Li ser „Torra Ziman û Çandan!“

26/11/2019 - 21:59 Kategori Raman

Şeyhmus Ozzengîn

Berî bi çend rojan „Platforma Zimanê Kurdî“ Li Amedê civîna xwe lidar xist. Civîn du rojan berdewam bû.

Ji nivîsa Roşan Lezgîn, em têdighîjin ku berî civîna vê sazîyê lidar bikeve, bi R. Lezgîn re jî axivtinek lidarxistine. Di hevdîtinê de R. Lezgîn hinek agahî û li ser mijara axivtinê, nerînên xwe bi nivîsekê di tora Zazakî. Net ( http://www.zazaki.net/haber/torra-zimannan-canan-2642.htm?fbclid=IwAR00hi3a-M37km9_yatIqpj9Dp1TQP0CtSMyNqt4wAnofUldrO08MukRTBM ) de belav kir. Di vê nivîsa R. Lezgîn de, pir xalên girîng, ku em pir baş liser rawestin hene.

Komek bi navê „Platforma Zimanê Kurdî“ hatîye damezirandin. Lê ev platform wê li ser çi esasan û bi çi armancê karê „geşkirina zimanê kurdi“ bide ber xwe?

  1. Lezgîn, hevdîtina di navbera xwe û hinek kesên ku, li ser navê vê xebatê bi wî re hevdîtin çêkirine, awa tîne ziman:

„Min got ‚Di serî de, divê çarçeweya xebatê diyar be; eger hûn nizanin dê çi bikin, rast nîne ku însanan meşgul bikin!”

Li gor agahîyên Ku R. Lezgîn dide me, serê van kesên ku pê re hevdîtin pêkanîne, ne zelale û xebatên li ser ziman û geşkirina ziman, wek du armancên cûda tevlihev dikin. Di virde R. lezgîn bi beşek ji axivtinê, me agahdar dike û dibêje;

„Samî Tanî got ‚Em dixwazin xebatekê bikin, komekê ava bikin ku bi ser siyasetê re be. Û em bi hev re fikrek derxin holê. Plansazîyeka demokratîk çêbikin.‘

  1. Lezgîn bersîva wî dide û teqez dike ku:

„Min got ‚Xebata li ser ziman tiştek e, xebata pêşxistin û aktuelkirina ziman tiştekî din e. Xebata li ser zimên karê pisporan e, xebateka îlmî ye, eleqeya wê bi ‘demokratîkbûnê’ ve nîne. Îcar xebata pêşxistin û aktuelkirina zimên karê her kesî ye. Jixwe kêşeya zimanê me jî ev e; li Bakur miletê me asîmîle dibe, kesên ku bi kurdî (zazakî, kurmancî) diaxifin roj bi roj kêmtir dibin. Ev jî meseleya siyasetê ye. Lê siyasetê heta niha got ‘dil önemli değildir’ û mala me xirakir. Bila siyaset texrîbata xwe tamîr bike.“

Di nava nivîsê de, firehîya axatina bi van kesên ku beşdarî hevdîtina bi R. Lezgîn re bûye, têt ber me û meramên vê pîlan û armanca damezirandina „Platforma Zimanê Kurdî“ jî dikeve bin bandorek sîyasî û neyênî. Di virde R. Lezgîn dibêje:

„Lê eger niha em komek ava bikin û li gorî gotina we dê ‘ev kom bi ser siyasetê re be’ hingê divê selahîyeta vê komê jî hebe ku hukim li ser siyasetê bike. Bo nimûne, bikaribe sazîyên kurdan ji bin teseluta çepê tirkan derxîne. Bikaribe serokatîya partîya ku tenê kurd ray didinê ji destê tirkan derxîne û kesên kurdperwer ku bi kurdî diaxifin, li ser kurdî dihelin bike serokê partîyê. Di dema hilbijartina parlamenteran û şaredarîyan de kurdperwerên ku bi kurdî diaxifin, zimanê kurdî ji wan re derdê sereke ye, bikin namzed. Çimkî heta niha kesên ku bûne parlementer, çawa ku hilbijartin qedîya û mazbata girtin, tu feydeya wan ji kurdî re nebû…”

Li gor agahîyên ku R. Lezgîn dide, hinek ji wan kesan gotine:

“Ev karê me nîne! Em dê tenê li ser ziman bixebitin“(!)

