Kurd gihiştin asta herî bilind

24/01/2020 - 23:24 Kategori Raman

Bûbê Eser

Her tişte bi kar û xebatê dimeşe, bi rêve dihare. Bi berxwedan û hewldanê, bi gotinên rast û li ser bingehek durust û neteweyî mirov jî dighêje armanca xwe.

Ji bona mirov bihgêje wê armanca xwe ya ku ji bona wê kar û xebatê dike, divê kar bê kirin.

Di nava kar û xebatê de dikare gelek astengî, alozî, xaîn û caş jî derkevin pêşberî me re. Lê ya grîng ew e ku mirov bê ku li kesan, li caşan, li xaînan û bi xwefiroşan re serê xwe biêşîe divê me re karê xwe bike. Heta ku Kurdistana serbixwe bê ragîhandin. Dû re dor tê tiştên din. Barzaniyan jî heta niha ev kirine…

Helbet li vê cîhanê û taybetî li Kurdistanê jî li hember her tiştekî, pîrozayî, lêdan û firotin jî dikare derkeve pêşberî mirov.

Ji xwe dema em behsa welatek bi salan kolonî be, di nava çar dagirkeran de hatibe perçekirin dikin, tekoşîn û berxwedanên li wir dê her zehmetir be.

Loma jî dema Barzaniyan biryara azadkirina gelê xwe û bi destxistina erda xwe dan, wan van tiştên me got hemiyan jî dizanî bûn.

Di tekoşîna Barzaniyan de em dibînin, dixwînin û guhdarî dikin ku  bê çi hate serê wan. Bê çawa hin kurdan, hin xwe firoşan û hin nexêrwazên wan bi hevre kar dikirin ku ew bi ser nekevin.

Ji bona Barzaniyan rêya rast ew bû ku divê ew bi serketana xwe û ya gelê xwe ve mijûl bibin, bû. wanên me li jor bi nav kirin hemiyan li gel hev û bi hevre ji bona têkbirina  Barzaniyan kar û xebat kirin. Lê bi serneketin.  Wan wenda kirin, gelê Kurd û Barzanî bi ser ketin.

Armanc û hedefa Barzaniyan ew bû ku gelê kurd bikin xwedî dewlet û di vê rêyê de bi serketin. Gelê ku ev sed salin li benda azadî û serxwebûna xwe bûn, qezenc kirin. Rêya azadî, aşitî û serxwebûnê bi saya wan û rêbaza Barzaniyê nemir bi ser ket.

Çima vê dibêjim?

Dema em dîroka gelê kurd, dîroka xwe, diroka cîhanê bixwînin em ê fêm bikin ku bi Barzaniyan ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe çiqasî bedel dane, kar û xebat kirine, dibînin û dizanin.

Îro jî em dibin şahidê wê yekê ku van camêrana bi ked û xebatên xwe yên niştimanî, bi dîplomasiyeke navneteweyî doza gêlê xwe xistine qada cîhanê, hate dîtin û zanîn.

Xeyala kurdan ya herî mezin ku Kurdistaneke serbixwe bibînin û di qada navneteweyî de kurd jî li gel dewletên vê cîhanê rûnên ango bicivin, bû.

Van Barzaniyên can feda bi wê tekoşîna xwe, bi wê berxweda xwe ya bê westan kurd xistin qada navneteweyî.

Îro me bi çavên xwe dît, bi guhên xwe bihîst ku serokê herêma Kurdistanê rêzar Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna Davos ê bû ye. Bi vê beşdariya xwe cenabî wî dîplomaisyeke weha meşand û dimeşîne ku wî karîbû li gel mezinên vê dinyê bicive.

Gelek hevdîtinên ku ji kurdan re weke nan û avê lazim bû pêk anî. Ev ne bes bû, cenabê serokê herêma kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî li gel mezinê dinyê, bi serokê Emerîka yê re jî civîya. Ev gelekî girîng e, ji ber ku gelek dewletên bi salan hene, nikarin bi serokê Emerîkayê re rûnên, danîşin ango civînekê pêk bîne.

Van cîvîn û hevdîtinan sînyala kurdistana serbixwe ye. Loma em dibînin ku Barzanî gihiştin armanc û hedefa xwe ya ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe.

Helbet hê hemî mesele neqediya ye, lê divê em bizanibin ku bi beşdarbûna rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Kurd gihiştin asta herî bilind.

 Em baş dizanin ku şevreş bi derketandina rojê, ronî dibe. Ew roja em li bendê bûn, li Davos ê hilat.