hevalên xwe yên endamên Konseya Azadî, digel sîyasetmedar û rewşenbîrên başûrê Kurdistanê, di 16 Tebaxa 1946ê de Partiya Demokrat a Kurdistanê damezirandine. Ji wê gavê şûn ve, êdî ciyê Konseya Azadîyê, Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) digre. Piştî ku bi temamî ji nav sînorên Îranê hilkişiyan û malbatên siwîl bi tevî Şêx Ehmed derbasê başûrê Kurdistanê kirin, “Di 19ê meha gulana sala 1947an de, digel 506 hevalên xwe”[15] sînorên sê dewletan (Iraq, Îran û Tirkiyê) bihûrîn û di 18ê hezîrana 1947an de gehiştin ber derîyê sînorên Yekîtîya Sovyetê. Dema ku ew li Yekîtîya Sovyetê diman, ji alîyê rêvebirên rejîmê ve gelek tengasî û zehmetî ji wan re hatine derxistin. Bi tevî hemû astengîyan M. Barzanî, piştî mirina Stalîn ji Ozbekîstanê bi veşartî diçe Moskowayê û ji bo hevdîtina bi rêvebirên Sowyetê re li ber derîyê seraya Kremlînê, dest bi greva rûniştinê dike û çalakîya wî sê rojan berdewam dike. Dawîyê daxwaza hevdîtina wî ya bi Seraya Kremlînê re tête qebûlkirin û bi tevî Nikîta Kruşçev û heyeta wî hevdîtinek pêk dihênin û di vê hevdîtinê de serok N. Kruşçev ji wî re dibêje: “Tu çima bê agadarîya rêvebirên Taşkentê hatîyê Moskowayê? M. Barzanî di bersivê de dibêje: “Vê gavê yê serkevtî ez im. Lewra min dixwest dengê miletê kurd bigehînim koma Kremlînê, koma herî bilind a rojhelatê. Ez hatime Yekîtîya Sovyetê ku derd û pirsgirêkên miletê kurd bînim ziman; em mileteke mezlûm in û welatê me kirine çar parçe. Kurdan bawerîya xwe bi min anîne. Hûn, dewleteke mezin in û dibêjin em piştgirîya gelên bindest dikin. Ji ber vê yekê ez hatime vira û min li derîyê Kremlînê daye. Ji bo serkevtina doza rewa ya miletê kurd piştgirîya we dixwazim.”[16]
  2. Vegera ji Yekîtîya Sovyetê, bandora wî ya li ser tevgera neteweyî ya Kurdistanê û peymana 11ê Adarê

Dema ku Barzanî û hevalên xwe li YSê penaber bûn û Şêx Ehmed jî li Iraqê di zîndanê de bû, di navbera Komara Tirkîyê û Melîkê Iraqê de, roja 24ê Gulana 1955an peymana “Pakta Bexdadê” hate îmzekirin. M. Barzanî û hevalên xwe, bi tevî hemû tengasîyan nêzîkê yanzdeh salan li Yekîtîya Sovyetê (YS) man û piştî ku li Iraqê bi serokatîya Ebdulkerîm Qasim ji alîyê cuntaya “Supayên Azad” ve darbeya (kudetaya) leşkerî ya 14ê Temûza 1958an pêk hat, bi navbeynkarîya rêvebirên Yekîtîya Sovyetê û Cemal Abdulnasirê serokê Misrê, mehekê ji çêbûna darbeyê şûn ve di roja 28ê Tebaxa 1958an de ji YSê ve berê xwe dan Kurdistanê. Pêşîyê çû Bukreşa paytextê Romanyayê, ji wir ve çû Pragê û ji wê derê ve jî çû Qehîreya Paytextê Misrê ji bo hevdîtina bi Cemal Abdulnasirê serokê Misrê re. Di vê demê de Şêx Ehmedê kekê M. Barzanî jî, piştî zîndanîkirina yanzdeh salan hate serbestkirin. Makezagoneke nû ji alîyê hikûmeta nû ya Iraqê ve hate amadekirin û di bendê 3yê Makezagonê de hatibû nivisîn ku “Ereb û kurd li ser xaka dayika niştiman wekhev in û mafê wan ên neteweyî di çarçoveya Iraqê de tête nasîn.” Lê belê ji demeke kurt şûn de, rejîma nû ya Iraqê, pêngavên hatine avêtin û guherînên Makezagonê ji bîr ve kirin, peyderpey makezagona nû binpê kirin û dest bi girtin û operasyonên nû kirin.

