Kongireyê 8an a PENa Kurd li Amedê/ 2013an

24/11/2019 - 17:11 Kategori Raman

Konê Reş

PENa Kurd, saziyeke Kurdistanî ye, bi PENa Navneteweyî ve girêdayî ye. Wêjeyî,  rewşenbîrî  û serbixwe ye. Li gor zagonên PENa navnetewî kar û xebata xwe dike. Ne di bin destê çi partiyeke siyasî û an bin destê çi hikumeteka siyasî de ye.. Ev sazî û dezgeha neteweyî, li her derê û di her rewşê de parastina zimanê kurdî, nivîskar û  helbestvanên vî zimanî dike.  Erê xebata wê di ber ziman û wêjeya Kurdî de ye û ermanca wê ku tev niviskarên Kurd cihê xwe di nav de bigrin.. Nexasim ew kesên ku dixwazin li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.. PENa Navneteweyî mala tev rewşenbîrên ku dixwazin dengê xwe bighînin nivîskarên cîhanê, ji bo parastina zimanên ku zordestî li wan tê kirin, wek zimanê Kurdî. Nexasim ew nivîskarên ku ji ber derbirîna bîr û  baweriyên xwe ji aliyên rêjîmên xwe ve têne girtin û zindankirin.. Herwiha PENa Kurd şaxeke ji vê PENa navnetewî, eva ku xebata wê ji bo rabûna wê zordestiyê ye û azadîya nivîskara ye.. Ji çend salan ve ez endamê vê PENa Kurdî me û nûnerê wê me li Rojava.

  Li ser daxwaza Dr. Zeredeşt Haco serokê Navenda PENa Kurd yê berê ku ez beşdariyê di Kongireya PENa Kurd de li Amedê (Diyarbekirê) bibim, di roja 16/5/2013an de, ji Qamişlo min berê xwe da Amedê. Ji ber qîrîn û problemên ku li Sûriyê rûdabûn, dergehê Qapiyê di navbera Qamişlo û Nisêbînê girtî bû, vêca ez neçar bûm ku di dergehê Cerablisê re derbasî Tirkiyê bibim û xwe bi Amedê ve bigihînim. Sibê zû ji Qamişlo derketim, di Amûdê, Derbasiyê, Girê Spî (Til Ebyed), Kobanî re derbasî Cerablisê bûm. Di Qapiyê wê re derbasî Tirkiyê bûm û min xwe bi Amedê ve gîhand. Li Amedê, ji rex komîta amadekar ve hatim pêşwazî kirin.

  Di rojên 17-18/5/2013an de çalakiyên kongirê bi xêrhatina beshdaran û vekirina kongire, ji rex serekê Navenda PENa Kurd, birêz Dr. Zerdesht Haco ve destpê kir.. Di pey re, xwendina silavnameya serekê PENa Navneteweyî, birêz Lucina Kathmann, axiftina serekê sharedariya Amedê, birêz Osman Baydemir, silavnameya birêz Sînemxan Celdat Bedirxan, sereka rûmetê ya Navenda PENa Kurd- Bi sedemê nexweshiyê nikarîbû were,  birêz Kakshar Oremar xwend, axiftina serekê Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê, birêz Shêxmûs Sefer..

 Hem jî, van mêvanan silavnameyên xwe xwendin:

Birêz Lucina Kathmann, yek ji cihgirên serekê PENa Navneteweyî, birêz Jiri Dedecek, serekê Navenda PENa Chekê, birêz Dr. Kawa Mehmûd, wezîrê rewshenbîriya herêma Kurdistanê, birêz Ismail Beşikci, zanyar, civaknas û nivîskar, birêz Tarik Günersel, serekê Navenda PENa Tirkiyayê, birêz Mem Botanî, serekê Yekîtiya Nivîskarên Başûr.. Û birêz Salihê Kevirbirî silavnameya birêz Yashar Kemal ya devkî got û birêz Haydar Işik silavnameyên hatî xwendin.

Her wiha jî van berpirsiyarên nûneratiyên Navenda PENa Kurd gotinên xwe xwendin:

  Birêz Roşan Lezgîn, nûnerê Navenda PENa Kurd li Amedê, birêz Ezîz Nimetî, nûnerê Navenda PENa Kurd li Rojhilat, birêz  Dilşad Xoşnav, nûnerê Navenda PENa Kurd li Başûr, birêz Simin Çayçî, sereka Komîteya Nivîskarên Jin ya Navenda PENa Kurd, Rojhilat, birêz Konê Reş, nûnerê Navenda PENa Kurd, Başûr-Rojava, birêz Selwa Gulî, Nûnera Navenda PENa Kurd li Skandînaviya, birêz Salihê Kevirbirî, nûnerê Navenda PENa Kurd li Stenbolê silavnameyên xwe xwendin..

