Min çima tenê bi kurdî nivîsî?

16/01/2020 - 00:07 Kategori Raman

Bûbê Eser

Dema ji zîndana Diyarbekirê hatim berdan, ji ber nexweşî û ne rehetiyên xwe mecbûr mam ku derkevim derveyî welêt da ku bikaribin tenduristiya xwe baş bikin û careke din neyêm girtinê.

Ji ber hin sedeman ez jî weke gelek xuşka bran, li welatê xerîbiyê ango li swêdê di sala 1983an de bûma penaber.

Ji ber sedema êşkencên li min hatibûn kirin û nêzîkî sê salan jî û di dema herî xerab (1980-82) de di wê zîndanê de mabûm. Hinekî navê min bi rêya xaça zor û hin dezgehên navneteweyî û mirovî belav bû bû, loma karbidestên swêdiyan jî ev rewşa min dane ber çavan piştî sê mehên min li swêdê qediya, wan mafê kar û rûniştinê dane min.

Piştî vê jî min çend emeliyat derbas kir û bi qasî du salan jî her diçûm kontrolê li nexweşxana xaça xor ku ji bona kesên êşkence dîtibûn û di zîndanan ne mabûn,hatibû vekirinê.

Heta 1986an êdî baş bûm, hinekî hatim ser heşê xwe. Bi vê jî girêdayî min li Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di eynî salê de dest bi kar kir. Karê min nivîsandin kovara Berbangê ya Federasyonê bû.

Bi serpereştiya Federasyonê û hin dezgehên din, li swêdê kurdî weke zimanê fermî di nava kurdan de rûnişt. Hema bêjin hemî kurdên li swêdê dev ji zimanê biyaniyan berdebûn û bi hevre, di malên xwe de bi zarokên xwe re kurdî qise dikirin.

Êdî li swêdê şerm bû ku kurdek zimanê dagirkeran qise bike. Bi alîkariya dewleta swêdê gelek kovar û rojnameyên bi zimanê kurdî jî derketin. Evana hemî bûne sedem ku kurdî weke zimanê dayikê kete devên hemî kurdan. Ev serketin û şoreşek bû.

Ev gavavêtineke baş û pêşketineke delal bû. Ji ber helwesteke weha min jî di wê salê de ahd kir ango sond xwar û soz da xwe ku ez ê qet êdî bi tirkî nenivîsînim.Bi kurdan re tirkî qise nekim. Her weha ji bilî hin caran qisekirinê di warê kurdî nivîsandinê ez hêjî li ser soza xwe me û heta hebim ez ê li ser vê ahdê bimînim.

Min berheme xwe ya yekem romana li ser zîndana Diyarbekirê di sala 1994an de li swêdê piştî xebata şaş salan bi zimanê dayika xwe weşand.

Bawer bikin armanca min ne nivîskarî bû, min bi vê romana xwe GARDIYAN xwest ku tade, êşkence û wehşetên wê zîndanê bi zimanê dayika xwe bidim kurdan û cîhanê.

Ez bi ser jî ketim. Piştî serketina vê nas, dos û hevalan zor dane min ku ez vî karê xwe bidomînim û min domand heta niha min 10 berhem bi kurdî diyarî we xwendevanên hêja û gelê xwe kir.

Di nava kar û xebatên min yên bi zimanê dayikê her ku çûm pêşketim. Êdî ez bi vê nesekînim, min hêdî hêdî dixwest zana, jîr û nivîskarên me jî dev jî tirkî nivîsandinê berdin. Min di vî warî de gelek hewldan kir. Heta hingî ez tund bûm, gelek brader û dostên min dilê xwe ji min girtin. Bi vê tundiya xwe min gelek ji tirkî vegerandin zimanê kurdî.

Her weha gelek kesên bi tirkî dinivîsandind digot in: ”Hema te bi qûna kurdî girtîye”. Erê rast bû, ez û hinên weke min em bi înad li ser kurdî nivîsandinê rawestiyan. Me ev xwest û carna hin dostên xwe jî êşandin.

Lê îro ez dibînim ku em ango wan kesên weke min ku me bi înad dixwest û kar dikir ku rewşenbîr, nivîskarên kurdan dev ji tirkî berdin, bi serketin.

Ji bona mirov di karekî de bi serkev e, divê mirov bi înad be. Berdewamiya karê xwe be, guhnede gotinên çorş yên hin kesan ku carna heqaret jî li me dihat kirin, lê em û ez ranewestiyan hê jî berdewamin. Divê kurd êdî dev ji zimanê dagirkeran berdin.

Çima min ev nivîs nivîsî. Niha ez bala xwe didimê ku li welatê min, li bakurê Kurdistanê êdî ji bona fêrbûna vî zimanê delal û ji bona nivîsandina vî zimanê qedîm, roj bi roj komîte têne damezran, sazî ava dibim. Ma ji vê xweştir.

Dema mirov xwest û kir, wê roj bê mirovê di helwest û biryara xwe de bi serkev e. Loma niha kêfxweş im ku êdî gavên delal ji bona bi karanîna zimanê şêrîn têne avêtin Helbet ev gav têr nake divê em hemî bi hevre bibin alîkar da ku ev di jiyanê de jî bi serkev e.

Ji bona vê jî pêwîst e, rêxistinên me, partiyên me, dezgehên me jî biryar bigrin û bêjin ango qedexe bikin ku endamên wan dev jî tirkî axaftin û nivîsandinê berdin. Hewl bidin rêveberên bi kurdî nizanibin, divê nebin rêvebir.

Ya herî xweş jî ev e ku wê cahda me, wê berxwedana me, wê hewldanên me fêkiyên xwe da û wê hê jî bide. Ji her kar û xebatê re bi înad û berdewamî lazim e.