Mewlana Zade Rifet Beg Mamostayê Mîr Celadet Bedirxan bû

15/12/2019 - 16:10 Kategori Raman

 

Konê Reş

Çendî mirov li dor Mîr Celadet Bedirxan binivîse, kêm e û nikare mafê wî lê vegerîne.. Ew ê ku tev jiyana xwe di ber hebûna gelê kurd, parastina ziman û ferhenga Kurdî xerc kir.. Bi min xweş e ku ez kurtiyekê ji jiyannameya mamostayê wî Mewlana Zade Rifet Beg û çîroka rojnamevaniya Mîr Celadet Bedirxan, li ber destê wî, ji we re bidim naskirin.

Mîr Celadet Alî Bedirxan, di biçûkaniya xwe de fêrî gelek zimanên biyanî bûye û bi wan zimanan serwextî çand, ferheng û rewşenbîriya gelek miletan bûye.. Digel ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wî bû. Ew di sala 1909'an de, li ber destê Mewlana Zade Rifet Efendî, xwediyê rojnameya "Serbestî" li Stenbolê, fêrî kar û barên rojnamevaniyê bûye. Gelo Mewlana Zade Rifet Beg kî bû?

Mewlana Zade Rifet Beg: Têkoşer, rojnamevan, siyasî û nivîskar bû. Ew di sala 1869'an de li Stenbolê çêbûye.. Bi koka xwe ji xelkên bajarê Silêmaniyê, kurê nivîskarê Silêmaniyê yê navdar Abdulrehman Nacim e. Xwendina xwe di Hiqûqê de li Stenbolê bi dawî aniye û pêlekê di bureya çapemeniya biyaniyan de li Stenbolê kar kiriye.. Pêlekê jî rêveberiya zindana Sînopê kiriye.. Di sala 1895'an de hatiye girtin û nefîkirin bajarê Qeyserê û Yemenê.. Di sala 1908'an de, piştî Meşrûtiyetê û efûya giştî, ji Yemenê zîviriye Stenbolê û di komeleya (Qurbaniyên Gelêrî) de kar kiriye, digel ku serkêşiya rojnameya wê komeleyê ya bi navê (Mafên Giştî) kiriye û 60 hejmar jê weşandine.. Di sala 1909'an de rojnameya xwe ya bi nav û deng (Serbestî) li Stenbolê weşandiye, 12 salan pê re dirêj kiriye, 770 hejmar jê hatine weşandin.

Di sala 1909'an de sirgûnî Misirê bûye.. ji Misir çûye Yûnanê, ji wir jî çûye Parîsê. Li Parîsê, çav bi Şerêf Paşa ketiye û bûye yek ji endamên partiya wê a bi navê (Çaksaziyên Bingehîn).. Li Parîsê jî  13 hejmar ji rojnameya xwe (Serbestî) weşandine.. Paşê, ji Parîsê vegeryaye Misrê û çav bi Xudêwîyê Misrê ketiye.. Li Misrê jî 7 hejmar ji rojnameya xwe Serbestî di weşandine.. Di sala 1911'an de ji Misrê çûye Yûnanê û li Etînayê rojnameya (Alfarûq) û (Alcîhad) weşandine.. Di sala 1912'an de, bi efûya giştî re zîvirîye Stenbolê û rojnameya xwe (Serbestî) çap û belav kiriye. Di sala 1913'an de bi rojnamevan û pêşenga jinan (Nûriye Elewî) re zewicîye. Eva ku wê hingê serkêşiya bervedêriyê di ber mafê jinan de dikir û rojnameyek jinan bi navê (Cihana Jinan) diweşand.. Di sala 1918'an de bi Mîr Emîn Alî Bedirxan û çend kesên din re wek Mezlûm Beg, Altacir Mihemed Faiq Beg, rojnamevan Raxib Beg, Ezîz Beg Baba Zade (Partiya Gelê Radîkalî) damezirandiye û rojnameya (Şoreşa Mirovahiyê) bi navê vê partiyê weşandiye.. Piştî ku Kemal Paşa û hevalên xwe di sala 1922'an de derbasî Stenbolê bûne, hingê wan lîsteyek bi navê 150 kesên ku ji wan nerazî, bi kuştin, darvekirin û zindankirinê derxistiye, navê Mewlana Zade Rifet Beg jî di wî lîsteyê de hebû, vêca wî, jî ji neçarî xwe li Helebê girt û ew çend salên xwe yên dawî lê derbas kirin.. Mewlana Zade Rifet Beg di roja 8 êlûna 1930'î de li Helebê koça dawî kiriye û di goristana bajarê Helebê ya kevin de hatiye veşartin.. Berî ku ew goristan xera bibe û cihê wê bibe kolan û avanî, çend carekî ez li gora wî geriyam, lê sed mixabin ji ber mezinbûna goristanê bi ser venebûm. Vê paşiyê, min ev agahiyên li dor jiyannameya wî ji mamoste Adhem Şêxo wergirtine.

