Gera li Bedirxaniyên Beyrûtê û Pêwendiyên wan bi Malbata Alsulih re

05/12/2019 - 20:46 Kategori Raman

Konê Reş

Berî çend salan ji bo dana semînerekê li dor rewşenbîriya kurdî li Sûriyê û Libnanê di (Civata Kurdên Libnanê ya Qenciyê) de çûm Beyrûtê. Di rojên pey semînerê re, min da şopa Berdixaniyan li Beyrûtê. Ev civata Kurdên Libnanê di sala 1963'an de, bi alîkariya Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, di heyamê serokwezê Libnanê yê berî Kemal Cinbilat de hatiye avakirin. Piştî semînerê min ji zeriya hêja Gulistan Mohammed, ya ku berpirsyara veşartokên civatê ye û hevala wê Helîme Omerî xwest ku cihê gora Mîr Xelîl Ramî Bedirxan şanî min bidin. Û wiha digel herdu zeriyan (Helîme û Gulistan) em çûn goristana taxa Başûra a bi navê (Qebir Walî). Lê sed mixabin me gora wî nedît, lê em rastî gora Mîr Xalid Bedirxan û Zeyneb Xanim Bedirxan hatin. Mîr Xalid Bedirxan yê ku di sala 1914'an, destpêka cenga cîhanî a yekemîn de li Beyrûtê hatiye kuştin.

 Mîr Xelîl Ramî Bedirxan; ev ê ku yek ji kurên mîr Bedirxan yên paşî bû. Li gor ku di Hawarê de behsa wî hatiye kirin û miheqeq yê ku behis kiriye mîr Celadet Bedirxan e; ew di sala 1862'an de li Şamê çêbûye, anku berî mirina bavê xwe Mîr Bedirxan bi dor çar - pênc salan.. Xwendina xwe li Stenbolê bi dawî anîye.. Di sala 1919'an de bûye qaymqamê Melatiyê û di pey re muteserifê wê.. Ji bo daxwazên gelê Kurd, berî ku peymana Sîverê bê mohir kirin, digel du biraziyên xwe (Mir Celadet û Kamîran Bedirxan), bi Major Noel yê Înglîzî, Ekremê Cemîl Paşa, Hac Tewfîq (Pîremerd) re, li Kurdistana bakur gerya ye.. Piştî ku di sala 1923'an de Mustefa Kemal û hevalên xwe derbasî Stenbolê bûne, fermana bidarvekirina Xelîl Ramî Bedirxan jî di nav lîsteya 150 kesên ku li wan hatibûn xezebê deraniye.. Hingê Xelîl Ramî Bedirxan ji neçarî bûye yek ji daniştiyên Sûriyê û Libnanê. Di sala 1927'an de Mîr Xelîl Ramî Bedirxan bi biraziyê xwe Celadet Bedirxan û Kurdperweran re Komela Xoybûn li Libnanê, bajarê Bihemdûnê damezirandine.. Mîr Xelîl Ramî Bedirxan di sala 1932'an de li Beyrûtê koça dawî kiriye.

Sebaretî Zeyneb xanim Bedirxan; ew keça Osman Paşa Bedirxan e û kebaniya Ahmad Muxtar Alsulih bû. Osman Paşa Bedirxan yek ji kurên mîr Bedirxan yên mezin bû. Di sala 1878'an de digel birayê xwe Husên Kinan Paşa bi tevgerek serxwebûnê li herêma Botan rabûne û pêlekê bajarê Cizîra Botan kiribûn bin destê xwe de.. Ji zewaca Ahmad Muxtar Alsulih bi Zeyneb Osman Paşa Bedirxan re pêwendiyên malbata Mîrê Cizîra Botan û malbata Alsulih a navdar de li Libnanê destpê dike.

