"Tabura Pêncan" û "Agent of influence"

05/09/2019 - 13:17 Kategori Raman

Paradoks û Sindroma Stockholmê

Torinê Topal Osman li Diyarbekirê !

Wek tê dizanin Topal Osman yek ji serkêşê ku jenosîda xelkê, yunanî ( Pontus) li Giresûnê pêk anî, herweha serkêşê pêkanîna jenosîda xelkê ermenî ye. Dema kurdan li Qoçgîrî serî li hember dewletê hildan, Mistefa Kemal nikarîbû serhildana koçgîri bisekinine ji ber wê emir da Topal Osman ku tabûrê 42 û 47 yên Giresûnê ku ji kesê krîminal û qatil ku ji hepsan berda bûn ku gelek ji wan berdewamîya Teşkilatî Mehsus bûn di serkêşîya Topal Osman de rêkirin ser Qoçgîrî û jenosîd li hember milletê kurd pêk anî.

Bi hezaran zarok jin mêr kal û yextîyarê kurd kuştin, bi saxî dikirin şikefta û agir berdidan şikeftan, jenosîd li hember milletê kurd pêk anîn. Her weha di sala 1921ê de dema Serokê Partîya Komûnist a Tirkiyê Mistefa Suphî û 14 hevalên wî di behrê de fetisandin ew jî bi emrê Mistefa Kemal, Topal Osman pêk anî.

Mistefa Kemal hemû tiştên krîmînal bi destê Topal Osman da kirin. Ev Topal Osmanê ku İmamoglû dibêje ez torinê- nevî- wî me pê iftîxar dike. Paradoksa mezin ewe ku nuha gelek ji vanê min li jor min behs kirin ku Topal Osman li hember wan jenosid kiriye, hezkiriyê torinê Topal Osman in. Şaşitîya kurdên welatparêz ew e ku xerîb dimînin ku Torinê Topal Osman li Diyarbekir resmê Ataturk pêşkêş kiriye. Başê hûn li hêvîya çi bún ku Torinê Topal Osman pêşkêşî kurdan li Diyarbekir bike?

Bi ya min torinê topal Osman tiştê lazim bû kir. Neheqî ye ku kurdên niştimanperwer gazine ji torinê Topal Osman dikin. Kurd divê berê xwe bidin hundurên xwe. Şer bi TABÛRA PÊNCAN û bi AGENT OF İNFLUENCE- re bikin. Bala xwe bidinê yên ku nuha pir qelebalixê li ser serdana Torinê Topal Osman a Diyarbekirê dikin, bêhtir kesên ji tabûra pêncan an ji agent of influence ne. Yên ku nuha pir qelebalixiyê li ser serdana Torinê Topal Osman a Diyarbekirê dikin yên 5,10,15,20,30,salî dawî de pîştgirîya HDP dikirin. Ne ku îroj qeneet bi wan re çê bû ku HDP partiyek ne kurdî ye. Na, ji ber HDP di van çend salên dawî de ew ne xistin şûna mirovan û çûn temamî bi çepên Tirkiyê re hevkarî kir. Ew kesana li ortê man, ji bo di piyasa siyasî de hebûna xwe biparêzin, dest pê kirin û serxwebûn wek benîşt 24 seeta di devê xwede bi kar anîn.

Ji bo kesên ku şikê dikin? Mala Xwedê ava ev internet tiştekî wenda nake, li google navên kesên hûn dixwazin nas bikin bixin. Bê çawa 5,10,15,20,30, sal berê çawa sergirtî an eşkere, madî an maanewî, fizîkî an fiilî pîştgirî dane PKK,HDP û hemû şaxên wê. Çi gotine:"PKK,HDP hêzek kurdan e, HDP hêzek kurdan e lê şaşitiya dike lê “yînede oylarimiz HDP ye " ev encama wê siyasetê ye, ew kesana bi qasî PKK û HDP berpirs in. Kurd wan nas dikin qet bawerîyê bi daxwazê wan yê "serxwebûnê" nakin. Esas lazime kurd ne gazina ji Torinê Topal Osman bikin.

Lazime berê xwe bidin tabûra pêncan û agent of influence. Heta kurd ji tabûra pêncan û ji agent of influence xelas nebin kurdên bakur wê her di vî halî de bin. Gazin ji torinê Topal Osma nabe.

Kurdekî bi fehmek kurdî ku otonomiyê dixwaze ji yekî bi fehmek kemalîst ku serxwebûnê wek benîşt 24 seeta bi kar tîne çêtire. Tişta ku Topal Osman bi tabûrê 42 û 47 nikarîbû li Qoçgîrî bikira îroj torinê wî li Diyarbekirê bi tabûra 5em dike.

P.S çend dostû hevalan ji bo min teybet nivîsîn ku xwestin ez gotina "Tabûra 5" û "Agen of influence" an hinek izah bikim,gotin dikare gelek mirov mena wan çîye baş têde nagihên. Ev her du termên di siyaseta navdewletî de di cihê lazim be tê bi karanîn. Bi kurtî mena wan eve:

TABÛRA 5 - FIFTH COLUMN: Hêz an kesayetîyê ku di nava welatê xwede ku ji alî dewleta ku dijminatîya milet û welatê wî dike hatine amade kirin ku ji bo dijberîya welat û milletê xwe bike, Di serdema şerê Îspanya navxweyî îstixbarata îspanya ya Franko di nava antî faşistande hêzêk bi dizî ku wek antî faşîstin ava kiribû ew hêz wek her hêzek antîfaşist di nava xelkê debûn bes kar esas ji bo faşîstan-Franko dikirin. ji bo nehêlin antifaşîst bighên armancê xwe, dema serleşkerê artêşa faşîst a Franko Emilio Mola bi 4 tabûrên esker hate ser Madrîdê, Madrîd di destê antîfaşîstan debû Emilo ji xelkê Madrîdê re got teslîm bibin, got hûn ne fikirin bes ev 4 tabùr tenê hatine ser Madrîdê, tabûra esas ku wê we têk bibe tabûra 5em e. Ew tabûr ji di nav we dene. (Di hundir de ye.)

AGENT OF İNFLUENCE: Ev ne şerte ajanê direkt bi îstixbaratê ve girêdayî bin.Dema di welatekî gûrubek ji mirovan pêktê ku di welatê xwede berjewendîyê siyasî, fikrî, aborî, kulturî û civakî yê welatê ku dujminatîya welatê wî dike diparêze û jêre dixebite.