Ragihandina Kurdistana serbixwe dê kengî be?

15/10/2019 - 15:13 Kategori Raman

Bûbê Eser

Kurdino ji bîr nekin îro, Rojavayê Kurdistanê ye, sibehê Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye. Dijminê me har in û li ser asasê rijandina xwîna kurdan mezin dibin û bûne.

Loma divê em kurd jî ber xwe bidiin. Helbet em ê gelek bedel jî bidin. Lê tu welat bê bedel naghêje azad û serxwebûna xwe. Em baş dizanin ku li vê cîhanê tu miletekî, xelkekî bi qasî kurdan bedel nedane.

Ji ber vê ye piştî ewqas bedel. heqê me ye jî em dewleta xwe ragihînin. Ev bêtir girêdayî hêzên mezin û derveyî ne.Ji ber ku êd damezrandina dewletên serbixwe li gor biryara wan dewletên mezin dibe. Lê dema em li hev bin, xwedî li hev derkevin ji azadî û serxwebûna kurdistanê neyên xwarê, em ê jî dewleta xwe ragihînin.

Divê em vê ji bîr nekin ku ragihandina deweletekê jî gelek zor û zehmetiyên xwe hene. Lê me kurdan ew zor û zehmetî hemî dîtin. Ji vir û pêde êdî divê em dewleta xwe jî bibînin.

Ji bona ragihandina dewletekê pêwîst e ku serokekî bikaribe hemî gelê xwe li hev ragire, hebe. Bikaribe li ser xeta neteweyî gelê xwe bighêjîne hev hebe

Divê ew serok di qada navneteweyî de xwedî gotin û peyve xwe be. Îro tiştek  gpt, divê sibê eksê wê nebêje. Serokekî gotinên wî di nava gelê wî û di nava alema cihanê de bêne pejirandin û hez kirinê, ji me re lazim e..

Mesela azadî û serxwebûnê ne weke hema em difikirin rehet e. Her tiştekî te temam be jî dema tu ne xwedî serokî ku neteweyî bifikire, giraniya wî hebe, di nava gelê xwe de bê hezkirin ku gel jî xwe bide dora wî, tunebe dîsa zehemete mirov dewleta xwe ragihîne..

Em weke kurd îro bi şansin ku serokekî weke rêzdar Mesûd Barzanî ji bona me heye û bi hemî hêjayiyên xwe serokê kurdan e.

Ji aliyê her çar perçên Kurdistanê tê hez kirin xwedî gotina xwe ye, li ser xeta neteweyî ji bona gelî wî çi lazim be wê dike.

Hezkirin û qîmeteke wî ya bê hempa di nava dewletên Ewropa û Amerîka de jî heye. Tê hez kirinê ji ber ku dema îro gotina xwe got, sibê înkara wê nake.

Heger bi gelemperî kurd xwedî li gotin û helwestên serok Barzanî derkevin. Piştgiriya wî bikin, gotinên wî ji bona xwe bikin rehber, dê sibê em ê bibin xwedî dewleta xwe jî.

Divê  kurd di xwepêşandanan de, di civîn û komciîvnan de tenê ala kurdî hildin. Ji ber ku her miletek bi ala xwe tê nasîn. Divê em jî vê bikin û ala xwe bixin nava alên cîhanê…

Bi vê helwestê em ê ji cîhanê re bidin diyarkirin ku em xwedî serokek û alekê ne. Bi karanîna cûda cûda alan em nikarin bidin diyarkirin ku bi rastî kîjan ala me ye Ji ber ku her welatek her miletek bi ala xwe têna nasîn.

Al û serok dibin sembola wî meletî wî gelî. Ji ber ku me hêjî bi tevayî û di warekî gelemperî de ev nekirî ye.loma, halê me jî ev e.

Çi dema em hemî kurd li gel hev bûna xwedî yek al û serokekî, çi dema em bûn xwedî artêşekê aha em wê demê dibin xwed dewleta xwe jî.

Weke min di serê de jî got her çiqasî îro ragihandina dewletên nû bi destên dewletên mezin jî bibin, lê dema mirov ji bona vê amade be, ew jî nikarin vê bi şûnde bidin.

Yanî divê em berê xwe û kêmaniyên xwe temam bikin, xwe tekûz bikin. Bibin yek û li ser asasê vê yekîtiyê bi alekê ku ew jî ala nemir Qazî Muhamed dabû serokê neteweyî Barzaniyê nemir ku ji wî daxwaz kiribû ku ew vê alê li ser hemî çiyayên kurdistan hilde.

Niha hemî şertên ji bona dewleteke kurdî me li başûrê kurdistanê bi serokatiya rêzdar Mesud Barzanî ragihînin temam e. Piştî temamkirina çend kêmaniyên nava xwe em ê bi hevre Kurdistana serbixwe bibînin. Ew gava ewil Başûrê Kurdistanê ye.

Heta ku kurd nebe xwedî dewleta xwe dê her bêne kuştin, bêne koçberkirin,, welatê wan dê ji teref dagirkeran ve tim bê wêrandkirin. Pêşî li vana girtin, di xeta dewletbûna kurdî re derbas dibe.

Bê dewletbûn, perîşanî ye, malwêrani e, tenêtî  ye, feqîrî ye, sêwîtî e Loma divê em berê bibin xwedî dewleta xwe da ku bikaribin xwe biparêzin, xwedî li brayên xwe derkevin.