Li dor mamostetiya Mewlana Zade Rifet Beg ji Mîr Celadet Bedirxan re, Mîr Celadet Bedirxan di romana "Bîra Qederê" de li dor vê yekê wiha dibêje:

(..Şerekî nû destpêkiribû. Min kar, şixûl, mal, dezgeh, pêwendî, hedef û armanc diviyan. Minê çi bikira? Berê xwe bida ku?
Kurdan gotibûn: Teyr başe bi refê xwe re. Ezê bibûma hevalê kîjan rêz û refan? Min xwendin û nivîsîn, ilm û irfan, rojname û kovar helbijartin. Min da ser vê riyê. Ez nikarîbûm bibûma paşa, zabit, tacir, dikandar, karmend, hembal, berdevk, peyiyê malê û xemxwarê karê rojane. Ev kar û tişt li min ne dihatin. Ne bala min li ser wan bû û ne jî wan heyecanek didan jîna min.

Lê nivîskarî, rojnamevanî, kar û dozên mezin, hedef û armancên bilind, pîrozheycanek bê payan didan min. Ez, yan jî, ez, bira, mam û merivên xwe jî, bihesibînim û bibêjim em, bi bîr û dîtinên Roussau, Dîderot, Voltaire û feylesûf û nivîskarên din yên şoreşa Firansayê, bi şirên Ehmedê Xanî û Omerê Xeyam û bi ders, tecrûbe û serpêhatiyên mîr Bedir-Xan perwerde bibûn. Ma me qîma xwe bi karên rojane dianî? Min hedefê xwe hilbijart.

Hingê du mecmûa hebûn, ku li ser dilê min şêrîn, hem pir ezîz bûn, (Ictîhada) Abdellah Cewdet beg û (Serbestî) ya Mewlanzade Rifet beg. Gava min daxwaza xwe ya xebatê, li cihê Serbestî û Mewlanzade Rifet beg re got, wî berçavkên xwe derxistin, ez hembêz kirim (Mukemmel, Mukemmel) got û ez li aliyê din yê bureyê li ber maseke biçûk dam rûniştin. Bi vî awayî min dest bi xebata rojnamevaniyê kir. Serbestî rê li ber min vekir ku ez bikaribim rojname û kovarên, ku min paşê li welatên dûr û xerîb derxistin, biweşînim. Eger ew tecrûbên rojên Stenbolê nebûna, ne Hawar û kitêbên wê, ne jî Ronahî derdiketin. Ez ne bawerim ku ewê bikarîbûna derketina..).

Ji hingê ve Mîr Celadet Bedirxan pîş bi karê rojnamevaniyê kiriye, pê mijûl bûye û gelek gotar di rojnameya wî (Serbestî) de belav kirine.. Ew rojnameya ku di navbera salên 1909-1913'an de dihat çap û belav kirin.. Xwedê wan bi dilovaniya xwe şa bike.