Yekitî, enî û tevger çawa pêk tên?

11/12/2019 - 15:58 Kategori Raman

Bûbê Eser

Heger hûn rastiyê bixwazin siyasetmedarên vê nizanibin tune ne. Lê çima ev pêk nayê, divê em êdî li ser wê rawestin. Ji bona fêmkirina vê, min xwest hin nerînên xwe bi we re parve bikim.

Ji bona mebesta vê nivîsî şaş neyê fêm kirinê divê ez vê jî pir bi zelalî û eşkere bêjim ku ez bi xwe ne endamê tu partiyên ku îro li bakurê Kurdistanê hene, me. Min çend sal berê jî ev bi nivîsekê diyar kiribû û gotibû; ”Ew partiyên helwest û nerînên wan kurd û Kurdistanî be, ez endamê wan im.” Ez hê jî li ser wê gotina xwe me.”

Kîjan partî, tevger û rêxistin ji bon kurd û Kurdistanê kar û xebatê bikin, helwest û nerînên wan. Gotin û kiryarên wan kurd û Kurdistanî be ez bi wan re me û ew partiya min e jî.

Niha bi çend rêzan be jî dixwazim di vê derbarê de dîtina xwe bêjim. Helbet mafê her rewşenbîrekî, nivîskarekî, welatparêzekî, hunermendekî û siyasetmedarekî ye ku ji bona azadiya kurdistanê nerîn û dîtinên xwe bêjin. Dema em dibêjin û dinivîsînin, divê partiyên me jî agahdarî van nivîsana bin da ku bikaribin fêdeyekê ji wan bibînin.

Ji ber ku li bakurê Kurdistanê hêzeke neteweyî, xurt û bi qawet tune ye, lewra jî yekîtî, Enî û kongreyên neteweyî pêk nayê. Li gor min karê îro ji vê bêtir divê xurtkirina hêzek an partiyekê be…

Ji bona pêkanîna van jî divê em hemî bi hevre hewl bidin, kar û xebatê bikin, di warê madî û maneyî de bibin piştgir da ku em bi hevre berê partiyeke weha li ser erda bakurê kurdistanê bixuliqînin. Bê partiyeke weha em, ew an partiyên heyî çi bikin jî wê taliya wan kar û xebatên wan î hêja di ber avê de here.

Mînakên vê em dikarin ji sala 1979an bi destpê bikin UDG Hevkariya demokratîk ya neteweyî (Ulusal Demokratîk Gucbirligi) bigirin. Ev li bakurê kurdistanê yekem gav avêtina bi hevre bû. Ev ji ji KUK (Rêzgarîxwazin neteweyî Kurdistan). Rêya Azadî û DDKD pêk hati bû. Vê kêfxweşî û bawerî da gel. Lê taliya wê bû, bê hêvîtî û qediya.

Ji wê demê û heta îro gelek yekîtî. Hevkarî û tevger pêk hatin û yek jî bi ser neket. Piştî her perçebûnekê herkesan dest bi paşgotiniyan û hevdu kêmkirinê kirin. Mesele dirêj e, lê ez ê kin bibirim.

Hemî hevkarî û tevgerên li bakurê kurdistanê çi li welêt û çi jî li derveyî welêt bi serneket. Kes ango rêxistinên me li ser asasê pêknehatina wan nesekinîn. Tenê bi hevdu sûçdarkirinê mesele qedandin.

Asasê meselê ew bû ku li bakurê kurdistanê rêxistin, partî an tevgereke xurt û xwedî hêz tunebû ku bikarîba van karên delal bibin serî. Ji bona van daxwazên me û ya gelê me pêk bê divê em êdî dev ji hemî karê xwe berdin ji bona rêxistinek bi hêz, bi qawet, xwedî îmkan û li ser xeta neteweyî peyde bikin da ku ew jî daxwaza me ya bi salane pêk bînin.

Heger em dixwazin vana pêk bînin partiya herî nêzîkî van, di şert û mercên îro de Partiya Azadiya Kurdistanê PAK e. Ka werin em wê xurt bikin da ku ew jî bikaribe daxwazên me pêk bîne.

Çima PAK?

Ji ber ew xwe weke binemala hemî tevger û rêxistinên Kurdistanî dibîne. Ji ber ew di daxwazên xwe de Kurdistaneke serbixwe dixwazî. Ji ber ku ew xwedî helwestên neteweyî ne. Ji ber ew xwedî serokekê ji hemî serokên heyî ciwantir e. Bi qasî temenê xwe zana û jêhatî ye. Bê tirs e û di helwestên xwe de zelal û neteweyî ye. Kurdiya wî xweş û gavên wî bi pîvan in.

Pêkanîna eniyeke neteweyî daxwaza gelê me ya azadî û serxwebûna bakurê Kurdistanê ye. Ev ewqasî zelal e ku yên vê nebîne ya korr ya jî ne dilxwazên gelê xwe ne.

Çima vê dibêjim;

Ez ji tecrubeyên salên 1979an û

yekitî, enî û tevger çawa pêk tên?

Ez ji tecrubeyên salên 1979an û heta niha ku van daxwazan çima pêk nehatiye dibêjim. Êdî divê rêxistinên me yên heyî jî vê bibînin. Bibînin û li gor wê bikaribin bibin xwedî helwest.

Hema ji bona carekê jî be, divê serok û rêberên partiyên me dîroka gelê xwe bixwînin û bibînin ku çima heta niha yekîtiya gelê kurd ya li ser xeta neteweyî pêk nehatiye.