Ji ber vê helwest û polîtîkaya Iraqê, di Eylûla 1961an de bi serokîya Mistefa Barzanî şoreşa kurdan ji nû ve dest pê kir. Berîya ku Şoreşa Eylûlê dest pê bike M. Barzanî, ji bo hevdîtina bi rêvebirên YSê re di meha Çirîya Paşî ya sala 1961ê de serdana Moskowayê kir. Dema ku M. Barzanî careke din dest bi şerê pêşmergeyî kir, 58 salî bû. Heta destpêka salên 1970yî, li hember deshelatdarîya dagirkerên Iraqê, di çarçoveya amanca “ji Iraqê re demokrasî û ji Kurdistanê xudmuxtarî” de, şerekî dijwar da meşandin. Di 17ê Temûza sala 1968an de, Beasîyan bi derbeyeke leşkerî desthilatî bi dest xistin, Ahmed Hesen El-Bekir bû serokê konseya şoreşê û Seddam Husên jî bû cîgirê wî. Bi tevî desthilatdarîya Partîya Beasê, ji salên 1968an şûn ve sîyaseta erebkirinê hate berfirehkirin. Lêbelê bi tevî hemû sîyaseta texrîbkar û kirêt, hikûmeta Beasî ya Iraqê mecbûr ma ku bi kurdan re peymaneka nû çêke. Di 11ê Adara sala 1970yî de li ser esasê cografiya dîrokî ya Kurdistanê, bi Sedam Husênê serokê hikûmeta Iraqê re paymana Xudmuxtarîyê hate çêkirin. Lêbelê ji ber rewşa Kerkûkê, peymana Adara 1970yî ji alîyê rejîma Beasî ve nehatibû hezimkirin. Beasîyan bi navê çepgirîyek derewîn, dixwest têkilîya xwe û YSê bi pêş bixin. Di sala 1972yan de, di navbera Bexda-Moskowayê de ji bo bîst salên dahatûyê, peymana dostanîyê hate îmzekirin. Em dikarin encama van têkilîyên girîft bi vê kurtehevokê bînin ziman. Şoreşa 11ê Îlonê bi çekên Yekîtîya Sovyetê dest pê kiribû û têkçûna Xudmuxtarîyê jî bi piştgirîya çek û pisporên leşkerî yên Sovyetê pêk hat.

Di wê demê de, ev destkevtîyên başûrê Kurdistanê, li ser kurdên çar parçeyên Kurdistanê jî tesîreke pirr girîng kir. Di vê navberê de hikûmeta Beasî ya Iraqê, ji bo kuştina wî, gelek caran hewl dan lêbelê miwafiq nebûn. Di destpêka sala 1974an de, her ku diçû nakokîyên di navbera kurd û ereban zêdetir dibûn, meseleya nedîyarîya dahatûya Kerkûkê û problemên tetbîqkirina peymana “Xudmuxtarî/Otonomî”yê, nîşanên qirîzekê hîn mezin ên di navbera her du alîyan didan. Di 29ê meha Adara 1974an de, rojnameya Cumhurîyet a Tirkî, di derbarê vê babetê de meqaleya sernivîsa rojnameya Le Monde ya fransizî bi zimanê tirkî belav dike ku di naveroka wê meqaleyê de li ser rewşa sîyasîya navneteweyî û tevgera başûrê Kurdistanê anlîzek hatîye belavkirin. Li gor vê analîzê, di hundir de hikumeta Beasî piştgirîya Partîya Kominîstên Iraqê û gruba Nasirparêz ên di kualîsyonê de girtîye, konjoktora sîyasî ya navdewletî jî dijraberê Mele Mistefa Barzanî ye. Li gor rewşa sîyasî ya navdewletî: Kurd nikarin piştgirîya Moskowayê bigrin, lewra berîya du salan di navbera Kremlîn û Bexdayê de peymaneke dostanîyê hate îmzekirin; Îsraîl ji ber problemên xwe, nikare piştgirîya pêdivî bide Barzanî; Serok Nixson, ji bo ku xwe li ber dilê ereban şîrîn bike û polîtîkaya xwe ya nû di Rojhelata Navîn de nexe xeterîyê, bi îhtimaleke mezin dê piştgirîya Barzanî neke. [17]

