PKK û hêza wê ya çekdar divê li Başûrê Kurdistanê qedexe bibe!

12/07/2019 - 21:10 Kategori Raman

Îbrahîm GUÇLU

Li Bakurê Kurdistanê dîroka tekoşîn û xebata min ya kurditî û şereşgerî û kurdperwerî 57 sal e. Ji van salên min 45 sal, ji xeterî û tehluka PKKê re têkoşîn meşandin derbas bû. Ev çîroka bes ji bona min ne, ji bona hemû kurdperwer û têkoşerên milî yên Bakurê Kurdistanê jî rastiyek e û çîrokek e.

PKKê di destpêkê wek projeyeke dewleta kolonyalîst a Tirk li hemberî Tevger û rêxistinên Bakurê Kurdistanê û hêzên milî yên civakî bû xeter û tehluk e. PKKê ji destpêkê de ji bona ku rêxistin û partiyên Kurdistanê û hêzên milî yên civcakî yê Kurdistanê tasfiye bike tevgeriya. Bi kûştina kurdperweran ev projeya xwe ya qirêj û tehluke cî bi cî kir.

Rêxistin û partiyên Kurdistanê ji bona ku xûrt bûn, ji aliyê civakê de dihatin parastin û girseyî bûn, PKKê nikarî wan tasfiye bike. Lê di nav civatê texrîbateke mezin çêkir. Li sîweregê, li Hîlvanê, Li Niseybînê, li Batmanê bû sedem ku eşîret şerê hevdu bikin. Lewra ji eşîretekê û an jî ji du eşîretan re piştgirî kir, êrişên eşîrên din kir. Li van bajaran bû sedem ku bi hezaran kurd û kurdperwer bên kûştin.

PKKê di sala 1979an de êrişî KUKê kir. Gelek endamên KUKê kûşt û di hamendem bû sedam ku kurdên li derûdora xwe jî bide kûştin.

Ev pêvajoya xirab û nexweş piştî salên 80yî jî dom kir. Texrîbat û tehlukeya PKKê piştî salên 1984an mezintir bû. Li bajaran, di hepsan de û li çiyan bi dehhezaran kurdperwer û gundiyên Kurdistanê hatin kûştin.

Ev pêvajoya hîn dom dike.

Me jî li hemberî vê xeteriyê xebat û têkoşîn meşand. Di vê qonaxê de jî ev têkoşîna me didomîne.

                                                  *****

PKKê piştî Darbeya Leşkerî ya Faşîst ya 1980yî, gelek endamên xwe derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê kir. Piştî ku çû Sûriyeyê bi rejîma Sûriyeyê û îstîxbarata Sûriyeyê re pêwendî çêkir. Dest pê kir ku gor plan û hesabên Dewleta Koloınyalîst ya Sûriyeyê tevbigere. Li Hemberî Tirkiyeyê ji bona ava Firatê û ji bona Hatayê şer meşand. Li hemberî kurdan jî, ji bona ku rêxistin û partiyên Kurdistanê tasfiye bike, serok û berpirsiyarên wan bê rumet bike, tevgeriya. Hêzên dewletê jî bi her awayî piştgiriya wan kir. Sûriyeyê di plana xwe de gelek serketî bû, di hamen dem bû sedem ku bi hezaran cîwanên keç û law yên Rojavayê Kurdistanê biçin cem PKKê, ji aliyê PKKê û Dewleta Tirk de bê kûştin.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku li Sûriyeyê şerê hûndir dest pê kir û mixalefeta ereb û kurd ya dinî û demokrat û lîberal xûrt bû, rejîma Baasê ji bona ku li hemberî mixalefetê bi hêsanî tevbigere, pêşiya mixalefeta Rojavayê Kurdistanê bigre ku bi mixalefeta ereban re nebe yekbeş, wekaleta xwe da PKK/PYDê. Rejîma Baasê û PKK/PYD li Rojavayê Kurdistanê dîktatorî û rejîma zûlmê bi hevra meşandin. Heta îro jî ev rejîma dimeşe. Li Rojavayê Kurdistanê partiyê Kurdistanê nikarin bi azadî xebata xwe bimeşînin. Kurd nikarin maf û azadiyên xwe yên kolektîf û şexsî bi kar binin. Hepis û zordarî û eşkênce dom dike.

PKK/PYD gelek bi hêsanî bi hêzên biyanî re xulamtî dike. Pêşî bi Rejîma Baasê re, pişt re bi Risyayê û Îranê ve û nûha jî bi Emerîkayê re xûlamtî dike. Encama vê xûlamtiyê cîwanên kurdan dide kûştin. Diçe welatên ereban li ser navên efendiyên xwe îşgal dike. Dijminên kurdan zêdetir û tûnttir dike.

