Tirk li her derê yek in û nîjadperest in

28/10/2019 - 16:02 Kategori Raman

Bûbê Eser

Carna hin dibêjin ku divê mirov xelkekî û rêvebirên wan ji hev cûda bigire. Ev rast e. Lê ne ji bona tirkan. Ji ber ku her tirkek weke ”leşker tê dinyê” û hê di zikê dayika xwe dene dibin dijminê kurdan.

Loma mirov nikare însanetiya tirkan li hemberî ya dinye bigire. Tirk qewmekî weha ne ku tenê ji bona xerabkirinê û dijminatiya kurdan bikin, hatine ser rûyê vê dinyê. Barbar û hov in. Dikevin ku wir wêran dikin.

.Mirovekî tirk bi navê Fatih Portakal di FoxTv de kar dike û bi wî devê xwe yê bêhna genî jê tê gotiye: ”Pêşmêrge terorîst in” Hûn ya rastî bixwazin êşa wî, derdê wî, ez bi xwe fêm dikim.

Êdî tirkan jî bawerî anîne ku wê dewleta Kurdistanê ya serbixwe pêk bê. Nikarin û naxwazin tahamula vê yekê bikin loma jî karê wan bûye ew ku hemleyên xwe yên dawî bilîzîn.

Çi ne ev pêngav?

Yek ji wan bi qasî hate dîtin û em bûne şahîdê wê yekê ku bê niha leşkerên tirkan li Rojavayê Kurdistanê çi dikin? Derd û armanca wan ne Rojavayê kurdistanê ye. Helbet dixwazin li wir jî kurdan tune bikin, da ku xwe nêzîkî başûrê kurdistanê bikin.

Bi vê nêzîkayê mebesta wan ew e ku Başûrê Kurdistanê têk bibin, li wir xerabiyan bikin  tevliheviyan derxin û wê bixwazin ji dinyê re bêjin; ”binêrin wir ne aram e, loma divê ez mudaxele bikin ku wir aram bibe.”

Lê fêm nakin û tênagihêjin ku êdî li ber çavê dinyê, di qada navneteweyî de başûrê kurdistanê ketiye pêşiya tirkiyê. Bi hebûna xwe bi demorasiya nava xwe, bi aramî û bi berxwedana xwe dinya ji tirsa Daîsî dûr xistine.

Ew jî dizanin ku demokrasiya li Başûrê Kurdistanê ketiye pêşiya wan ya ku ev sed sal in hatiye damezrandin. Baş dizanin ku mafê mirovan ji ya wan pêştetir e.

Bi avayî û li xelkê xwe mezkirin ji wan gelekî bi pêşve ye. Ew dizanin ku li başûrê kurdistanê mafê her kêmneteweyan misoger e.

Loma tirk hemî ji vê yekê acizin û ew dizanin û fêr bûna ku ji Kurdistana serbixwe re pir hindik maye. Ev serxwebûn wê ji nûde xwînê bide kurdên bakurê kurdistanê da ku bêne ser heşên xwe.

Dema ev yeka bibe wê kurdên bakurê Kurdistanê li xwe vegerin, evê bibe tekoşîna wan ya li bakurê kurdistanê li hember tirkên xwînxar û barbar,

Ev dikare bibe sedema Kurdistaneke azad û federe ya jî serbixwe li bakurê kurdistanê. Aha tirsa hemî tirkan li gel rêvebiriya xwe ya  li hember kurdan ev e.

Heger Fatîh Portakal wan gotinan dibêje û tîne zimên ku ”Pêşmêrge terorîst” in, ne bi serê xwe û bi baweriya xwe vê dibêje. Gotina wî ya hemî tirkan e.

Di sexsiyeta wan Pêşmêrgeyên qehraman de dixwaze Kurdistanê li ber çavên cihanê kêm bixe, lê wê tu caran bi sernekevin.

Pêşmêrgeyên qehreman bi tekoşîn û berxwedana xwe ya li hember terorîstên tirk yên bi navê DAIŞê çawa berxwedan û dinyê ji bela wan azad kir,dîtin.

Êdî ew jî baş dizanin ku pêşmêrgeyên qehreman di qada navneteweyî de gihiştiye qada bilind ku cîhan êdî bi erênî behsa wan dike.

Ez vê helwesta Fatîh Portaqal protesto dikim û divê em hemî kurd li gel hev hewl bidin da ku ew ji karê xwe bê avêtin. Divê bi rêya mail, telefonan FoxTv agahdar bikin ku wî ji kar bavêjin.

Êdî li vê cîhanê weke berê kurd ne bêxwedî ne. Em xwedî dewleta xwe ne, her çiqas ev di qada navneteweyî de nehatibe qebûlkirin jî. Lê ew roj jî nêzîke. Loma tirk li gel rêvebirên xwe aciz in.

Bijî Pêşmêrgeyên qehreman!

Bijî kurd û Kurdistan!