  1. Peymana Cezayîrê û têkçûna Xudmuxtarîya 11ê Adara 1970an

Piştî ku roja 6ê Adara 1975an di navbera Iraq û Îranê de Peymana Cezayîrê hate morkirin, piştgirîya navdewletî ya Amerîka û Îranê jî hate birrîn. Li gor vê rewşa nû ya sîyasî, heman demî ji alîyê dewleta Iraqê ve Peymana Xudmuxtarî hate betalkirin. Iraqê, bi alîkarîya hêzên derve û bi hemû qeweta xwe ya hundirî êrîş anîn li ser Kurdistanê. Di vê navberê de, di 11ê Adara 1975an de, hevdîtinek di navbera Şahê Îranê û Serok Mistefa Barzanî de pêk hat. Şahê Îranê di vê hevdîtinê de ji M. Barzanî û şanda bi wî re dibêje: “Me ji bo berjewendiyên xwe bi Iraqê re peymanek çêkir. Di vê rewşa hanê de sê rê li ber we hene: An hûn ê teslîmê Iraqê bin, an li Îranê bibin penaber an jî hîç bawerîya xwe bi sînorên Îranê nehênin û şer berdewam bikin.”[18] Bi tevî ku peymanek di navbera alîyan de hebû, lêbelê M. Barzanî hîç wextekê bawerî bi Şahê Îranê neanîbû. Piştî ku ji Îranê vedigerin, di 12ê Adarê de bi serkirdeyên şoreşê re kombûnek çêdikin. Di encama kombûna 12ê Adarê de, biryara serkirdayetîya şoreşê ew bû ku li hemberê desthilatdarîya Beasî ya Iraqê şer û berxwedan dewam bike. Ji hevdîtina Îranê şûn ve bi Amerîka û Îsraîlê re jî hevdîtinên veşartî çêbûn, wan jî bext û sozê ji bo piştgirîya şoreşa başûrê Kurdistanê ji bîr kirin û gotin di vê babetê de em nikarin hîç tiştekî ji we re bikin. Di encama van têkilî û hevdîtinên sîyasî de, serkirdayetîya tevgera şoreşê, bi egera ku piştgirîya sîyasî ya navdewletî nîne û qetlîmên siwîl ên mezin çênebin, şer dan rawestandin. Hejmareke pirr zêde ya xelkê siwîl û serkirdeyên sîyasî li Îranê bûn penaber. Sekreterê wê demê yê PDKê Mehmûd Osman, li ser vê babetê ji devê Serok Mistefa Barzanî neqil dike û dibêje: “Bi dîtina min, divê em derbasê Îranê bibin, heta ku keyseke nû ji bo me peyda bibe em li wê derê bimînin. Weha xuya dibe ku ev tîfaqa Iraq û Îranê, mudetekê dirêj dewam nake.”[19] Bi rastî jî piştî pênc salan, sala 1980yî, di navbera Iraq û Îranê de şerekê nû dest pê kir.

