Dewlet, dewlet û dîsan dewlet!

19/11/2019 - 22:23 Kategori Raman

Bûbê Eser

Eva bû zêdeyî sed salane ku em kurd her behsa dewletbûnê dikin. Çi tofan û afatên têne serê me ji ber bêdewletbûnêye. Em vê baş dizanin, lê ji bona avakirina dewletê em weke têxwestinkar û xebatê nakin.

Çima nakin û ji bo na çi pêk naynin jî dizanin, lê dîsa ev bû zêdeyî sed salane ku em hêjî bê dewlet in. Heger dewleteke me heba, heger em xwedî dewleteke xwe bana, gelek bûyer û rûdanên qirêj wê nehatina serê me kurdan. Em vê jî baş dizanin. Lê dîsa jî em hê bêdewlet in.

Ji ber vê bêdewletbûnêye ku zimanê me hema hema bêjin, nehiştin, adetên me rakirin, hêjayî yên me tune kirin. Hin ji wan jî kirin yên xwe. Em vê jî dizanin lê dîsa bêdewlet in.

Bi salane em weke kurd di bin zilma dagirkeran de ne. Kêfa wan çawa dixwaze wê tînin serê me. Çawa tê hesabê wan me weha bi rêvedibin. Ji ber ku em bêdewlet in.

Li ser rûyê vê cîhanê çi tiştên kurdan hebe, dixwazin têk bibin. Dagirkerên me ji perçeyekî dikarinherin perçên din li wir jî wêraniyê dikin û kurdan dikujin lê ji ber bêdewletbûna me dest û nigên me girêdayîne. Em tenê mêze dikin û rondikên çavan dirijînin. Ji ber ku dewleta me tune ye.

Dijmin ango dagirkerên me destên xwe yên qirêj ku bi xwîna kurdan e, dirêjî nava me dikin, bi helwest û kiryarên qirêj me ji hevdu perçe dikin. Ji bona em weke kurd bi ser nekevin, çi tiştên xerab heye tînin serê me. Ji ber ku em bêdewlet in.

Ev bû zêdeyî sed salane ku ser erd û bin erdên welatê me, ango dewlemendiya welatê me dagirkerin me ji bona berjewendiya xelk û gelê xwe bi kar tînin, em nikarin tiştekî bikin. Ji ber ku em bêdewlet in.

Helbet mirov dikare vê dirêj bike. Lê bawerim mesele hat fêmkirin û niha dixwazim vegerim wê yekê ku em ê çawa xwe ji bêdewletbûn azad bikin. Em ê çawa bibin xwedî dewleta xwe.

Ez naxwazim meselê zêde dirêj bikim. Teoriyan rêz bikim. Zanistiyê belav bikim. Weke mirovekî sade bi ruhiyeteke gundiyekî dixwazim bêjim û biqêrîm:

Kurdno bes e êdî li xwe binêre, li wecê xwe yê ji ber bêdewletbûnê qermiçiye bibîne. Bibîne bêxelk çawa bi nifûseke bi qasî du bajarên kurdistanê bûne dewlet.

Bibîne gelên ku dewleta wan heye çawa dijîn. Bibîne bêdewleta wan çawa bi alîkariya wan ve radibe, dema hemwelatiyek dikeve tengasiyê bêçawa xebat dike da ku wî/ê xilas bike.

Bibînin û bizanibin ku heta li ewropa jî em kurdên bê dewlet rû bi rûyê Gelek tiştên xerab dibin. Bibîne bêçawa tade, zulm û zordariyê li van welatan jî li me tê. Ji ber ku dewleta me tune ye.

De îcar kurdno, welatparêzno, dewletxwazno. Hêzên xwe, qawetên xwe, hebûnên xwe bikin yek û di herwarî û di herhalî de piştgirya başûrê Kurdistanê bikin da ku wir bibe dewlet. Bibe dewleta kurdîya serbixwe. Aha wê demê em ê jî weke kesayetin hergelî li ser erda xwe û li derveyî welatê xwe jî bi serbilindî bijîn.

Niha şert û mercên başûrê kurdistanê dikare bibe dewlet hemî amadene. Biryar û qerara dewletên mezin û desthilatan maye. Heger em bixwazin dikarin bi xebatên xwe, bi çalakiyên xwe vê biryarê zûtirîn demê pêkbînin.

