Tenha rêya xilasiya kurdan ev e

03/11/2019 - 20:33 Kategori Raman

Bûbê Eser

 Min çend sal berê ku niha nayê bîra min kîjan sal bû. Anîbû ziman û nivîsîbû ku bêçareya kurdan ya herî mezin ew e ku bê serokî temsîla her çar perçên Kurdistanê bike, ye.

Weke tê zanîn û dîtin, îro her miletek, her civakek, her gelek bi çend hêjayiyên xwe hene û bi wan li ser rûyê vê dinyê serbilind in.

Heger xwedî dewlet bin, wê gavê dimîne li welatê wan tiştê xweş, şêrîn û delal çi be wê dide pêş û di qada navneteweyî de bi wî serbilind in.

Lewra jî niha hemî dewletên hene, her yek ji wan bi hêjayiyeke xwe di navneteweyan de rola xwe dilîze û bi wê yekê jî şad û bextewar in.

Niha em kurd ji vê serbilindiyayî yê bê par in. Ji ber dewleteke me ya serbixwe tuneye ku em jî weke gelê cîhanê hin ji hêjayîyên xwe pêşkêşî wan bikin.

Tenha rêya li pêşiya me ev e

Divê em bê ku  wextê derbas bikin, lazim e bê ku şevreşên xwe zêde bikin, pêwîste rojekê berî rojekê em jî xwe bikin xwedî serokekî ku bikaribe êşa her çar perçeyên Kurdistanê bikşîne û ji kêşeya wan re çareseriyê bîne.

Ma kesên me yên weha hene?

Henin têra xwe jî hene lê ji ber em kurd hê nikarin bibin neteweyî û weha bifikirin, loma jî em nikarin an nayê hesabê hinan ku em jî xwe bikin xwedî serokekî ku bi derd û êşa me ve rabe, bikaribe me ji vê xilas bike.

Ez ê ya we bêjim û kesên din jî dikarin ya xwe bêjin da ku em li derekê li noktayekê û di cihekî di li hev bikin da ku êdî gelê me li ber potînên leşkerên dagirkeran nepelçikin.

Heger em li dîroka xwe binêrin, em ê bibînin piştî wêrankirina Dêrsîmê û koçberkirina xelkê wê êdî em kurdên bakurê kurdistanê ketin xewa tirsê heta ku wê guleya şoreşa îlona 1961an em ji wê şiyar kirin. Rewş li perçên din jî hema weke ya Bakurê Kuristanê bû.

Piştî Şoreşa Îlonê êdî hate dîtin ku miletê me, xelkê me ji hatin ser heşên xwe û ji nû de li hemî perçan tekoşîna azadiyê hate li darxistin

Em bi awayekî vekirî di hemî şoreşên her çar perşan de, şûna nigên Barzaniyan, fikir, raman û tekoşîna wan dibînin. Camêran ji roja ewil de ku biryara xwe dan û gotine: ”Em ê li ser erda xwe bibin desthilat ku gelê xwe bi rêve bibin û em ê tu caran koletîyê nexwazin”.

Ew roj û ev roj e ku camêran bi mêrxwasî berxwe didin, dane û bi vê jî ji bona me kurdan perçek erda me ji destê dagirkeran xilas kirine. Lê bi vê nesekinîn û nasekinin ku heta perçên din jî azad nekin.

Di nava vê tekoşînê de Barzaniyan her serokatiyê hemî şoreşên li Başûrê Kurdistanê kirine. Kurd weke miletê cîhanê kirin xwedî rêbazek ango felsefeyekê. Ji bona şoreş bi temamî têk nere her carekê Barzaniyekî rêbertiya gelê xwe kirine û dikin.

Divê em baş bizanibin ku di welatên kolonî de, rol û erkê serokan gelekî berz û girîng e.Ew serokê ku bikaribe gelê xwe bi rêve bibe zû bi zû dernakeve.

Lê em îro dibînin ku ji sala 1900 bigirin û heta niha li Başûrê Kurdistan her Barzaniyan rêbertiya gelê xwe kirine. Bi vê jî bûne xwedî tecrubeyên hêja. Li gel vê jî wê biryara wan da bû ku ”ewên li ser erda xwe desthilat bin” her berdewam e.

Em dibînin ku îro şansa me herçar perçan heye ku rêzdar Mesud Barzanî sax e. Ew bi fikrin xwe yên neteweyî, bi helwestên xwe yên kurdewarî û bi dilovaniya xwe cihê xwe di dilê her kurdekî welatparêz de bi cih kirî.

Her weha tê dîtn ku em kurd li Başûrê Kurdistanê xwediyê xwe serokekê zîrek, jêhatî û têgihiştî ne. Serokwezîrê me rêzdar Mesrûr Barzanî  jî ne kêmî rêzdar serokkomarê Başûrê Kurdistanê rêzdar Nêçrîvan Barzani ye. Ew bi wê helwesta xwe ya neteweyî welatê xwe bi rêve dibin. Di virde tu asteng tune ye. Ew ji xelkê xwe û xelkê wan jî ji wan hez dike.

Madem rewş ev e, de werin kurdno di vê tengasiya ku niha em kurd têdene û ji bona em derkevin firehiyê, em hemî xwe li dor rêzdar Mesud Barzanî bicivînin. Em wî bi awayekî fermî bikin desthilat da ku ew bikaribe li ser navê herçar perçan jî qise bike.

Bi piştgitiyieke xurt em rêzdar weke hemî kurdan temsîl dike bidin nişandan. Wê ”erê” yê bidinê da ku ew jî bikaribe bi rehetî li ser navê me hemiyan qise bike.  

Bi tiştekî weha em ê hemî kurd qezend bikin û wê dagirkerên me ji ber helwesteke weha û neteweyî bi quncik quncik birevin. Ji ber nekin rola serok û rêvebiran li welatên weke Kurdistanê gelekî girîng e.

Bi biryareke weha ya hemî kurdan, em ê bibin xwediyê xwe û serokekî ku di qada navneteweyî de bikaribe li ser navê me biryara bide, em ê bi pêşkevin û ev ê çareseriyê ji herçar perçên Kurdistanê re bîne.

Ma ne heqê me ye em jî weke xelkê cîhanê bibin xwedî serokekî ku bikaribe, li ser navê hemî kurdan biryarê bide û wî temsîl bike.