Şêrê serxwebûnê Kurdistanê divê bi metodên meşrû bimeşe

20/09/2019 - 12:39 Kategori Raman

Îbrahîm GUÇLU

 

Neteweya kurd, neteweyekî bindest e. Welatê wê Kurdistan beş bûye. Kurdistan ji aliyê  çar dewletan de hatiye dagir kirin, kolonî kirin. Loma jî hîn di sedsala 21an de jî, li sê parçeyên Kurdistanê, neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên milî bê par e. Dethilatdar û serwer nîne. Bes li Başûrê Kurdistanê xwediyê mafê milî yên çandî, siyasî, civakî ne.

Desthilatdarî û serweriya li Başûrê Kurdistanê jî sînor kiriye.

Ew şerê dewleta milî ya di sala 1880î de di bin pêşengiya Şêx Ûbeydûllah Nehrî de dest bê kiriye, di sedasala 21an de di vê merhelê de jî dom dike.

Lewra li dinyayê neteweya ne xwediyê dewlet, bes neteweya kurd e. Ev yeka ji bona neteweya kurd bi xwe jî, ji bona dinyaya ku heq û hiqûq û demokrasî û mafên neteweyên bindest diparêzin, şermazariyek e.

Ew rewşa neteweya kurd ku ne xwediyê dewletê, li dijî peymanên navneteweyî ye. Li dijî pîvan-prensîna mafê çarenivîsiya neteweyan e. Xesipbûna îradeya neteweya kurd e. Zûlmeke mezin e.

Loma şerê dom dike. şerê serxwebûn û azadiya neteweya Kurd, dewletbûna neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê ye.

Diyar e ku ev şerê neteweya kurd ya serxwebûn û azadiyê û dewletbûnê dê demeke din ya dirêj dom bike.

Ev şerê serxwebûn û azadiya Kurdistanê û dewletbûna neteweya kurd, dê bi gelek awayan dom dike û dê dom bike. Ev şera bi awayê şerê pêşmergetî, bi awayê şerê siyasî û civakî û bêîtiatkarî dom bike.

Dema ku şerê serxwebûna Kurdistanê tê ajotin, divê wesîta û metodên meşrû bi kar bên. Wesitayên û metodên ne meşrû û ne rewa zirar didin doza serxwebûna Kurdistanê û di hamendem de dê meşrûbûn û rêwabûna doza serxwebûna Kurdistanê jî ji holê rake. Ji vê yekê zêdetir dewletên kolonyalîst ji îstifade û fêdê dibînin.

Rastî jî dema li ceribandina neteweyên hemû dinyayê û ceribandina têkoşîna serxwebûna Kurdistanê ji çav bê derbas kirin, gelek bi rehetî dê bê tespît kirin, neteweyên dinyayê û neteweya kurd ji wesiteyên ne rêwa zirar dîtine. Şerê pîroz yê serxwebûna neteweyan têk çûne û şikest xwarine.

*Kurdperwer û rêxistinên kurdperwwer yê Kurdistanê, divê beriya her tiştekî ji însanên xwe hez bikin. Him jî ji hemû însanên xwe hez bikin. Wan kategorîze nekin. Lewra serxwebûna Kurdistanê ji bona hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê ne.

Loma jî divê çi dibe bila bibe însanên kurd û kurdistanê dijmin neyên hesibandin. Divê însanên kurd û kurdistanî bên parastin.

Kûştina kurdan û kurdistaniyan ji bona kurdperwer û rêxistinên welatperwer û yên doza serxwebûna Kurdistanê dimeşînin, dibe têk çûn.

Serokê milî û efsanewî Mele Mistefa Barzanî dema ku kurdperweran û berpirsiyarên PDKê xwestine  kurdên bi dijmin re hevalbend in, bikûhin, li dij derketiye. Gotiye ku “dijmin însanên me yên baş dikûjin. Dema em jî kurdên xwe yên xirab bikûjin, wê demê kurd namînin.”

