Divê siyaseta Emerîkayê di derbarê kurdan de bê guhertin

16/01/2020 - 21:48 Kategori Raman

Îbrahîm GUÇLU

Emerîka, piştî Şerê Dinyayê yê 2emîn, bû dewleteke mezin û super emperyal. Li ser beşeke dinyayê heta sala 1989an bandoreke mezin danî. Di bûyerên dinyayê de bû xwediyê rolekî mezin.

Loma Emerîka di şerê neteweyên bindest de jî bû xwediyê bandorekê. Emerîka piştî Şerê Dinyayê yê 2emîn de di mijara neteweya kurd û Kurdistanê jî bû xwediyê rolekî erênî û neyênî.

Rola Emerîkayê di derbarê neteweyên bindest de bes ji mezinbûna û superdewletbûna wê naye. Di hemandem de Emerîka di mijara neteweyên bindest de xwediyê felsefeyekê û pîvanên girîng û konsepteke dîrokî ye jî.

Di vê qonaxê de jî, him di jiyana hemû dewletan de û him jî di mijara neteweya kurd û Kurdistanê de jî xwediyê bandor û rolekî girîng e.

Bi taybetîı jî piştî ku terorîst Qasim Suleymanî ji aliyê Emerîkayê ve hat kûştin, li Rojhilata Navîn, li Dewleta Federal ya Iraqê û li Kurdistanê gelek guhertin hatin rojevê. Dema ku di Meclîsa Dewleta Federal ya Iraqê de kurdan deng neda ku leşkerên Emerîkayê derkevin derveyî Iraqê, mijara kurdan ji bona Emerîkayê girîngtir bû. Loma jî herkesî û dewletên dagirker û îdeologên wan, “Emerîka di pirsgirêke Kurd/Kurdistanê de stratejiya xwe diguherîne û an neguherîne?”, Wek mijarekle girîn anîn qada niqaşeyê.

                                            *****

Ji bona ku di mijara neteweya kurd û Kurdistanê de rola Emerîkayê ya dîrokî û ya îro bê fahm kirin, di destpêkê de serkaniya pêwendiya Emerîkayê neteweyên bindest divê bê diyar kirin.

Di vê mijarê de 4 xalên girîng hene.

1-Emerîka, koloniya Ewrûpayan bû. Ji bona ku serxwebûna xwe qezenç bike, şerekî neteweyî gelek dijwar meşand. Di encamê de serxwebûna xwe bi “Beyannameya Serxwebûnê” diyar kir.

Loma jî her dem şer û têkoşîna serxwebûna neteweyên bindest eleqeya Emerîkayê kişand. Têkildarî wan bû.

2-EMERÎKAYÊ, piştî serxwebûna xwe îlan kir, Wilson di derbarê neteweyên bindest de prensîp û pîvanên girîng ji raya giştî ya Emerîkayê û dinyayê re îlan kir. Gor Pîvanên Wilson, her neteweyek xwediyê mafê çarenivîsî û qedera xwe ye. Her neteweyek divê li ser erdê xwe azad, desthilatdar, serwer be. Her neteweyek xwediyê maf e ku dewleta xwe ava bike. Li dijî kolonyalîstan şer bike. Ew şerê wan rewa ye.

Pîvanên Wîlson jî bûn sedem ku Emerîka bi neteweyên bindest û bi têkoşîna wan ya serxwebûnê re têkildar be. Eleqe nîşan bide. Di derbarê wan de bibe xwediyê stratejî û siyasetê. 

 

3-Piştî ku Neteweyên Yekgirtî ava bû, bi bandor û daxwaza Emerîkayê bi awayekî Pîvanên Wîlson ketin Peymana Neteweyên Yekgirtî.

Gor Peymana Neteweyên Yekgirtî jî neteweyên bindest xwediyê maf in ku li ser erdê xwe û li welatê xwe desthilatdar û serwer bin; dewletên xwe ava bikin.

Pişt re jî grêdayî Peymana Neteweyên Yekgirtî, gelek peymanên din di derbarê neteweyên bindest de hatin pejirandin. Wek Peymana Li Dıjî Kolonyalîzmê, Peymana Li Dijî Nîjadperestiyê, Peymana Parastina Ziman û Çand û Wêjeya neteweyên bindest.

4-EMERÎKA, piştî Şerê Cîhanî yê 2emîn bû dewleteke mezin û super emperyal. Ji bona vê jî bi hemû mijarên dinyayê, dewletan, neteweyan re têkildar bû. Tekildariya Emerîka bi şerê neteweyên bindest re, di çarçewa berjewendiya wê ya dewletî û emperyal de bû. Loma jî beşekî şerê serbixwe yên neteweyên bindest re pişgirî kir,  beşekî re dijitî kir.

