Îdrîs Barzanî nemir e

30/01/2020 - 16:59 Kategori Raman

Bûbê Eser

Di 33 saliya koça nemir Îdrîs Barzan de. Me 33 salan kêmanî û tekoşeriya wî jî wenda kir. Bi wendakirina kesayetiyekî weke Îdrîs Barzanî kurdan jî gelek tişt wenda kirin.

Ji ber ku nerîn û dîtinên wî, xebat û cahdên wî yên welatparêzî ku hemî ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe bûn, pişt koça wî em weke gelê kurd ji wan nerîn û dîtinên wî yên hêja hinekî bê par man

Di dema ku bêtir rol û erkên wî, dîtin û nerînên wî yek bi yek diketin jiyanê, me ew wenda kir.Helbet wendakirina wî zor bû, lê ne ya talî bû.

Dîtina kesan û peydekirina wan, ji bona welatekî weke kurdistanê kolonî gelekî zehmet e. Bi hebûna wî roj bi roj tekoşîn bi pêş diket. Lewra jî bi çûyina wî  me jî weke kurd gelek tiştan de kêmanî dît.

Lê weke em dizanin ku Barzanî li gor destûr û rêbazeke karê xwe yên welatparêzî dikin. Her di şûna kesayetikî xwe de yekî din hazir û amade dikin.

Lewra cihê wî vala nema û ev cih, bi dîtin û nerînên wî weke rêzdar Nêçîrvan Îdrîs Barzanî hate erk kirin. Îro wan nerîn û dîtinên nemir, li ser dest û biryarên rêzdar Niçîrvan li başûrê kurdistanê têne bi cih kirin.

Ji vê ye divê nemir Îdrîs Barzanî rehet be ku ala wî hilgirtibû, îro li erdê neket. Kurên wî, brayên wî, nebiyên wî, wê alê yek didin yekî da ku li erdê nekev e. Helbet mirin zor e, lê dema kesên şûne me re bigirin hebin ew zor hinekî rehet dibe.

Ez 33 saliya koça nemir Îdrîs Barzanî de wî bi rêzdarî bi bîr tînim û dibêjin; pêwîst e em kurd li ser tekoşîn berxwedan, nerîn û dîtinên wê rawestin wan ji bona xwe bikin rehber.

Ji ber ku nemir Îdrîs Barzanî jî weke bavê xwe Barzaniyê nemir hemî jiyana xwe ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe tarxan kir û di vê rêyê de bû nemir…