Kurdbûn bi hebûna dewletê misoger dibe

20/02/2020 - 00:32 Kategori Raman

Bûbê Eser

Ew kesên kurd in, vê dikarin bêjin û dibêjin jî. Lê ya rastî ew e ku her tişt bi hin girîngiyên xwe, bi hin pîvan û xwezayiya xwe dibin ew. Ji ber ku li vê cihanê her hin xwe bi xwebûna xwe serbilind dikin û wê dibêjin.

Ew serbilindiya wan ji ku tê? Heger mirov xwedî dewleta xwe be, heger mirov li ser erda xwe bi azadî bijî,, zimanê we bê tirs bi kar bîne û bi serbilindayî xwe biparêze, wê demê mirov serbilind e.

Lê heta ku mirov bindest be, heta ku mirov kole be, heta ku welatê mirov dagirkirî be, mirov tu caran nabe weke xwe. Ji ber wê tirs hebe ku tu hebûna xwe biparêze, wê qedexe li ser te hebe ku tê nikaribe zimanê xwe bi kar bîne. Wê metirsî li ser te hebe ku tu bi eşkereyî doza gelê xwe bike.

Em kurd heta niha ji roja perçekirina welatê xwe heta azadiya başûrê kurdistanê weha jiyanin û dijîjn. Lê em dinerin û dibînin ku piştî azadiya başûrê kurdistanê hin rewş hate guherandin. Di vê guherandinê de me êdî xwe bêtir nasî û bi serbilindayî dibêjin; ”Em kurd in û welatê me kurdistanê”.

Çima em niha vê bê tirs dibêjin?

Ji ber ku dema Barzaniyan dest avêtin çeka ji bonan azadiya welatê xwe, welatê me, gav bi gav ji bona ku em bêjin em kurd in, tekoşîn didan û dan. Heta ku başûrê kurdistanê gihişt azadiya xwe.

Bi wê azadiyê bi saya wan pêşmêrgeyên qehreman û bi dîplomasiya Barzaniyan ya navneteweyî em îro bê tirs û xof in. Bê şerm û fedî dibêjin; Em Kurd in.Ev maf li gor rêbaza Barzanîyê nemir, li gor gotin û dîtînin serok Barzanî û li gor dîplomasiya serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya navneteweyî em îro gihiştin vê qonaxê.

Lê êdî ev qonax têr nake û nekir. Loma niha serokwezîrî herêma kurdistanê bi dîplomaiyeke hê firehtir, bi hevdîtinên hêja mesela kurdistanê bi gelek serokên cîhanê re da zanîn ku dibê êdî Kurdistana serbixwe ji teref wan de bê qebûl kirin.

Heger ne ew rêbaz ba, heger ne ew welatparêziya Barzaniiyan ba, heger ne ew tekoşîna pêşmêrgeyên qehraman ba, dibû ku em îro ne gihiştibûn vê qonaxa nû.

Ji ber vê dibê êdî em kurd serbilind û kêfxweş bin ku wê di demeke nêz de em ê bi hevre ragihandina Kurdistana serbixwe bibînin. Loma divê em sipasiya Barzaniyan bikin ku em îro kirine xwedî welatekî azad.

Êdî bi saya vî welatê azad em li her derê weke kurd dijîn. Em vê dijîn û didin jiyandinê. Loma divê em ji bîr nekin ku Kurdbûn bi hebûna dewletê misoger dibe. Ji bona vê dewletê jî çi bikeve ser milê kê divê wê bikin.

Kurdbûn ew e ku mirov xwedî li welatê xwe li zimanê û li hebûna xwe derketandin e. Tenê bi bêje ez kurd, mirov nabe kurd.