Nameyek, di 68mîn koçkirina Mîr Celadet Bedirxan de

06/07/2019 - 13:43 Kategori Raman

Konê Reş

Erê Mîr Celadet! Bi xêra bapîrê te Mîr Bedirxan serhildana Botanê giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Bi xêra te; ked û westandina te, Hawar û Ronahiya te, deriyê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin.

 Belê, bi xêra we; kur û neviyên Mîr Bedirxan, em dikarin roja îro xwe di nav netewên cîhanê de peyebilind bibînin; bi saya Mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpê kir.. Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamegeriya kurdî ji me re hat danîn, bi saya te û Hawara te zimanê me bi alfabeya latînî nivîsandin û em bûn xwedî alfabeyeke xweser.. Zimanê me ji axaftinê bû zimanê nivîsandinê û roja îro gelek nivîskarên Kurd ji Bakur, Rojava û piraniya kurdên Ewropa bi wê alfabeyê dixwînin û dinîvisînin û wek ku te gotiye, ev şîreta te pêk anîne:

"Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e".

Lê sed mixabin, ji rexekî din ve, hêjî pêdiviya me bi wek van gotinên te heye:

"Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne û îro jî dixebitin. ji bona ko bikarin (fînfoneke) derewîn bi lêv bikin. Kuro eyb e, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin. Bê ziman Kurdîtî ji we ra ne romete, ji me ra rûreşîyeke giran e. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêj nas nakin.." Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmar (27) Şam /1941.

  Erê Mîro! bi xêra herdu kovarên te; (Hawar û Ronahî) û herdu rojnameyên birayê te Dr. Kamîran Bedrixan (Stêr û Roja Nû), nivîskar û helbestvanên bejin bilind di hola afirandin û nivîsandina çanda kurdî de hatin meydanê, wek; Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Hesen Hişyar.. hwd. Û bi weşana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa te, birayê te Dr. Kamîran û Qedrî Can xwe eşkere kir.. Herwiha jî, kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr. Nûredîn Zaza serê xwe bilind kir..

 Erê Mîr Celadet Bedirxan! Eger mirov li dîroka malbata te vegere û berpêl bike, wê bibîne ku tevayî neferên malbata we di sirgûn û zîvariyan de hatine kuştin û mirin.. Îro ji mafê we ye ku, em her sal we bibîr bînin û navên we bi tîpên zêrîn di dîroka xwe de binivîsin. Gelo! Ku ne em we bibîr bînin, wê kî we bibîr bîne?

*Di roja 15/7/2019'an de 68 sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe.

Qamişlo, 05/07/2019