Li ser pirsa rojnamevanê Misrî M. H. Heykel, di bin sernivîsa “Kürdistan’ın İhtiyar Kartalı ile Konuşma [Axaftina bi Hêloyê Pîrê Kurdistanê re] de Serok M. Barzanî li ser vê babetê weha dibêje:

“Ez vê bibêjim ku şoreşa kurdan bi dawî nehatîye, tenê ji bo demeke hatîye rawestandin. Rola min a şexsî bi dawî hatîye lêbelê gelê kurd heye. Ji bo rêxistinkirina têkoşîna şoreşê, dê serok û serokatîyên nû ji nav gelê kurd peyda bibin.

Ez teslîm nebûm, terciha min ev e ku ji bo demekê xebata şoreşê bidim rawestandin. Piştî girtina sînorên Iraqê jî, me karibû xebata şoreşê berdewam bikira. Feqet min nexwest xwîna gelê kurd û gelê Iraqê bête rijandin. Min terciha xwe li ser nerijandina xwînê kir.”[20]

  1. Koça dawî

Êdî digel pîrbûnê, nexweşîya penceşêrê jî xwe li bedena serok Mistefa Barzanî pêçandibû. Ew, di îlona sala 1975an de, ji ber nexweşîya xwe di ser Îranê re çû Amerîkayê. Vê cara pêşîyê, nêzîkê mehek li Amerîkayê man û di 10ê Çirîya Pêşî de vegeriyan Îranê. Di 19ê Hezîrana 1976an de careke din berê xwe dan New Yorka Amerîkayê. Vê carê êdî ji bo dermankirina nexweşîyê, ew, heta roja mirina xwe li Amerîkayê dimîne. Dema ew ji ber nexweşîya xwe li Amerîkayê dimîne, gelek caran hewl dide ji bo dîtina hinek sîyasîyên Amerîkayî û piştgirên miletê kurd, da ku îxanet û xapandina dewleta Amerîkayê ji rayagiştî re aşkere bike û herweha têkilîyên nû pêk bihêne. Ew, di vê hewldana xwe de qasê pêdivîyê bi ser neket. M. Barzanî yê serokê tevgera rizgarîya neteweya kurd, bi vê nexweşîya xedar û bêderman, roja 1ê Adara sala 1979an di nexweşxaneya George Town de koça dawî kir. Serok Mistefa Barzanî, ji çaryeka sedsala 20an şûn ve, di nav gerîneka agirê Rojhelata Navîn de, ji nîv esrî zêdetir serokatîya tevgera rizgarîya Kurdistanê kir û bandora wî li ser çar alîyên Kurdistanê û hemû herêmê jî çêbû. Ew bavê heşt zarokan bû; pênc zarokên kur û çar jî keçên wî çêbûne. Navê kurên wî; Ubeydullah, Lokman, Îdris, Sabir û Mesûd in. Piştî mirina Serok Mistefa Barzanî, di kongreya 9an de Mesûd Barzanî ji bo serokatîya PDKê hate hilbijartin.

Li ser mirina Serokê neteweyî yê kurd Mistefa Barzanî, gelek gotar û daxuyanîyên sîyasetmedar û nivîskarên bîyanî hatine belavkirin. Serokkomarê kevn ê Misrê Cemal Ebdulnasir dibêje: Serokekî ku kevnî û nûjeniyê digîjîne hev. Xwe bi her awayî daye tekoşîna gelê xwe. Serokwezîrê kevn ê Lubnanê Kemal Canpolat dibêje: Serokekî dîrokî bû, bi salan li hember neheqî û barbariyê ji bo azadîya gelê xwe têkoşîya. Serleşkerê îngiliz Edgar O’Ballance dibêje: Ya rastî Mistafa Barzanî, serokê têkoşer, dîroka şoreşa kurdî ye. Serokkomarê kenv ê Misrê Husnî Mubarek dibêje: Mustafa Barzanî merivekî mezin bû… pêwîst e em dîroka wî bixwînin. Rojnamevanê navdar ê Amerîkî Dana Adams Schmidt dibêje: Di Rojhilata Navîn de serokekî mîna wî nehatiye dîtin…”[21]