Hîç şik tune ye ku Emerîka her dem bi şerê neteweyî ya Kurd re jî têkîldar bû. Li her qonaxê siyaseta wê cûda bû; carna jî bi hev re du siyaset û stratejî meşandin. Em nûha li wan û qonaxa dawî binêrin.

EMERÎKA Û DEWLETA KURDISTANÊ YA MEHABADÊ Û PIŞT RE: Dewleta Îranê piştî Şerê Dinyayê yê 2emîn ket bin kontrola Emerîkayê, İngîltereyê, Yekîtiya Sovyetan. Ew rewşa ji bona kurdan derfeteke nû derxist holê.

Yekîtiya Sovyetan ji bona ku bandor û nufûza xwe li Îranê fireh bike; li Kurdistanê ji avabûna Dewleta Kurdistanê re bû alîkar. Hezar mixabin temena Dewleta Kurdistanê dirêj nebû. Yekîtiya Sovyetan piştî ku hemû îmtîyaz li Îranê bi dest xistin, dest ji Îranê berda. Wê demê Dewleta Îranê ji bona ku  Dewleta Kurdistanê têk bibe, dest bi êrişê kir. Yekîtiya Sovyetê li dijî êrişê derneket. Emerika jî ji rûxandina Deweleta Kurdistanê re bê deng ma. Çand û pîvanên Wîlson dan bin lingan. Dewleta Kurdistanê hat rûxandin.

Di sala 1979an de li Rojhelata Kurdistanê şerê pêşmergetî dest pê kir. Emerîka jî, ji Dewleta Îranê ya Ayettûllaham re dijmin bû, lê dîsa jî piştgiriya kurdan nekir.

Di  vê qonaxê de ji bona ku Rejîma Ayetûllahan bêguhertin, bi qerardarî nebe jî, di nav mixalefeta giştî ya Îranê de ji Tevgera Rojhelata Kurdistanê re jî piştgir e.

Piştî Şerê Cîhanî yê 2emîn her dem bi Dewleta kolonyalîst ya Tirk re di nav tîfaqê de bû. Piştgiriya kurdan ne kir. Hîn jî di derbarê kurdên Bakûrê Kurdistanê de siyaseteke wan ya piştgir tune ye.

Heta sala 1974an jî, her çiqas Rejîma baasê hevalbendê Yekîtiya Sovyetê jî bû,  ji Başurê Kurdistanê re jî nebû alîkar.   

EMERÎKA Û OTONOMIYA KURDISTANÊ: Neteweya  kurd li Başûrê Kurdistanê piştî Şoreşa Neteweyî ya Îlonê, Hikûmeta Navendî ya Iraqê mecbûr bû ku bi kurdan û serok Barzanî re li hev bike. Di navbeyna PDK-Serok Mela Mistafa Berzanî û Rejîma Baasê-Seddam de Peymana 11 Adarê ya 1970yî pêk hat. Encama vê peymanê neteweya kurd li Kurdistanê desthilatdar û serwer bû; Otonomiya Kurdistanê ava bû.

Lê di sala 1074an de di navbeyna Hikûmeta Nevandî ya Iraqê û Otonomiya Kurdistanê de, girêdayî keşaya Kerkukê şer dest pê kir. Otonomiya Kurdistanê bi hêza xwe ya leşkerî gelek xurt bû, Hikûmeta Navendî ya Iraqê xwediyê derfet tunebû ku zora Otonomiya Kurdistanê bibe.

Di destpêkê de Yekîtiya Sovyetan gelek aşkere piştgiriya Hikûmeta Navendî kir. Emerîkayê jî bi wesitaya Îranê piştgiriya Kurdistanê kir. Hezar mixabin, piştî ku Dewleta Îranê ji Iraqê erdê dewlemend yê petrolê wergirt, bi Hikûmta Navendî ya Iraqê re Peymana Cezayîrê çêkir. Emerîkayê jî alîkariya xwe ji kurdan birî. Di encamê de Otonomiya Kurdistanê hat rûxandin.

EMERÎKA Û DEWLETA FEDERA YA KURDISTANÊ: Emerîkayê piştî Şerê Kendavê yê 1emîn piştgiriya Kurdistanê kir, li Kurdistanê sîstem û dewleta federe ava bû. Di şerê 2emîn yê Kendavê de Emerıkayê Rejîma Baasê rûxand. Li Iraqê encamê referandûmê Dewleta Federe ya Iraqê ava bû. Kurdistan jî bû dewleta federe, Emerîkayê jî, jê re piştgirî kir.

