Dewlet çi ye û çima dewlet?

09/11/2019 - 16:51 Kategori Raman

Bûbê Eser

Heger em bersîva dewlet çi ye bidin. Em ê bidin zanîn ku dewlet bav e. Dewlet hebûne. Dewlet dayik e. Ji bona miletek xwe binas û bide nasîn divê xwedî dewleta xwe be.

Rewşa zarokekî sêwî ango bê bav çawa ye. Di çi haletî û psikolojî yê de dijî, hema hema em hemî dizanin. Kesên sêwî tim êrîşên kesan li ser wan hene û di jiyaneke ne xweş de dijîn.

Xelkê bi dewlet, miletê bê dewlet jî weha ne. Kî ji ku aciz bibe, kî bixwaze çekên xwe biceribînin, tade û zorê li wî xelkê bê dewlet dikin. Ji ber ku kesên mafê wan biparêzin tune ye.

Heger em li dîroka xwe binêrin em ê bibînin ji roja welatê me kurdistana şêrîn perçe kirine û heta niha kurd tim bûne qurbana êrîşên dagirkeran. Bi êrîşên xwe jî him kurdan dikujin, him jî welatê wan wêran dikin.

Dagirkerên me bi hemî hêz û qaweta xwe êrîşî kurdan dikin da ku wan tune bike. Loma jî çi bûyerên qirêj hebe, li ser serê kurdan û li ber çavên cîhanê diceribînin.

Di van ceribanan de bi hezaran kurd li ber çavê cîhanê têne kuştin û welatê wan wêran dibe, lê mixabin hemî dinya bê deng e.

Çima?

Ji ber em bê bav in. Em bê dewlet in. Divê kurd bi hemî hêza xwe, bi qaweta xwe bi yekîtiya xwe ji bona damezrandina dewleteke kurdî kar û xebatê bikin.

Dema em bibin xwedî dewleta xwe, wê dagirkerên tirk ji Tirkiyê nikaribe herin Serêkaniyê, Qamişlo, Kobanî û di mala me de me bikujin. Lê îro em dibînin dagirkerên me li gor kêfa xwe çi zilma ku ew dixwazin li ser serê me kurdan diceribînin.

Loma heta kurd nebin xwedî dewleta xwe, wê tim êrîşên dagirkeran jî li ser serê wan be. Heta kurd nebin xwedî dewleta xwe, çi zordarî û tiştên hov hebin wê li ser serê wan bê ceribandin.

Helbet ji roja kurd hatine perçekirin (1639) û heta roja îro ji bona damezrandina dewleta xwe tekoşîn daye, serhilldan û berxwedan kiriye.Hatine kuştin û wêran bûne, lê hêjî nebûne xwedî dewleta xwe. Ji bona nebin çi ji destê dagirkeran tê texsîr nakin.

Îro şert û mercên avakirina dewleteke kurdî li başûrê kurdistanê hema hema gihiştiye wê merhaleyê. Ji ber vê yekê ye ku divê hemî kurd bi hewldanên xwe, bi qawet û hêza xwe piştgiriya wir bike da ku zûtirîn rojê dewleta kurdî ya serbixwe bê ragihandin.

Dema bûne xwedî dewleta xwe, êdî dibin xwedî hêz û qawet jî. Êdî em ji sêwîtiyê xilas dibin û ew bavê ango dewleta kurdî ku bê ragihandinê wê xwedîtiyê li hemî kurdên vê cîhanê bike.

Em kurd îro bi saya wê nîvdewleta xwe ya Başûrê Kurdistanê li vê cîhana zalim dijîn. Ew dewlet rê li ber gelek êrîşên dagirkerên hov digire. Heger îro ne ji wê hebûnê ba bawer bikin niha kurd nemabana ango nehiştibana.

Ji ber vê dibêjim; pêwîste Başûrê Kurdistanê zûtirîn demê yekrêziya xwe pêk bînin. Ordiya (Artêşa) xwe damezrînin. Êdî divê Pêşmêrge weke Artêşa Kurdistanê karê xwe bike.

Divê Başûrê Kurdistanê ew tiştên ji bona wan serêşiye û nahêle kurd bibe xwedî dewleta xwe, rakin.

Divê kurd vê baş bizanibin û fêr bibin ku heta nebin dewlet wê nebin milet. Heta bê dewlet bin di qada navneteweyî de tu qîmeta wan tune ye. Kîjan dewletên mezin bixwazin wan li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Yanî heta kurd nebin xwedî dewleta xwe, wê ji koletiyê azad nebin. Ruhiyeta koletiyê jî gelekî xerab e. Ji ber ku tim serdestê xwe ji xwe baştir û mezintir dibînin.

Dewlet ew e ku te diparêze, dewlet ew e ku xwedîtiyê li te dike. Dewlet ew e ku dibe mertal li hember êrîşên ku têne ser gelê wî.

Bê dewletî mirin e, koletî ye, wêranî ye, malxerabî ye. Ya girîng jî tu bê xwedî û yar e.