Mistefa Barzanî, hemû jîyana xwe di rêya têkoşîna tevgera rizgarîya neteweya kurd de derbas kirîye û ji pêncî salan zêdetir di asta herî bilind de temsîla tevgera neteweyî ya kurd kirîye. Wî; jîyana xwe bexşê miletê Kurdistanê kir, bû pêşmerge, serkirde û serokê doza rewa ya miletê kurd. Bi vê xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî, bû remzê berxwedan û hişyarîya neteweya kurd. Wî, pêşkevtin û destkevtîyên têkoşîna rizgarî ya neteweyî, wek berhema xebata gelê Kurdistanê didît û xwe jî wek xizmetkarekî vê xebatê bi nav dikir. Ew, di axaftineke xwe ya roja 15ê Nîsana 1967an de weha dibêje: “Di hemû jîyana xwe de, her karê ku min di seha sîyasî û leşkerî de ji bo şoreşê pêk anîye, bi hevkarîya heval û dostên min çêbûye. Hemû dizanin ku min hîç îxanet bi hevalên xwe re nekirîye, min xwe bi ser hevalekî din re negirtîye, hîç temahîyek li malê dinyayê nekirîye. Çi tişt di tûrikê min de hebûye, min bi hevalên xwe re parve kirîye, min tehemûla birçîtî, tazîtî û pêxwasîyê kirîye. Di dema şer de, her dem li rêza pêşî bûm, di ciyên zehmet û xeternak de li pêşîya wan meşiyame. Lewra min canê xwe ji canê yên din ezîztir (xoşewîstir) nedidît.”[22]

Wî, digel zimanê xwe yê kurdî, zimanê erebî, farisî û rusî baş dizanî û hinek jî bi tirkî zanibû. Her çiqas ji salên 1958an şûn ve, çarçoveya sîyaseta neteweyî ya Serok M. Barzanî û PDKê, bi dirûşma “ji Iraqê re demokrasî û ji Kurdistanê re xudmuxtarî” hatibe dîyarkirin jî, ew, di dîroka gelê Kurdistanê de wek remzê têkoşîna rizgarîya neteweyî û dahiyekî leşkerîyê tête dîtin. Bi tevî ku demek dirêj li hemberê dewletên dagirker şer kirîye, her dem şiddet û sîyaset bi xetên sor ji hev cûda kirîye, hîç rê nedaye ku teror û tûndrewî wek rêbazeke sîyasî bête bikaranîn. Gelek bûyerên pêkhatî didin nîşandan ku wî, qethen ji dadweriyê tawiz nedaye û ji zemîna meşrûyetê derneketîye. Wî, bi taybetmendîyên xwe yên balkêş, bala serok û rojnamevanên navdar ên dinyayê jî kişandîye ser xwe. Serok Mistefa Barzanî, tekoşîna serxwebûn û azadîya neteweya kurd wek terzekê jiyanê pejirandîye; nirxên kulturî û dîrokî yên civaka kurd kiriye bingeha armanca tekoşîna xwe ya sîyasî û li ser vê bingehê di başûrê Kurdistanê de têkilîyên civakî-eşîrî veguherîye ber bi têkilîyên civakî-neteweyî ve. Li gor hevpeyvîna wî ya bi rojnamevan Hulûsî Turgut re; “Zewqa herî mezin a M. Barzanî; çêkirina darikê cixarê, kevçiyên darîn û pêçandina cixarê ye ji bo kesên dorûberê xwe….”[23]