Li gor min sedem, tunebûna partî an hêzeke xurt ku bikaribe yên din hembêz bike, wan serwextî meselan bike, bi hêz û qaweta xwe bikaribe. li  hember êrîşên dagirkeran bê helwest nemîne.

Divê em vê yekê baş bizanibin ku gelek tevger û serîhildanên ji bona azadiya bakurê kurdistanê pêk hatine, lê yek jî bi ser neketiye. Ji ber ku dema hinan şerê azadiyê didan, hinan jî ji bona çend kurtîlan brayê xwe, dikuştin. Ew jî ji ber tevger ne xwedî hêzeke ku piraniya gel hembêz kiribana bû.

Sedemeke din jî li gor min ew bû ku her serokek dixwaze hemî kar weke wî bibe, yek yekî din qebûl nake û alîkarî nake da ku yek weke serok bibe sembola bakukrê kurdistanê. Ji bîr dikin ku di her welatekî de serokek peyde dibe.

Di tevgerên azadîxwaz de serok roleke girîng dilîzîn. Ji ber ku kurd gelekî girêdayî serokên xwe ne. Serok çi bêje li gor wan ew ya rast e. Bawer dike ku ne ew serok be dê kurdistan azad ne be. Loma jî çi demê serokê kîjan partî an rêxistina Kurd hatibe cangorîkirin an darvekirin ew tevger jî hema hema têk çûye. Dijminê me, dagirkerên me jî vê yekê baş dizanin û heta ji wan tê vê pêk tînin û anîne.

Tenha ev di tevgera Barzaniyan de nebû ye. Ji ber ku wan bi kar û xebatên xwe yên dûr  û dirêj de, ji bona xwe ji bona me, destûr, bername û rêbazek pêk anîbûn. Ew rêbaz tim bû findek û şevreşa kurdan ronî kirî ye. Em îro dibînin ku bi saya wê rêbazê li başûrê kurdistanê di nava xwe de bûne dewlet. Hemî dem û dezgehên dewletbûnê hatine avakirin. Lê…

Azadiya îro jî bi saya wê eniya ku bi serpereştiya nemir Îdrîs Barzanî pêk hatibû. Nemir zanî bû û fêmkiribû ku bê yekîtiya kurdan, kurd nikarin xwe azad bikin. Ev xalek û pêk anînek girîng bû di dîroka hemî kurdan de. Loma divê ev neyê ji bîr kirin. Lê mixabin kurd dîroka xwe nizanin û naxwînin ku fêr bibin.

Heger ne ji ber hin problemên nava xwe bûna û xencera di 16 cotmeha 2017an li pişta Barzaniya û kurdan ne ketibe îro wir wê Kurdistaneke serbixwe ba ku me hemî kurdan jê fêde bidîtana û niha jî li gor vê hebûnê jî dibînin.

Heger em ji nû de dîroka xwe bixwînin em ê bizanibin hemî kêmaniyên bû ne ji ber bê hêzbûna tevger an partiyan bû. Ji bona êdî em weke kurd xwe ji wê kêmaniyê xilas bikin, tevgereke xurt, bi hêz, kurd û kurdistanî li ser xeta neteweyî pêk bînin da ku em jî êdî ji koçberiyê, ji malwêraniyê, ji kuştin û girtinê xilas bibin. Li ser erda xwe bi azadî bijîn. Ev mafekî me ê rewa ye.

De ka werin em ew şansa ku îro heye têxin jiyanê. Dibe ku her tiştên PAKê ne li gor dilê me be. Dibe ku hin tiştên wê ne bi xweşiya me be. Lê divê bê zanîn tu rêxistineke ku sedî sed li gor dilê herkesan be tune ye.

Altarnatîfa min xurtkirina PAKê ye. Dibe hin altarnatîfên din jî hebin. Lê çi dibe bila bibe, heger em di demek nêzîk de li bakurê Kurdistanê eniyeke neteweyî danemezrînin,  em ê hemî bi hevre wenda bikin. Îro tu şert û mercên kongreyeke neteweyî tune ye. Loma divê êdî kurd serê xwe bi vê re neêşînin…

Ji xwe em kurd heta niha fêrî wendakirinê bûne loma nizanin qezenc bikin. Ka vê carê jî em ji bona qezencê hemî bi hevre kabên xwe bavêjin  Ji ber ku li bakurê Kurdistanê hêzeke neteweyî, xurt û bi qawet tune ye, loma jî yekîtî, enî û kongreyên neteweyî pêk nayê. Heger em dixwazin vana pêk bînin div zûtirîn dem em eniyeke ji rêxistinn neteweyî difikrin pêk bînin.

Kurdino divê em ji bîr nekin û bibînin bê niha dagirkerên me çawa welatê me dişewitînin, malan bi ser serê me kurdan de hildiweşînin, bê çawa me didin girtin û kuştinê. Heger em hêzek xurt, neteweyî û çalak li hember vê malwêraniyê dernexin em ê av û av herin…

Vê ji bîr nekin bi partiyeke çend endamên wê hene, em nikarin tu welatan pê azad bikin. Lê hin dikarin bi saya wê malbata xwe pê xilas bikin ew jî tiştekî din e ku roj bê wê hesabê vê jî bidin.

niha ku van daxwazan çima pêk nehatiye dibêjim. Êdî divê rêxistinên me yên heyî jî vê bibînin. Bibînin û li gor wê bikaribin bibin xwedî helwest.