  Digel ku di wan herdû rojan de problemên PENê hatin gengeşekirin wek; peyam û raporta kar û xebata Navenda PENa Kurd, ezmûneyên xebatê li ser qada navneteweyî, raporta darayî, gengeşe û dengdan li ser raportan, wergirtina endamên nû, gengeşekirina pêşeroja Navenda PENê, avakirina PENeke Kurdî î din li Amedê, hilbijartina komîteyeke nû, pêşniyar û biryar ji bo xebata pêşerojê, berhemên wêjeyî û stranên kurdî..

  Di encama kongireyê de komîteke nû ya birêvebirina PENê ji 8 endamên sereke û du endamên yedek ve hat hilbijartin: Şêxmûs Sefer serokê Navenda Pena Kurd, Bêrîvan Doskî cîgira serok, Kakşar Oremar sekreter, Mem Mîrxan berpirsê darayî û Dilşa Yusif, Perî Şêx Salih û Salih Kevirbirî wekî rêvebir hatin binav kirin. Herwiha Omer Fîdan û Irfan Babaoglû jî endamên yedek hatin diyar kirin.

  Hêviyên min mezinin ku dengê Navenda PENa Kurd û komîteya nû bighêje tev nivîskarên Kurdistanê ku, PENa Kurd bi rastî dixwaze Amed bibe navenda kultur û rewşenbîriya Kurdistanê û da ku li dor wan sînorên ku di nav xaka Kurdistanê de, dijî vîna gelê Kurd hatine danîn, xebat û tekoşîn bi pênûs û xamê, ji berê bêtir bibe û di encam de diyar bibe ku Kurd yek netew û ziman û yek xak in.

  Di roja 19.05.2013an de, em li bajarê Amedê geriyan.. me serdana pêşengiha pirtûkan kir.. me li berhemên wêjeyî û mûzîka Kurdî temaşe û guhdarî kir û dawî me xatir ji ve xwest û adinî rojê, ez eynî rêka çûnê re, vegeriyam Binxetê, bajarê xwe Qamişlo.

Gotina min di Kongireya PENê de li Amedê:

Hûn tev bi xêr hatin!

Birêz Dr. Zerdeşt Haco, serekê Navenda PENa Kurd

Birêz Lucina Kathman, cigira serekê PENa Navneteweyî

Dr. Kawa Mehmûd, wezîrê rewşenbîriya herêma Kurdistanê

Birêz Osman Baydemir, serekê şaredariya Amedê

Birêz Ahmet Turk, hevserokê Kongireya Civaka Dêmokratîk

Birêz Mem Botanî, serekê Yekîtiya Nivîskarên Başûr

Birêz Hesen Silevani, serekê Yekîtiya Nivîskarên Kurd/ Duhok

Birêz Şêxmûs Sefer, serekê Komeleya Nivîskarên Kurd/ Amed

Silav û rêz ji bo we tevan!

  Wek ku hun tev dizanin, li Kurdistanê û cîhanê zimanê Kurdî nîşana hebûna miletê kurd e. Zimanê Kurdî, nesnameya netewê Kurd e û hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye. Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê me kirine û dikin..

  Ez jî wek nivîskar û hezkerekî zimanê kurdî, ku piraniya nivîsandinên min bi zimanê kurdî ne û ez pak serwextî çîroka geşbûna hin zimanên rojhilata navîn im, bêgûman ziman kurdî jî zimaneke ji zimanên rojhilata navîn e, belê, min di dîroka miletan de, di dîroka şerê zimanan de, wek ku şerê zimanê kurdî bi tundî hatiye kirin, şerê ti zimanî ne dîtiye û nehatiye kirin..! Bi taybetî di Kurdistana bakur de. Ji sala 1923an ve, dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî nemîne, bi pilan şerê zimanê me kirine. Zimanê me wek sembola paşverûtî û nezaniyê destnîşan kirine û dikin. Û ne tenê planên bişaftina çand û ziman li ser me kurdan meşandine, lê belê hem jî wan xwestiye ku kurdan di her warî de paşketî û asîmîle bikin.