Di vir de nakokîya ku derdikeve ber me, dide xuyakirin ku, armanca li pişt perdê û hêla eşkere hevcûdû nagirin. Hin li gor projeya HDP wê tirk, Ermenî, Suryanî jî beşdarî Platformê bibin û wê platform bi van re „têkeve warê demokratîkbûnê“ û wê hin jî kar û xebatên geşkirina zimanê Kurdî bidin ber xwe! Yanî ji serî de dixwazin „halkların kardeşliği“ derxin pêş û vê xebatê jî ji bona hedefên xwe yên grûbê bikar bînin. Di vir de R. Lezgîn eşkere dike ku:

“Madem mesele xebata li ser kurdî yan jî derheqê zimanê kurdan de ye, rast nîne ku kesên suryanî, ermenî û tirk di nav de bin. Ji bo zimanê xwe em ê bicivin, divê axaftin û munaqeşeyên me jî bi kurdî bin.“

Ji ber ku mejîyê kesayetîyên derdorê HDP û armancên wan ne Kurdewarîne, ji wan „Planforma Zimanê Kurdî“ jî nayê damezirandin. Ev di gotina Samî Tanî û hevalên wî de zelale. Li gor ku R. Lezgîn eşkere dike, Samî Tanî û hevalên wî gotine:

“Em dixwazin bila xebateka demokratîk be, bila her kes têde temsîl bibe, lewma em dê gazî wan jî bikin.”

  1. Lezgîn bersîvê dide û dibêje:

“Hûn partî daynin yan jî meclisa bajêr (kent konseyi) ava bikin, dibe ku ji her etnîsîteyek çend kes temsîlen di nav de bin. Lê di meseleya zimanê me de, eleqeya tirkan û suryanîyan û ermenîyan û ereban nîne, ew bila ji bo zimanê xwe kom bibin, em ji bo zimanê xwe kom dibin...”

Wek ku em dizanin ev demek dirêje ku beşek ji kurdan, her ku cîh li wan teng dibe bahsa „yekitîya neteweyî“ dikin û „kongra neteweyî“ tînin rojevê. Bê ku wateya vê gotinê bi rewşek ilmî binirxînin. Min di nivîsê xwe de her anîye ziman; „yekitîya neteweyî“ mijarek xelet û provaqatîfe. Miletê Kurd, mileteke û li ser axa xwe di bingeha vê yekitîyek neteweyî de, jîyanek dîrokî meşandîye. Yên ku vê jihev perçe dikin ne miletê Kurd, partî û sîyasetmedarên kurdan e. Li gor berjewendîyên hizbî, grûbî perçebûnek çêkirine, ku ev perbûnek sîyasîye, ne neteweyî ye. Di virde divê daxwaz, „yekitîya sîyasî“ be ne „yekitîya neteweyî“!

Li ser vê mijarê R. Lezgîn jî di nivîsê de nerînên xwe eşkere kirine:

„Ev îbareya ‚yekîtîya neteweyî‘ îfadeyeka xelet e. Kurd neteweyek in, yek in; di warê ‘netewe bûyina’ kurdan de tu kêşeyek tune ye. Û ‚yekîtîya neteweyî ya kurdan‘ tiştek e, ‚yekbûna partîyên siyasî‘ tiştekî din e! Bêguman di nav kurdan de gelek partî û hereketên siyasî hene ku xwedanê îdeolojî, bername, armanc û pratîkên cihê ne. Ya rastî ev e ku, ev partî di şûna ‚yekbûnê‘ de bibin ‚yekrêz‘, yanî di rêzekê de bigihên hev, bi hev re ji bo xizmeta neteweya kurd bixebitibin baştir e.“

  1. Lezgîn, di nivîsê de nerînên xwe li ser armanca damezirandina „Platforma Zimanê Kurdî“ û qenaeta xwe jî awa eşkere dike:

„Xulase, awayê tevgerînê, gotin û daxuyanîya wan di nav xwe de gelek bi nakokî ye. Ji vê çendê, ez wisa hîs dikim ku ev livandin ji bo tiştekî din e! Çawa ku tê zanîn, van demên dawîyê di rojeva siyasetê de “yekîtîya neteweyî” heye! Esas, çend sal in hewldaneka wisa heye. Tiştê ku dixuye ev e, hereketeka siyasî dixwaze xwe bike şirîkê pêkhateya li Başûr, ku êdî li dinyayê bûye muxatabeka akredîte. Yan jî, dixwaze pêkhateya Başûr bike wekî xwe û meşrûîyeta wê bixine xetereyê, bi vî awayî ji miletên serdest yên xwedan dewlet re behaneya tedaxulê çêbike û wan ji navê bibe. Ez esla naxwazim ev wisa be, lê ji min re guman çêdibin ku di paşperdeya vê livandinê de li jêr perdeya zimên ji bo vê rojevê (yekîtîya neteweyî!) peydakirin û pêkanîna piştgirîyê heye.“

Divê, Kurdên bi ku hest kurdewarî tevdigerin, li henber van lîstik û daxwazên nedicîh de şîyar bin û nebin lîstok di destê van stratejîyên ku armanca wan têkbirina miletê me ye.

HDP, bi salan hemû şehredarîyên Kurdistan, heta gund û bajarokan girt destê xwe. Di meclîsa Tirkan de bicîh bû. Ne di şehredarîyan de gavek ji bona zimanê kurdî avêt û ne jî „meclîsek Parastina Zimanê Kurdî“ di nav şaxên xwe de, di armancên xwe de avakir. Ev tenê bi serê xwe mînakin ku ti derdê HDP û geşkirina Zimanê Kurdî, hestên Kurdewarî bihev re tineye.