Enfala 8000 Barzaniyan

05/07/2019 - 20:36 Kategori Raman

Enfal çiye?

Enfal malawêranî ye, enfal qirkirina miletê kurd û Bazaniyan e, enfal hêsirên çavên dayikan e. Enfal li benda kesên xwe mayîne û nevegere zilam û kurê wan ne. Enfal jenosîdeke nedîtî ye. Ya rastî divê kurd navekî ji vê re peyda bikin. Ev ne enfal e, ne jenosîd e, gelekî ji wan mezintir e.

Enfal tiştekî weha ye ku ne mirov dikare vê vebêje, ne jî dikare şirove bike. Ji ber ku ev tenê hatiye serê kurdan û li vê cîhanê tenê kurd bûne qurbana vê.

Enfalê cara ewil di 31.07.1983an ji Barzaniyan de destpê kir. Sedema jidestpêkirina Barzaniyan ew bû ku ne tenê Iraqê her weha çar dewletên dagirkeran dizanîbûn û bawerî pê anîbûn ku heger Barzanî ji holê rabin, wê demê doza gelê kurd jî dê nemîne.

Ji ber vê bû ku tim her çar dagirkeran, bi hev re kar û xebat dikirin da ku Barzaniyan biqedînin. Ji ber vê bû di destpêkê de 8000 zilamên Barzaniyan hatin enfalkirin. Mebest ji vê ew bu tovên Barzaniyan nehêlin da ku êdî tu kes doza Kurdistanê nekin.

Gelo enfal weke tê xwestin di qada navneteweyî de tê zanîn?

Helbet na û ne bawerim ribekî vê xebatê jî hatibe zanîn û nasîn. Ez bi xwe ev bû 12 salin li ser enfala Barzaniyan kar dikim, bi vê xebatê min çar berhem li ser wê nivîsî, lê têrî nake.

Divê rewşenbîr li gel hikumeta Herêma Kurdistanê bi hev re li ser vê bi proje û plan kar bikin, berhemên li ser enfalê bikin bi zimanê biyaniyan û belav bikin da ku êdî hemû cîhan vê jenosîda Sedam navê wê kiriye Enfal bê zanîn ku ev jenosîda qedandina gelê kurd û Barzaniyan bû.

Min li jor anî zimên; Ji ber ku Barzanî di hemû kar û xebatên xwe de tim neteweyî bûn. Wan dixwestin ji bona kurdan Kurdistaneke azad û serbixwe ragihînin û ji sala 1900î wan dest bi tekoşînê kirine.

Ji bona Barzaniyan Kurdistan yek perçe bû. Lewra li ku çirûskek azadiyê ji bona Kurdan pê bi keta Barzanî li wir amade dibûn. Li Bakur û li Rojava hebûn, daxwaza wan ji azadiya perçeyekî ev bû ku wê biba ronî ji bona perçên din jî.

Ez bi xwe nêzîkî salekê li devera Barzan di nava malbatên kesên wan hatibûn enfalkirin de jiyam. Min gelek malbat û kes guhdarî kirin. Loma ez zehmetiyên wan baş dizanim. Ji bona zarokên wan nemirên dayik bi roj dibûn bav û bi şev jî dibûn dayik.

Ji ber ku zilam nemabûn, jin ango dayik mecbûr mabûn ku di karê herî zehmet de jî kar bikin ji bona zarokên xwe mezin bikin û pir bi erzan kar dikirin.

Wan dayikan her roj di nava xwe de digiriyan. Lê li hember dijmin tim serbilind bûn. Wan dizanibûn mêr û zarokên wan di ber têkoşîna gelê xwe de cangorî bûne.

Ji bona em kurd bikaribin vê enfalê di qada navnetewî de weke jenosîd bidin naskirin, divê em berhemên rastî li ser vê bûyerê binivîsînin.

Divê wan berheman bikin bi zimanî biyaniyan. Divê roman, şano û çîrokên vê kerasetê bê nivîsîn û belavkirin.

Divê bi serpereştiya hikumeta Herêma Kurdistanê komîteyên ji mirovên pispor û zimanzan bên damezrandin. Divê ew komîte di qada navneteweyî de kar bikin heta ku ev bibe an bidin qebûlkirin ku ev ne enfal e lê jenosîd e.

Bala xwe bidinê di 1915an Osmaniyan 3 milyon Ermenî kuştin. Lê Ermenî ji bona vê di qada navneteweyî de bikin jenosîd ji wê rojê kar dikin û hê jî di nava vî karî de ne.

Divê kurd jî weha bikin, kar û xebatê bikin heta vê weke jenosîd bi cîhanê bidin qebûlkirin.

Divê em jibîr nekin di salvegera 36 a enfala Barzaniyan de weke tê xwestin kar ji bona wê nehatiye kirin. Ev kar û erk bêtir li nivîskar, rewşenbîr û ronakbîrên gelê kurd e. Divê em bi erkê xwe ve rabin da ku ji hikumeta xwe re bibin alîkar.

Ez vê kerasetê û rûreşiyê şermezar dikim. Ev 36 sal di ser vê re derbas bûye û hê jî me erkên xwe neanînî cih…