Kî deriyê başûr bo Tirkiyê vekir!

16/07/2019 - 13:33 Kategori Raman

Aryan Ferec

Leyla Guven ku yek ji parlamenterên mezheba PKKê ya ser bi HDPê ye dibêje: Divê Barzanî û desthilatdarên herêmê axa başûr bo Tirkiyê venekin û em di dema xeletiyeke wisa de temaşakar nabin.

Gelek ecêbe, PKK di demekî ku vê daxwazê ji li desthilatiya başûr dike û li benda wê ye ku rê li leşker anîna Tirkiyê bigre, ku bixwe jî ti îtîbarekî bo wê desthilatê danayne û nasnake û rêz lê nagre, yasa û serwerî û rewabûnê binpê dike, wek mala bê xwedan li başûr dinêre û meydanê lê dixwîne, artêşa Tirkiyê jî dikşîne vê deverê û şer û zerer û ziyanê jî digehîne xelkê wê. Dema ku artêşa Tirkiyê operasyon jî dike, daxwazê ji vê desthilatiya herêmê dike ku bixwe qet nasnake, dibêje rêgiriyê li artêşa Tirkiyê bikin.

Rastiyê de berî ku artêşa Tirkiyê sînorê herêma Kurdistanê bibezîne, ew PKK ye sînor, desthilat û rewabûna herêma Kurdistanê binpê dike û xwe kiriye qelender û başûr jî kiriye cîhê şer û milmilaneyekî li gel Tirkiyê. Ê ku axa başûr bo Tirkiyê vekiriye PKK ye, ne hikûmeta herêmê ye. Ê ku artêşa Tirkiyê bo başûr dikşîne PKK ye ne desthilatdariya herêmê ye. Ê ku destur daye Tirkiyê leşker bikşîne ser başûr, rewa PKKê ye ji qada rastiya xwe û xwe mirandiye û bêdeng kiriye li başûr. Rêya herî baş a rêgirî kirina li leşker kêşana Tirkiyê, xwe weger e, xwe berçav re derbas kirine û wegera bo qada xwe ya rast e. Herwaha dawî anîne bi xwe sepandin û qelenderiya li başûr dike ye, rêz girtine li deshilatiya rewa ya herêma Kurdistanê ye. Berçav girtina jiyan û ewlehiya xelkê wê ye, ku ji ber PKKê serê wan ji bela xilas nabe. Artêşa Tirkiyê bi bahaneya PKKê ve tê başûr, her PKK bixwe jî dikare wê bahaneyê ji holê rabike.

PKK bi hinceta başûr tenê ne axa başûriyan e, divê bo xebata hemû aliyan vekirîbe, bi wî awayî jî rewabûnê dide hebûna çekdariya xwe. Lê li rojava ne tene rê nade kurdên parçeyên din, herwaha rê nade kurdên rojavayê yên derveyî PKKê jî. Ne tenê hêzên çekdar re rê nade heman demê de ji aliyên siyasî re jî rê nade. Li parçeyên din jî bi şer li hember partiyên resen û xwecîhî radibe û derveyî xwe ti aliyek din qebûl nake. Tişta herî ecêb PKK bi çemkê netewî û Kurdistanîbûnê başûr xelet nîşan dide, bixwe jî heta ser hêstiyê xwe jî dijî xîtab û banga netewî, Kurdistaniyê ye û vê wek şovenîzm û rêgezperestî pênase dike.

PKK divê bizane başûr bi hîmmeta Barzanî, canfedayiya Pêşmerge ve û bi berxwedana gel ve azad bû û hat naskirin û tê parastin. Bo leşkerên ti aliyekî vekirî nebûye û nabe. Eger PKK bahaneyan nede dest artêşa Tirkiyê û başûr neke qada şer, ne Tirkiye û ne jî ti artêşeke din nikare bê başûr.