Serokkomarê Dewleta Mehabad ya Kurdistanê Qazî Mihemed dibêje ku “kurd divê ji hevûdu hez bikin. Yekîtiya xwe biparêzin.”

Ev fikrên Serok Mele Mistefa Barzanî û Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed gelek di cî de ne.

Divê  kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê vê nerînê bidin berçav. Şertên Kurdistanê û şerê dirêj yê serxwebûna Kurdistanê her dem bidin ber çav ku însanên me ji bona parastina xwe gelek metodan bi kar tîne. Ew metodan pir caran wek hevalbendiya dijmin û dewletên kolonyalîst tê şirove kirin, ev yeka şaşiyeke mezin e.

*Divê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê di şerê serxwebûn û azadiyê de, ji weletê xwe Kurdistanê hez bikin. Hemû hebûn û hêjayiyên welatên xwe, çiya, dest, zozanên xwe, çem û daristanên xwe hez bike. Di şerê xwe de zerar nede hebûna welatên xwe.

*Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê, divê bi taynetî ji zarok û ciwanên xwe hez bikin, wan biparêzin. Ciwanên xwe ji bona perwerde bibin ji wan re derfetan çê bikin. Loma jî wan bi hêsanî fêda nekin û nedin kûştin. Divê ciwanan wek çavên xwe biparêzin. Zarokên 13-14 salî divê hîç demekê nekin leşker û pêşmerge.

Lewra zarok û ciwan pêşeroja me ne. Pêşketina Kurdistanê û ronîbûna neteweya me bi pêşketin û bi perwerdaya wan pêk tê.

*Dijmin her dem dixwaze ku nekokî û dijminitiya nav neteweya kurd û kurdistaniyan zêde bike. Divê kurdperwer û rêxşiitinên Kurdistanê ji bona ku nekoki û dijminitiya di nav gel de zêde nebe û kêm bibe xebat bike.

Bi taybetî li Kurdistanê hebûna eşîretan ji bona neteweya kurd dewlemendiyeke. Divê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê her dem li dijî şerên eşîretan rawestin, pêşiya şerê eşîretî bigrin.

*Rêxistinên Kurdistanê beşek ji civatê û neteweya kurd in. Ji bona civat û neteweya kurd jî aktorên gelek girîng in. Lewra şerê serxwebûna Kurdistanê bi destê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê dê bê meşanmdin.

Li Kurdistanê jî hebûna rêxistinên cûdafikir û cûda bername gelek xwezayî ye. Rastiya Kurdistanê jî vê yekê diyar dike.

Loma jî divê rêxistinên Kurdistanê jî ji hevûdu hez bikin, dijminitî û şerê hevûdu nekin.

*Kurdistan û neteweya kurd, ji derveyî îradeya xwe parçe bûye. Divê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê, ji hemû beşên Kurdistanê hez bikin û ji mafên hemû beşan re û hiqûqan wan re rêz bigrin.

*Neteweya kurd û kurdistanî xwediyê dozekê ne. Armanca neteweya Kurdistanê serxwebûna û azadiyê ye. Loma jî armanca kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê kûştina tirkan, ereban, farisan jî nîne.

Hezar mixabin PKK roja ku avabûye li dijî van pîvanan derketiye. Di vê qonaxê de jî li hemû beşên Kurdistanê li dijî van pîvanan derkedikeve. Ji însanên kurd û ji hêjayî û hebûna Kurdistanê hez nake.

Di van rojên dawî de serhildana dayikên zarokên 13 salî û ciwanan  li dijî PKKê jî nîşan dide û gelek aşkere derdixe holê ku PKKê zarok û ciwanên Kurdistanê keyfî dide kûştin.

Loma jî PKK rêxistieneke kurdperwer û rêxistna Kurdistanê nîne. Rêxistineke biyanî ye. Projeya dewleta Tirk bû. Nûha bûye projeya çar (4) dewletên kolonyalîst. Zirarê dide însanên kurd û hebûnên Kurdistanê.

Hemû rê û rêbazên pêk tîne ne rewa ne.