EMERÎKA Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ: Li Suriyeyê piştî ku şerê hûndir dest pê kir, Emerîkayê ji bona berjewendiya xwe şerê wekaletê meşand. Kurd jî bi wasiteya PKK/PYDê kir leşkerê wekaletê. Tu wext di derbarê kurdan û Sûriyeyê de nebû xwediyê stratejiyeke zelal. Nûha jî hîn di pirsa neteweya kurd de xwediyê siyaseteke zelal jî nîne.

EMERÎKA Û REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ Û ÎŞGALA KERKUKÊ: Emerîkayê beriya ku li Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûna Kurdistanê bê li dar xistin, piştgiriya xwe nîşan da. Di hemandem de 18 dewletên din jî Sûûdî Erebıstan jî di  nav de piştgirî ji referandûma Serxwebûna Kurdistanê re nîşan dan. Hezar mixabin dema referandûm bê li dar xistin, Emerîkayê helwesta xwe guhert. Ji Serokê Kurdistanê û ji desthilatdariya Kurdistanê daxwaza paşvexistina referandûmê kir. Serokê Kurdistanê jî, ji bona ku vê daxwazê bipejirîne, şertên xwe diyar kir. Lê Emerîka ev şertan nepejirand.  Li Kurdistanê referandûm hat li dar xistin. Gelê kurd ji %93 ji dewletavakirinê re got “erê”.

Dema ku êrişî Kerkukê hat kirin û Kerkuk hat îşgal kirin, Emerîka bê deng ma. Xirabiyeke mezin li neteweya kurd kir. Ev xirabiya, ji bona ku desthilatdariya Îranê sînor bike, kir. Xwest ku mirovê xwe bike serokwezir û hikûmet. Lê di vê siyasetê xwe de bi ser neket.

Mecbûr bû ku bi desthilatdarî û hikûmeta Kurdistanê re pêwendiyên xwe baş bike. Bi helwesta xwe poşmaniya siyaseta xwe ya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê  nîşan bide.

EMERÎKA Ü QONAXA NÛ: Piştî ku Qasim Suleymanî bi destê Emerîka hat kûştin, derket holê ku siyaset û stratejiya ji aliyê Emerîka de tê meşandin şaş e.

Lewra piştî Qasim Suleymanî hat kûştin, Meclîsa Dewleta Federe ya Iraqê bi lezginî civîn kir; biryar da ku Emerîka ji Iraqê derkeve. Bes di meclîsê de ji vê biryarê re kurdan û sûniyan piştgirî nekir, beşdarî civîna meclîsê nebûn û deng nedan.

Emerîkayê ev biryara Iraqê red kir. Got ku “ez ji Iraqê dernakevim. Ji bona ku ez ji Iraqê derkevim, divê Iraq bedeleke mezin ya malî bide.”

Lê dîsa jî derket holê û berpirsiyarên Emetrıkayê  jî diyar dikin ku navenda Iraqê Baxda ji bona dîplomatên wan û yên Ewrupayî û dewletên herêmî yên dostên wan ne ewlewî ye. Bes ewlewiya dîplomatan serbajarê Kurdistanê li Hewlêrê pêk tê.

Lê ev yeka mûwaqqet nîn e. Diyar e ku heta ku Iraq wek eyaleta İranê tevbigere, Iraq ji bona Emerîkayê û mutefîqên wê xeter e. Ji wan re nabe dost.

Loma jî divê Emerîka siyaseta xwe di derbarê Iraqê de û Dewleta Federe ya Kurdistanê de bi awayekî  biguhere. Diyar e ku Emerîka jî ber bi wê siyaseta nû diçe.

Ew jî tê wateyê ku divê Emerîka ji bona ku encama referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk bê bibe xwediyê siyaseteke radîqal be. Dewleta Kurdistanê bipejirîne.

Lewra di Rojhelata Navîn de kurd û dewleta kurdan dê ji bona ewlewiya Emerîkayê û Îsraîlê bibe cîwarekî dostane.

Kurdan jî bi riyeke gelek demokrat û aşitîxwaz û rewa biryara dewleta serbixwe daye. Loma jî divê Emerîka siyaseta xwe biguherîne. Di heman dem de guhertina siyasetê li berjewendiya Kurdan û Emerîkayê.