Li ber siya darberûya ji Barzanê em mêhvanê Konê Reş bûn

“Ez ji Elmanya vegeriyam ji bo ez bi kurdî binvîsim”

07/08/2019 - 21:57 Kategori Raman

Idrîs Hiso

Min ji Konê Reş pirsî ev dara di mala te de çi dar e? Kon got: Min Berûyek ji ser mezarê nemir Barzanî bi xwe re anî Qamişlo ew berû li mala min şîn hat û bû ev dar.

Li navenda bajarê Qamişlo, li qehwexanaya Şimûm, ango qehwexaneya (mûmeyan)  berî tîrêjên rojê tîna germa xwe vedin ser bajarê Evînê, qehwexaneya ku rojane mamoste Konê Reş ji demjimêr nehê sibehê heta demjimêr 11 lê rûdinê û ji pencereya xwe li bajarê Qamişlo, tevgera xelkê, otombîl, li şeqamên evîna rojên berê ku li ber çavên wî mîna fîlmekî sînemayî dice û tê dinere. Hevalên wî yên berdewam; kaxet, pênûs û pirtûkên wî ligel wî ne, çixare û ça û sitranên Mihemed Arifê Cizîrî li civatê pêre hevalin û hevlrêyên wî ne li her derê, em bûn mêhvan.

Em dereng gihan û dem jî bi Kon re li qehwexaneyê zû derbasbû. Peyalek çaya bi Kon re tu hest dikî ku tu li yek ji zeviyên Beriya Mêrdînê wê vedixwî.

Li ser soza xwe ez û birayê xwe yê parêzer demjimêr 5ê evarê vegeriyan cem mala Kon. Bi devekî li ken Kon derket pêşwazî li me kir.

Li hewşeya mala wî û piştî ku bi destên xwe ji me re çaydanek çaya kurmnacî amade kir, civata me dest pê kir li ber darekê ku Kon bi şadî behsa wê kir û got: “Ev dara Berû ye, min berûyek ji ser mezarê nemir Barzanî bi xwe re anî û li vir şîn hat.”

Serdana me bo Kon ew bû ku me dixwest pirtûka wî ya vê dawiyê ku bi navê Beriya Mêrdînê (Romana heyamên derbasbûyî) hatibû çapkirin û belav kirin bidestbixin û ligel xwe bibim Hewlêra paytext.

Li ber sêbera danê esirê û bi vexwarina çaya ku Kon amdekiribû deriyê çîrokên Qamişlo, Doda û Beriya Mêrdînê vebûn …me nema xwest dem bimeşe, da ku em nebêjin bû dereng û berê xwe bidin Hisiça û dûrî civata Konê Reş û Qamişlo bikevin.

Kon behsa beşek ji çîrokên Beriya Mêrdînê kir, behsa ew çima bi navê Konê Reş tênaskirin û çima ew ji salên heftêyî ji Elmanya vegeriya Qamişlo û gelek çîrokên din kir. Li vir ez dê behsa bi tenê yekê bikim.

Kon ji Elmanya vedigere Qamişlo ji bo bi kurmancî binvîse:

Di sala 1977an de Konê Reş berê xwe dide Elmanya ji bo xwendinê, û li gel hejmarek xortên Kurd serdana mala kurdên diyaspora dike û li wir çavên wî bi rojnameyekê dikeve ku bi zimanê kurmancî hatiye nivsandin, rojnameya Roja Welat, wê wextê kêfa Kon gelekî pê tê û biryarê dide ku vegere û bi kurdî binvîse.

Dema xwestiye vegere xizmekî wî ji wî pisiye Kon, ma çima tê vegere? Kon dibêje: Ez dê vegerem Qamişlo ji bo ez bi kurdî binvîsim…Kon ji wê rojê ve heta niha û dibêje heta henase di rewanê min de hebe ez dê bi kurdî binvîsim ji ber dîroka me di zimanê me de ye.