  Mêzekin, bê çendî zimanê van netewan li cem wan biha ye; hikumeta Fransî her sal ji bo geşbûna zimanê xwe konferansan li dor Frankfoniyê li dar dixîne.. Ji çend salan ve Tehran gotinên biyanî ji zimanê Farisî dineqîne.. Dewletên erebî navên alavên ragihandinê û navê alavên pêdiviya rojane yên ku nû derdikevin û di cihanê tevî de bi yek navî naskirî ne wek Radyo, TV.. navên erebî li wan dikin.. Amerîka Latînî devij zimanê Espanî bernade û bi zimanê ingilîzî jiyana xwe derbas nake û wek ku em tev dizanin roja îro zimanê Şikispîr di dinyayê de zimanê yekemîn e ku zimanê bazirganiyê, torê û danûstandinê ye.. Eger em bi zimanê dagirkeran siyaseta xwe, rewşenbîriya xwe û danûstandina xwe a rojane pêk bînin, dêmek kêşeya gelê kurd nîne û tev serhildan, raperîn û bizavên gelê Kurd di ber azadî û serxwebûnê de şaşî û nezanî bûn..!!

  Erê, eger ziman ne di pileya pêşîn de be, bela her perçeyekî Kurdistanê bi zimanê dagirkeran biaxife û wiha kêşeya gelê Kurd çareser dibe û namîne..! Hingî ti pêdiviya me bi Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî, Bedirxaniyan, Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û Goran.. namîne û di encam de taybetiya me wek gelê Kurd namîne. Ma em bi destê xwe Mem û Zîn, Ferhad û Şêrîn, Siyamend û Xecê bingor bikin, zargotina xwe a ku temenê wê bi hezarê sala ye bişewitînin..?!!

  Raste.. roja îro du şêwezarên Kurdî yên sereke di seranserî Kurdistanê de bikar tên (Kurmancî û Soranî), her wiha du alfabe jî berdestin (Erebî û Latînî), Kurmanîaxêf bi tîpên latînî û Soranîaxêf bi tîpên erebî dinivîsin. Her du şêwezar jî ji zimanê Kurdî re bûne standard.. Ez geşbîn im ku di pêşerojê de wê zimanê Kurdî bi alfabeya latînî li seranserî Kurdistanê belav bibe, ji ber ku gava pêşîn ji standardkirina zimanê Kurdî re yekîtiya tîpan e. Di sala 1932an de, dema ku (Mîr Celadet Bedirxan) kovara xwe (Hawar) li Şamê, bi tîpên latînî weşand û naveroka wê bi berhemên nivîskarên kurmancan û soranan xemiland, hingê wî bîra vê yekê dibir û ne divîbû ku di pêşerojan de du alfabeyên standard ji zimanê Kurdî re bêne bikaranîn, dema dibêje: "Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî, bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin". Hawar, hejmara 10an sala 1932an.

  Wek ku li jor min da xuyakirin, her netewek bi zimanê xwe tê naskirin.. Belê sebaretî me kurden Rojava ku roja îro xwîn di kolanên bajarên Sûriyê de diherike.. Li gor guhertinên ku di Sûriyê de dibin û wê bibin û eger rast em netewê duwemîn bin di Sûriyê de û hejmara me dor 3 melyon kes hebe, gerek daxwaza me a pêşî û sereke zimanê Kurdî be, ku fermi bibe zimanê duyemîn di Sûriyê de.. ji ber ku em Kurd in, zimanê me Kurdî ye û hebûna me Kurdên Sûriyê di hebûna zimanê me de ye. Ez van xalan bingehîn dibînin ku hikumeta Sûriyeyê ya ku bê pêk bîne:

 1 - Mafê gelê kurd û gelên ku li Sûriyê dijîn bê parastin û dest ji pêşxistina ziman û çanda Kurdî bê vekişandin.

 2 - Polîtîka perwerdeya nîjadperestî nemîne.

 3 - Perwerdeya zimanê kurdî di zagona bingehîn de were fermîkirin.

 Konê Reş/ Nûnerê Navenda PENa Kurd li Rojavayî Kurdistanê.

Amed (Diyarbekir), 18.05.2013

*- Min ev nivîsa xwe piştî vegera ji Amedê, di roja 25/5/2013an de, li Qamişlo nivîsandibû, belê min jîrkiribû ku belav bikim.. Van rojên dawî, wek Cihûyan, dema ku min li arşîvê mêze dikir çav pê ketim.

Qamişlo 22/11/2019