Wek ku diyar e, malbata Alsulih ji gewirtirîn û dêrîntirîn malbatên Sinî yên di Libnan û Beyrûtê ne û ev malbat ji kevin de xwedî rêzgirtin bû li cem sultanê Osmaniyan li Stenbolê. Vêca dema ku Ahmad Muxtar Alsulih, xortê vê malbatê çûye Stenbolê da ku di dibistana herbiyê bixwîne, çav bi ceneral Osman Paşa Bedirxan ketiye û ew mamosteyê wî yê wê dibistanê bû. Bi demê re Muxtar Alsulih bûye ji dilbijokên Osman Paşa, kêfa Osman Paşa jî jêre hatiye.. Rojekî Ahmad Muxtar Alsulih ji şêwirdarên xwe xwestiye ku keçek Osman Paşa Bedirxan ji xwe re bixwazin.. Di xwestinê de Osman Paşa Bedirxan erêniya xwe diyar dike lê doza belgeyên reseniya malbata Alsulih ji wan dixwaze..

 Piştî çend heyvan, Ahmad Muxtar Alsulih belgeyên reseniya malbata xwe jêre ji Beyrûtê anîn û pêşkêş wî kirin. Û wiha ew û Zeyneb xanim bi hev re zewicî ne. Çend salekî li Stenbolê bi hev re mane. Di wê navê re ceneral Osman Paşa yê ku mamosteyê dibistana leşkerî bû li Stenbolê, zavayê xwe Ahmad Muxtar rê dike Almanyayê bo xwendina bilind di leşkeriyê de.. Vê paşiyê  A. Muxtar Alsulih di gel kebaniya xwe Zeyneb xanim li bajarê xwe Beyrûtê vedigere û jiyana xwe a dawî lê derbas dike. Du keç bi navê; Nezîhe û Fikriye û kurek bi navê Safî ji wan re çêdibin. Zeyneb xanim di roja 25'ê nîsana 1947'an li Beyrûtê koça dawî dike, li ser daxwaza wê a berî mirinê, wê di eynî kumbeda ku mamê wê mîr Xalid Bedirxan di bin de hatibû veşartin, wê vedişêrin. (Mîr Xalid Bedirxan sala 1914'an, di rojên cenga cîhanî a yekemîn de li Beyrûtê hatibû kuştin û di goristana Başûra de li Beyrûtê hatibû veşartin).

Zeyneb xanim Bedirxan, jinek bi hêl û mêl bû, xwedî gotin û biryar bû, cihê rêzgirtinê û qedir bû di nav malbata Alsulih de û gotina wê ne dibû dudo.. Ta pileyekê ku hinan ji malbata Alsulih pesnê wê di bîranînên xwe de dane..

Dema ku Mîr Dr. Kamîran Bedirxan li Beyrûtê bû, keçmama wî Zeyneb û malbata Alsulih bi tevayî xweş pişt bûn jê re û her wiha ji rêhevalê wî Dr. Nûredîn Zaza re. Paş mirina wê, keça wê Nezîhe xanim bû xweş hêlîn ji Dr. Kamîran û hevalên wî re, bi taybet Dr. Nûredîn Zaza.. Û Dr.Nûredîn Zaza ev yek di (Jiyana Min î Kurdî) de aniye ziman..

Hêjaye gotinê ku bi xêra wê zewacê û pêwendiyên Bedirxaniyan bi Malbata Alsulih re, gelek ji kurdên Beyrûtê bûn xwedî nasnameya Libnanî, nexasim dema ku Samî Beg Alsulih serokwezîrê komara Libnanê bû di navbera salên 1943 û 1958'an de.

Wek ku me got Zeyneb xanim jinek dîplomat û jêhatî bû û malbata Alsulih şanazî û îftîxar bi bîr û baweriyên wê dikirin..

 Erê, di rêka zewaca Zeyneb xanim Bedirxan bi Ahmed Muxtar Alsulih re pêwendiyên Bedirxaniyan û malbata Alsulih hatin ava kirin.

Albûma Wêneyan