Çawa?

Divê em bi piştgiriya herêmê Kurdistanê li seranserê ewropa û Emerîka komîteyên ji bona Kurdistaneke serbixwe damezrînin. Van komîteyan bikin desthilat da ku bikaribe bikevin nav partîyên van  dewletana. Di nava wan de fêrî siyasetê bibin û ji bona kurdistaneke azad zorê bidin partiyên ku ew bi xwe jî tê de kar dikin.

Xwe bighêjînin desthilat û parlementerên van welatana. Bi kar û xwepêşandanên demokratîk em xelkê van dewletana şiyarbikin û jiwan re bêjin, em jî weke wan, tenê dewleta xwe dixwazin.

Meş û xwepêşandanan di vî warî de bikin. Hevdîtinan bi kesên desthilat re dînin. Herin kilîse û dêrên wan û bêjin bila ji bona damezrandina dewleteke kurdî alîkariya me bikin. Jibîr nekin dêr û kilîseyên ewropa xwedî desthilatiyên mezin in. Lewra jî divê kurd xwe nêzîkî wan bikin. Ji wan re bêjin; xaçperestên li kurdistanê jî weke me di nava zilm û zorê de ne. Ew jî weke me tadê dibînin. Ji ber ku dewletame tevan tuneye.

Em derkevin televizyonên Ewrûpiyan, di radyoyên wan de vê mijarê bêjin. Di rojnameyên wan de vê binivîsînin. Heta divê mirov çend rojnemevanên wan ji bona doza kurdî bi maaşekî ango bi muçeyekî baş ji bona doza kurdî û deweteke serbixwe bi karbînin.

Em amadekariyên berfireh bikin da ku bikaribin dengê xwe ê bêdewletbûnê bixin guhên desthilat û xelkên ewropiyan. Dema her roj vî dengê me bibîhîzên dikarin rojekê li vî dengî jî xwedî derkevin.

Ev doz doza me ye.Lê divê em xelkê cihanê bi ber vê dozê bixin ku divê em jî weke wan bibin xwedî dewleta xwe. Ji ber ku bêdewletî êş e, azar e, qelsiye,  wêranî û malxerabiye. Ji bona em ji vana xilas bibin divê em jî weke xelkê vê cihanê bibin xwedî dewleta xwe…

Li gor min divê niha her çar perçên Kurdistanê bi pêşevanên partiyên xwe, saziyên xwe û bi komeleyên xwe yên demokratîk û li ewrûpa ne, tenê ji bona dewleteke me ya serbixwe pêkbê kar û xebatê li gel hevbikin. Proje û bernameyên Serok Mesud Barzanî bixin jiyanê. Ya girîng jî ewe ku divê partiyên me yên siyasî ên her çar perçan jî niha rêzdar Mesud Barzanî bikin serokê xwe û hemî desthilatiya her çar perçan bidin wî.

Ji ber ku ew bûye sexsiyetek ku hemî cîhanê dî wî baş dinasin. Gotinên wî baş dipîvin, helwesta wî baş dizanin. Divê em jî baş bizanibin ku heta sexsiyetekî me hemî kurdan temsîl neke, azadî û serxwebûna me hemi yan jî zehmet e. Loma em niha wê zehmetiyê dikşînin.

Helbet tekoşîn û azadiya her perçeyekî kurdistanê divê li gor şert û mercên xwe bin. Lê îro ji bona başûrê kurdistanê bibe dewlet, çi ji kê çi tê divê bi rawestandin bikin. Heta em nebin dewlet, em nabin milet. Heta em nebin dewletxwaz em ê tim bijîn bêrûmet. Heta em nebin dewlet em ê nikaribin jixwe re bikin xizmet.

Xelasî û ragihandina dewletê li başûr kurdistan wê bibe ya hemî kurdan. Divê em dev ji xebatên din berdin. Bi yekdengî, bi yekawazî, bi yekhelwestê, bi yek alê em derkevin kolanan û biqêrîn û bêjin; Dewlet, Dewlet û Dewleta kurdan ya serbixwe…