Tovên Barzaniyan çandibûn êdî fêkî dide

20/06/2019 - 18:33 Kategori Raman

Bûbê Eser

Dixwazim bi aweyekî vekirî û eşkere diyar bikim ku miletek, xelkek li gor rêveberiya xwe têna îdarekirin. Têne bi rêvebirin û têne parastin.Serketin û wendakirinên wan ji wir tê…

Lewra jî girîng e ku divê em kurd jî li gor vê hin tiştan fêr bibin heye. Ji ber ku piştî têkçûna komara Kurdistanê li Mehabadê, hemî kurd li ser rûyê vê cîhana ku dostên wan têde kêm bû, ya jî tunebû, bê deng mabûn, bê hêz û yar dijiyan.

Ji bona kurd ji bindestiyê, feqîrtiyê û ya talî ji sêwîtiyê azad bibin. Serokê neteweyî bi çûyina xwe ya Sovyetê ew hizrê û tovên ku kurd nemirin jî çandibû.

Ew tovên ku ji aliyê Serok Barzanî hatibû çandinê, piştî şoreşa îlonê wan tovan hêdî hêdî serê xwe ji nav axê û ji bin erd derxistin. Şên bûn, bilind bûn û êdî wê fêkî bidina diyar bû. Lê bi şoreşa gulanê ev hate xemilandin.

Armanca şer û berwedanên Barzaniyan ew bû ku kurdan ji bindestiyê azad bike. Loma bê rawestandin heta ku li Başûrê Kurdistanê kurd gihiştin hin maf û azadiyan, şerê çekdarî her berdewam bû.

Çi bû, piştî wê azadiyê bû. Ji ber wan tovên Barzaniyan ji bona kurd nemirin çandibûn, piştî wê azadiya (1991) kurdan li Başûrê Kurdistanê bi dest xistibûn, êdî hêdî hêdî berhemên xwe didan.

Mesele gelek dirêj e. Ji bona mirov vê hemî fêr bibe û Barzaniyan û xebatên wan bizanibe, divê mirov dîroka wan baş fêr bibe, da ku wan ji bona min, ji bona te, ji bona me û gelê xwe çi kirine bê zanîn.

Her çiqasî Barzaniyan em piştî wê azadiyi kirin Xwedê hin mafan jî lê ew li wir nesekinîn û her berdewamiya ango avadana wan tovên hatibûn çandinê dikirin da ku fêkiyên wan bixwin.

Heta ku mirov li vê cihanê nebe xwedî destkeftiyekê, heta mirov nebe xwedî dewleta xwe û ya girîng heta ku mirov welatê xwe ê serbixwe ranegihîne, di li vê cîhanê de mirovê tim qels sêwî û piştkul be.

Em niha bi hevre şahidê wê yekê ne ku, wan tovên ji tere, serokê neteweyî û hemî Barzaniyan ve hatibûn çandinî êdî berhemên xwe dide.

Carekê divê em li dîroka gelê xwe ya her çar perçeyan binêrin û bibînin ku heta sala 2000 an çi destkvtiyeke kurdekî/ê li vê cîhanê biba, ew weke ya wan dewletên dagirkerên me dihatin zanîn an weha rê didan.

Lê bi hebûna wî perçê azad, êdî her serkeftina kurdekî/ê dibe malê kurdan û tê nivîsandin û gotin ku ev diyarî, ev serkeftin, ev qezenckirina kurdan dibe ya wan.

Di van deh salên dawî de hin kurdan li vê cîhana ku êdî dostên me jî roj bi roj çê dibin, gelek diyarî û serkeftinên mezin weke kurd hatin bi dest xistin.

Van serketinan çi di warê werdîşê (spor) çi jî di hin warên din de, êdî weke yên kurdan e têne danasîn û zanîn. Mesele  dirêj e û niyîsandina wan yek bi yek wê vê nivîsê gelekî dirêj bike. Loma ez ê vê di virde bibirim û hêvîdarim we fêm kirin ku mebesta  min çiye?

Mebest vekirî û zelal e, dema tu hebe, dinya jî te dinasî, dema tu bi hêz bî herkes hesabê te dike. Dema tu li hev be, roj bi rohj serketinên kurdan di vê cîhanê de tên dîtin û zanîn.

Niha ji wana û ya herî girîng ew e ku Amerîka jineke kurd bi navê Hêro Mistefa û care yekem di dîroka Amerîka de, ji bona Balyoza Amerîka li welatê Bulgaryayê ji aliyê Serokê Amerîka Donald Trump ve hat destnîşankirin. Ma ne ew tov ba, heger ew tof nehatibe çandinî gelo wê îro jineke kurd karîba biba Balyozê Amerîka li Bulgarya yê?

Lewra jî ji bona dewletbûnê divê em hemî kurd bêtir û çalkatir kar bikin. Çi dema em bûne dewlet û kurdistaneke serbixwe ragihand aha wê demê kurd dê bêtir di qada navneteweyî de nav bidin û serketinan bi dest bixin.

Divê em gotina serok Mesûxd Barzanî ya ku gotibû: ”Gundekî azad û serbixwe ji welatekî bindest û dagirkerî baştir e”. ji bîr nekin.

Ji ber vê divê êdî kurd jî li gor vê gotinê tevbigerin û bibînin bê wan tovên serokê neteweyî Barzaniyê mezin çandibû, bê îro çawa roj bi roj, çi welêt û çi jî di qada navneteweyî de fêkî dide.