16ê Cotmeha 2017an çi da me kurdan?

16/10/2019 - 17:00 Kategori Raman

Bûbê Eser

Weke tê zanîn ku ji roja Kurdistan di nava dagirkeran de hatibû perçekirin û heta azadiya Başûrê Kurdistanê her kurd bê xwedî, bê welat, bê kes û piştgir bûn.

Ji bona kurd ji vî halê derkevin û bibin xwedî welatê xwe, bi serbestî û azad li welatê xwe bijîn ji roja ewil de berxwedana kurdan ranewestiya ye û hê jî berdewam e.

Di nava vê tekoşînê de kurdan bedelê mezin dan da ku bighêjin azadiya xwe. Ketin rabûn. Têk çûn. Lê tu caran teslîm nebûn.

Her têkçûneke kurdan dibû sedema bi sedan darvekirina pêşevanên wan, dibû bi hezaran şervanên wan dibûn cangorî. Welatê wan wêran dibû. Dagirkeran êdî bawer dikirin ku wê kurd nikaribin dîsa rabin ser xwe.

Lê kurdan tim ev daxwaza dagirkeran di qirika wan de dihişt. Her ketinekê rêya tekoşîneke din vedikir û vê tekoşînê dida diyar kirin ku wê kurd neqedin, wê li hember dagirkeran bê deng nemînin.

Kurdan bi vê helwesta xwe ya tekoşerana ji dagirkeran û cihanê re didan diyarkirin ku heta kurd negihêjin azadiya xwe, heta kurd nebin xwedî dewleta xwe wê her berxwe bidin.

Lê çi mixabin piştî têkçûn û bê dengiyeke mezin ya kurdan li her çar perçên Kurdistanê û piştî vegera Barzaniyê Nemir û Pêşmêrgeyên wî yên qehreman ku ji Sovyetê berbi welatê xwe ve hatin. Tekoşîn û berxwedan ji nûde bi guleya ewil ya Şoreşa Îlona sala 1961an dest pê kir.

Şoreşa Îlonê da diyarkirin ku heta kurd negihêjin mafê xwe ê rewa wê tim li hember dagirkeran di nava tekoşîna azadiya ji bona kurdistaneke serbixwe de bin.

Vê tekoşînê berdewam kir heta kurdan di 1970 otonomî li Başûrê Kurdistanê bi dest xistin. Lê di nava vê otonomiyê de Kerkûk tunebû, loma Barzaniyê Nemir got: ”Kerkûk dilê Kurdistanê ye. Kurdistaneke bê Kerkûk nabe”.

Saddam ew daxwaza serokê neteweyî ya Barzaniyê Nemir qebûl nekir. Bi vî rengî û bi vê helwesta Barzaniyê Nemir, Şoreşa Gulanê ku asasê dewletbûna kurdan danî dest pê kir.

Şer, kuştin, wêranî, malwêranî, talanî û koçberiyê heta sala 1992an berdewam kir Ji wir û pêde kurd li ser axa xwe bûne desthilat û xwest xwe bi xwe îdare bike û kirin jî.

Parlementoya xwe danîn, dem û dezgen ji bona dewletekê çi bûn ew damezrandin. Hêza leşkerê, quweta polîsan, dibistan û zangoyên xwe bi zimanê xwe ava kirin.

Ciwanên kurdan bi saya vê bi zimanê xwe xwendin û perwerdahiya xwe pêk anîn. Van dem û dezgehana gav bi gav ji bona kurdistaneke serbixwe pêşve diçûn.

Ev pêşveçûn ev zangarî û ruhiyeta neteweyî da zanîn û kir ku êdî dema serxwebûnê hatiye. Loma Serok Mesûd Barzanî vê helwesta xelkê xwe dît û li gor wê jî gav avêt û got ”Emê bi rêya referandûmê helwesta gelê xwe fêr bibin bê ka çi dixwazin”.

Helbet helwesta gelî wî ji di referandûma ji bona Kurdistaneke serbixwe ji sedê 93an gotin em dewleta xwe dixwazin, em Kurdistana xwe ya serbixwe dixwazin.

Li hember hemî karên kurdan yên ji bona Kurdistaneke serbixwe dagirker jî nesekînin. Wan jî kar û xebat dikirin da ku çawa bikin da ku nehêlin kurd bighêjin vê daxwaza xwe.

Ji ber vê dagirker jî ketin nava kurdan û hin kurd û partî kirîn ango bi xwe ve girêdan da ku bi saya wan, li ser destê wan bikin ku kurd negihêjin armanca xwe ye dewleteke serbixwe.

Îrana ku piraniya rêvebirên YNK kirîbûn bi wan kar dikirin ku vê helwesta PDK û bi taybetî ya Serok Mesûd Barzanî ku dixwest bi saya wê referandûmê Kurdistana serbixwe ragihîne, di 16 Cotmeha sala 2017an têk birin.

Vê têkbirinê ji nû de ji kurdan re malwêranî anî. Kerkûk û hin deverên din bi saya wan caşan kete destê Iraqê ku weke dewlet nemabû.

Wê xiyaneta 16 Cotmehê ne tenê li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê kurdan wenda kirin. Vê kir ku dagirkerên me îro bi çekên, tand û topên xwe ketina Rojavayê Kurdistanê.

Heger ne ew xîyaneta 16ê Cotmehê ba, niha kurd bibûn xwediyê dewleta xwe ya serbixwe. Niha kurd dewlet bûn. Bi saya serxwebûna Başûrê kurdistanê û bi ragihandina dewleta kurdî wê îro dagirkerên tirkan nikarîbana biketina Rojavayê Kurdistanê.

Divê kurd vê baş bizanibin û fêr bibin ku wê xencera jahrî ya di 16ê Cotmehê de li pişta Barzaniyan ket, kurdan dewletbûna xwe û serxwebûna xwe jî taloqî demeke din kirin.

Di vê xîyanetê de Serok Barzanî helwesteke neteweyî danî û nehişt wê daxwaza dagirkeran ya ku plan kiribûn wê kurd hev bikujin têk bir.

Divê kurd ji bîr nekin bi wê referandûmê kilîta serxwebûna Kurdistanê ku dabû Serok Barzanî wê rojekê ew ê bi destê xwe bi wê kilîtê wê deriyê azadî û serxwebûna Kurdistanê veke. Wê kurdan bike xwedî dewleta wan.

Wê roj bê wan xayîn û caşên ku bi wê xencera jahrîn li pişt Barzaniyan xistibûn bê ceza nemînin. Dîrok tiştan ji bîr nake. Heger îro helwest li hember wan nayê girtin ji ber ne aramî û tevliheviya Kurdistanê ye.