Di jiyanê de serketin!

12/02/2020 - 22:16 Kategori Raman

Bûbê Eser

Dema mirov dijî, her dixwazî di jiyanê de serketî be. Loma jî hemî xebat ji bona vê tê kirin. Lê serketin her car nabe karê herkesan.

Ji ber vê ye ku dema mirov wenda dike jî, divê mirov dest ji hemî kar û barî bernede. Ji ber ku jiyan mirov fêrî berxwedan û xebatê dike.

Loma herkes têdikoşe ku di jiyana xwe de serketî be, da ku daxwazên xwe pêk bîne. Helbet ew serketin jî nabe para herkesan.

Ji bona serketinê cahd, berxwedan û xebat divê. Lewra jî di dema wendakirinê de mirov xwe teslîmê jiyanê bike û bêje min wenda kir, êdî nema dikarin berdewam bikim. Xerab e, Xerab e ji ber ku êdî tê nikaribe an naxwazî bi karekî ku wê te, malbata te, gelê te bighêjîne jiyanek xweş.

Loma divê mirov berê ji bona xwe,ji bona malbata xwe û dûre jî ji bona gelê xwe kar û xebatê bike da ku ne mirov bi tenê xwe, divê mirov bi xebatên xwe gelê xwe jî ji bin nîrê dagirkeriyê xilas bike.

Heger em bala xwe bidin tevgera Barzaniyan em ê di wê tevgera wan de, berxwedan û serî hildana li hember dagirkeran fêr bibin. Mirovê fêr bibe ku heta welatê me re ne azad be, azadiya tenê bi serê xwe û ji bona xwe wê taliya wê têk çûn be.

Em di tevegera Barzaniyan de vê yekê bi rehetî dibînin. Her ketinek ji bona wan bûye  fêrbûna serîhildaneke nû bi qawet û bi hêztir.

Di her ketineke xwe de Barzanî tu caran teslîm nebûne û piştî demeke kurt hê bêtir bi hêz û qaweteke mezin tekoşîna azadiya gelê xwe domandine.

Vê cahd û berxwedana wan em kurd li başûrê kurdistanê kirin xwedî welatekî azad ku wê di demeke kinde me bike xwedê dewleta xwe jî.

Ji bona vê her rêxistinên ji bona azadiya gelê xwe tekoşîn dikin, herkesên tekoşer divê dîroka Barzaniyan baş fêr bibin û ji wê tekoşîna pîroz fêrî rêya serketinê jî bibin.

Ji ber ku tekoşîna welatekî weke Kurdistan ku di nava çar dewletên devbi xwîn hatiye perçekirin, ne weha rehet e. Loma jî di nava vê tekoşînê de wendakirin, bi sernektin jî dê hebe. Lê ya girîng ew e ku piştî wendakirinê mirov bikaribe ji wê wendakirinê, serketineke baş bi dest bixe. Aha kêmaniya partî û rêxistinên bakurê kurdistanê ev e…

Ji roja Barzaniyan dest bi tekoşîna ji bona azadiya welatê xwe kirin, her ev yeka kirine. Loma jî her ew bi serketine.

Wê serketina wan ji bona me hemî kurdan li başûrê kurdistanê hîmên saxlem yên ji bona kurdistaneke azad û serbxwe avêtin.

Ew asas bû ku îro gelê me li başûrê kurdistanê azad dijîn. Her em kurdên perçên din jî dîroka Barzaniyan baş fêr bibin. Rêbaza ku Barzaniyê nemir bo hemî kurdan daniye bixwînin em jî di her wendakirinekê de bi awayekî xurt ji nûde dest bi kar û xebatê bikin.

Wendakirina perçên din ji ber ku nikarîbûn şerê azadiya gelê xwe piştî her têkçûnekê berdewam bikin. Nikarîbûn piştî wendakirin û belavbûnê  xwe ji nû de bi rêxistinê bikin, bû.

Ji bona fêrbûna piştî her wendakirinekê mirov bikaribe ji nû de û bi hêztir tekoşîna azadiya gelê xwe bide, divê mirov wê dîrok û tekoşeriya Barzaniyan baş fêr bibe.

Fêrbûna wê dîrokê dê pêşiya me û rêxistinên me veke. Fêrbûn an xwendina wê rêbaza Barzaniyê nemir ku ji bona me hemî kurdan danî bû, dê tim rêyeke nû, berxwedanek tazê bide pêşiya me kurdan. Ji ber ku di wê rêbazê de teslîmbûn û tirsonekî tune ye. Di wê de netewebûn, berxwedan, tekoşîn û wêrekî heye.

De kurdno, dereng jî be wê rêbazê bixwînin da ku hûn baştir û bi awayekî zanistî bikaribin tekoşîna ji bona azadiya gelê xwe û serxwebûna wî bidin.