Mistefa Barzanî; di dîroka sîyasî ya kurdan de, serok û şexsîyetekî herî girîng ê tevgera neteweyî ya kurd e di sedsala 20an de. Ew, di nav gelê kurd û herweha têkilîyên navneteweyî de, wek remz û serokekî neteweyî yê kurdan tête qebûlkirin. Îro li başûr, bakur, rojava û rojhelatê Kurdistanê gelek rêxistinên siyasî û takekes xwe bi pevgirêdanîya rê û rêbaza Mistefa Barzanî didin nasîn. Mimkun e ku pirranîya kurdan bi vê awayê hestên xwe bînin ziman û xwe bi girêdayî cenabê wî bibînin. Ji alîyê doz û sîyaseta neteweyî ve, tenê ev pevgirêdanîyên hanê bi serê xwe ne bes in. Divê şexsiyet û serokên wekî Barzanî, bi girêdayî doz û amanca wan a neteweyî ve, baş û rast bêne têgehîştin, di derbarê armanc, têkoşîn, jîyan û felsefeya wan de xwendinên nû bihêne kirin. Pevgirêdanîya bi serokên wekî M. Barzanî re; ne ji bo bîranîna cismê wî ye, di şexsê cenabê wî de bîranîn û pêkanîna armanc, felsefe û têgihîştina têkoşîna wî ya neteweyî ye.

[1]  Mesûd Barzanî, Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, 3. Baskı,  İstanbul, r. 23-24..

[2]  Dr. Siraç Bilgin, Barzani, Fırat Yayınları, İstanbul, 1992, r. 17.

[3]  Lütfü Akdoğan, Molla Mustafa Barzani Anlatıyor ve Ortadoğu’da Çanlar Kimin İçin Çalıyor, Arkaplan Yayınları., 2007, r. 62-63.

[4]  Hulûsi Turgut, Barzani Dosyası, Haşmet Matbaası, İstanbul, 1969, r. 163.

[5]  Dr. Siraç Bilgin, Barzani, Fırat Yayınları, İstanbul, 1992, r. 21.

[6]  Xoşevî Babbekir & Pauel Shetman, Kürdistan Bayrağının Altında Mustafa Barzani Yaşamı ve Eylemi, Avesta Yayınları, İstanbul, 2010, r. 56.

[7]  Mesûd Barzanî, Jêdera berê,  r. 24-25.

[8]  Mesûd Barzanî, Jêdera berê, r. 25

[9]  Hulûsi Turgut, Osmanlı İmparatorluğu’nu ve Türkiye Cumhuriyeti’ni XIX. yüzyıldan beri meşgul eden bir Kürt aşiretinin belgeseli: Barzani Olayı, Doğan Kitap, İstanbul, 2008, r. 353.

[10] Prof. Dr. Celîlê Celîl, Autobiyografiya Ebdurrezaq Bedirxan, Weşanên Pêrî, îstenbol, 2000, r. 37.

[11] Hulûsi Turgut, Jêdera berê, r. 368.

[12] Mesûd Barzanî, Jêdera berê, r. 175.

[13] Seîd Humayûn, Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, Weşanên Doz, Îstenbol, 2006, r. 52

[14] Seîd Veroj, Dadgehîkirina Serokkomar Qazî Mihemed, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007, r.12.

[15] Hulûsi Turgut, Barzani Dosyası, Haşmet Matbaası, İstanbul, 1969, r. 166.

[16] Naci Kutlay, 21. Yüzyıla Girerken Kürtler, Pêrî Yayınları, İstanbul, 2002, r. 453-454.

[17]   Cumhuriyet, 29 Mart 1974 (Ji Arşîva Lutfî Baksî (Bu e-Posta adresi istenmeyen posta engelleyicileri tarafından korunuyor. Görüntülemek için JavaScript etkinleştirilmelidir.))

[18] Hulûsi Turgut, Jêdera berê, r. 420.

[19] Dr. Mehmud Osman, Yenilginin Nedenlerini Açılıyor, Özgürlük Yolu, Aralık-Ocak 1978,  no: 31-32,  r. 22.

[20] Özgürlük Yolu, no: 5, Ekim 1975, r. 58 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî).

[21] Mehmed Dehsiwar, Kovara War, h.: 13, r. 85.

[22] Mesûd Barzanî, Barzanî ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, 3. Baskı,  İstanbul, r. 516-517.

[23] Hulûsi Turgut, Barzani Dosyası, Haşmet Matbaası, İstanbul, 1969, r. 164 (Ji Arşîva Lûtfî Baksî).