Li Kurdistanê şertên şerê hûndir amade dike.

                                                  *****

PKKê piştî salên 1982an ji bona Başûrê Kurdistanê bû xeter. Her dem jî rê li operasyonên Dewleta Tirk vekir.

PKK piştî ku bû xizmetkara Dewleta Iraqê û Iranê, kar û xebatên xirab yên li Bakurê Kurdistanê dimeşandin, li Başûrê   Kurdistanê û li Rojhelata Kurdistanê jî meşand. Li herdu beşên Kurdistanê destewerdana siyasî ya otorîter û hegemonîk pêk anî, partiyên şiddet bi kar tînin, li dijî mafên Kurdan û otoriteya Dewleta Federe ya Kurdistanê ava kir.

Li Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Rejîma Sedam gelek gundên Kurdistanê îşgal kir.

4 Dewletên kolonyalîst dema ku Kurdistan bû herêmeke azad û ji aliyê Emerîka û hevalbendên wê ve dihat parastin, çar dewletên kolonyalîst dixwestin ku Kurdistanê him dema azad û him jî di dema federê de ji holê rakin. Lê ji tirsa Emerika nedikarîn vî karî bikin. Ji PKKê re bûn piştgir, PKKê li hemberî Hikûmeta Kurdistanê, PDK û YNKê şer kir. Pişt re jî di şertên şerê DAEŞê de Şengal bi Haşdî Şabî ve bi piştgiriya Iraqê îşgal kir.

Dema ku Kurdistaniyan encama referandûmê biryar dan ku dewletê xwe  ava bikin, bi hêzên xiaynetkar û dewletên kolonyalîst re beşdarî îşgala Kerkukê û deverên din yên Kurdistanê bû.

Divê PKK û hêza wê ya çekdar qedexe bibe

PKKê di ev qoxaxa dawî de li Başûrê Kurdistanê dest bi xeteriyeke din ya mezin kir. Ji raya giştî re îlan kir ku hêzeke çekdar avakiriye û ew hêza dê li hemberî destwerdan dewleta Tirk şer bike.

PKKê dema ev biryara xwe ji raya giştî re diyar kir, li hemû beşên Kurdistanê û li dinyayê hemû kurd ketin nav tirsekê û reaksîyoneke gelek mezin nîşan dan. Rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê, rêxistinên siwîl yên Kurdistanê, nivîskar û entellektuelên Kurdistanê diyar kirin ku ev biryara xeter e. Divê PKKê dev ji hêza çekdar avakirinê berde.

Hikûmet, hêzên ewlewî yên Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî û entellektuelên Başûrê Kurdistanê jî reaksîyoneke mezin nîşan dan. Gotin PKK ji derveyî hiqûq û otorîteya Dewleta Federe ya Kurdistanê tevdigere. Lewma jî îzin dayîn ji vê avakariyê re mimkûn nîne.

Lê ev yeka têre nake. Divê bi lezûbez Hikûmeta Kurdistanê û hêzên ewlewî yên Kurdistanê, PKKê û hêza wan çekdar û dezgehên wê qedexe bike.

Baş tê zanîn ku ev biryara PKKê gelek xeter e. Ev hêza çekdar çêkirin, li Başûrê Kurdistanê îlana şerê hûndir e.

Gelek aşkere ye ku PKK nikare bi hêza xwe ya çekdar li Başurê Kurdistanê li hemberî Dewleta Tirk şer bike.   

Ji bona PKKê tiştê hêsan ew e ku ji Başûrê Kurdistanê derkeve. Wê demê Dewleta Tirk nikare operasyonan li Başûrê Kurdistanê pêk bîne. PKKê vê nake, lê biryara avakirina hêzên çekdar îlan dike.

Ev helwesta PKKê li dijî otorîte û desthilatdariya Kurdistanê ye.

Li welatekî û li Kurdistanê ji derveyî hêzên leşkerî hêz ava kirin qedexe ye.

Li Başûrê Kurdistanê girêdayî şerê milî yê Kurdistanê avabûna hêzên çekdar yên partiyan bi deh salan e ku pirsgirêk e. Loma jî ji bona hêza leşkerî ya hevbeş ava bibe, xebat tê kirin. Ev xebata hatiye merheleya dawî.

Ji bona ku rejîmeke demokratîk ava bibe û pêş bikeve, li Kurdistanê otorîteke demokratîk ya merkezî xûrt bibe, divê PKKê û hêza wê ya çekdar li Başûrê Kurdistanê qedexe bibe.

Di vê pirsgirêkê de wext wenda kirin, ji bona hemû beşên Kurdistanê dibe felaketeke mezin.

Divê Hikûmeta nu bi lez di vê pirsê de biryardar be.