Şerê Enerjiyê, dikare Kurdistanê çêbike!

Projeya Xeta Hêza Derya Bakur-2

17/06/2019 - 16:43 Kategori Raman

Ev xeta enerjîyê di navbera Rusya û Almanya de ava dibe. Ji Rusya, wê di bin Derya Bakur re derbasî Ewrûpa bibe. Ev demek dirêje, xet ava dibe û di 2020 an wê diqede û dest bi kişandina enerjîyê bike.

Kapasîta vê projê li ser dubaskan tê avakirin û salane 55 milîyar metrekupe

Derya Bakur, bi Almanî ostsee, bi Swedî  östersjön, bi Rûsî  Baltijskoe More, bi Fînî itâmeri, bi Lehçeyî morze baltyckie ye. Tirkan navê „Baltik“ ji zimanê Lehçeyî girtine û navê vê deryayê kirine „Baltık Denizi“.

Derdorê vê deryayê, bi axa Norwec, Swêd, Fînlandîa, Rûsya, Estonya, Letonya, Lîtwanya, Polonya û Elmanya ve dorpêçkirî ye.

Niha xetek Enerjîyê bi navê „Xeta Hêza Derya Bakur-2“ di binê vê deryayê re, ji bona bêt Elmanya û li welatên derdorê bêt belavkirin amade dibe.

Yek ji bandora avakirina vê xetê, a neyênî li ser Polonya û Ukrayna rolekî ji dervê dewrê hiştinê dilîze.

Dema ku Gaza Rusya a fezayî, di Derya Bakûr re derbasî Elmanya bibe, bi cûreyek vekirî, pir welatên Ewrûpa bi rêya vê enerjîyê ve bi Rûsya ve tên girêdan û di bikaranîna vê gaza fezayî de dibin girtîyê Rusya.

Ji ber ku ev xeta enerjîyê Elmanya û pir welatên Ewrûpa dixe bin bandora Rûsya û rolekî neyênî dilîze; Emerîka dijberî avakirina vê xeta gaza fezayî a „Xeta Hêza Derya Bakur-2“ ye. Ev xet di rojeva Emerîka de ye û Emerîka  dixwaze li ser şîrketên ku di vê projê de cîh girtine metodên astengkirinê bikar bîne.

Polonya jî li henber avakirina vê projê xwedî helweste û di nav dewletên Ewrûpa de ev proje di giftûgoyê de ye.

 

Parlementoya Ewrûpa jî di wê bawerîyê de ye ku „ev proje bêt temamkirin û têkeve dewrê, wê Ewrûpa ji hêla gaza fezayî de têkeve bin bandora siyaseta Rûsya“(!) Ji ber wê jî Parlamentoya Ewrûpa daxwaza „sekinandina projeya Xeta Hêza Derya Bakur-2“ dike.

Şer û şerxwestina di Rojhilata Navîn de jî, yek ji sebeban gaz û nefta herêmê bi xwe ye.

Aktorên cîhanê, hin li ser herêmê bandora xwe zêde dikin, dest dirêjî nav dewletên herêmê dikin; ku ev dewlet, di avakirina sedsalîya xwe de hemû her bûne pirsgirêk û astengin ji pêşeroja civatên xwe re. Rol û bandora dewletên aktorên herêmê, di astek dîktatorî de, li ser netewên bindest û bêdewlet, pergalên zor û zilmê ne. Ev dewletên aktorê herêmê di belavkirina enerjîyê de jî astengin û rolekî neyênî dilîzin.

Beşek ji gaz û nefta İraq û a Başûrê Kurdistan dibin tehdît û astengkirina Tirkîye û Îran de ye. Başûrê Kurdistan her jiber dorpêça Tirkîye û Îran, mahkûmê rûbirû bûna van asteng û bandorên van herdû dewletên metînker in.

Di vî warî de heta ku Başûrê Kurdistan rêyek enerjîya xwe ji bona bazara cîhanî nebîne, wê her êsîrê vê bandorê be.

Ji ber wê jî, ev enerjîya Kurdistan bi hêsanî nikare derbasî bazara cîhanê bibe û derîyekî dewletbûnê ji Kurdistan re vebe.

Aktorên herêmê (Tirkîye û Îran) li angora berjewendîyên xwe, hin ji çareserkirina pirsgirêka Kurdistan re astengin û hin jî ji enerjîya Kurdistan re astengin. Ev jî lingekî çareserkirina vê pirsgirêkê û gîhandina asta dewletbûnê zahmet dike. Aktorên cîhanê baş dizanin ku pêşî li van dewletan neyê girtin, çareserkirina pirsgirêkan jî hêsan nabe.

Di şerê li Sûrîye de derket ber me ku, Îran û Tirkîye ji aktorên mezin yên cîhanê re jî astengin. Ev astenbûn hin di warê xetên enerjîyê de û hin jî ji hêla bandora siyasî de rolekî neyênî dilîzin li ser çareserkirina pirsgirêkan.

Ji bona şikenandina bandora Tirkîye û Îran, divê çi bêt kirin û Kurd û Kurdistanî ji bona çareserkirina pirsgirêk û astengên li pêşîya xwe çi bikin?

Çima Başûrê Kurdistan û İraq wê mahkûmê dorpêça Îran û Tirkîye bin?

Ji bona vê divêtî bi xetên enerjîyê yên nû heye. Divêtî bi tifaqên nû yên herêmî heye. Ji bona şikenandina bandor û dorpêça Îran û Tirkîye li ser Kurdistan û herêmê, divêtî bi tifaqek nû û ji dervê van herdû dewletên metinker heye, ev jî têkilîya bi Îsraîl, Qibrûs û Yewnanîstanê wek gavek erênî derdixe ber me.

Kurd di nav tifaqek wilo de dikarin xeta enerjîya xwe di ser Başûrê Rojavayê Kurdistan re bigihînin Derya Spî û di ser Qibrûs û Yewnanîstanê re daxin bazara cîhanê. Wê ev xeta nû a enerjîyê, bandora Tirkîye û Îran a li ser Kurdistan bişkîne.

Divê rolê Îsraîl, di sîyaseta Rojhilata Nâvîn de û têkilîyên bi kurdan re aktîf bibe. Hêza dûyem jî Kibrûs û Yewnanîstan e. Li henber demoralîzekirina Tirkîye, divê Emerîka piştê bide Kibris û Yewnanîstan jî.

Hin ji bona bêbandorkirina proja „Xeta Hêza Derya Bakur-2“ li¯¯ henber Rûsya û hin jî ji bona şikenandina bandora Tirkîye û Îran li ser Kurdistan û enerjîya herêmê ev gav rolekî erênî û girîng wê bilîze.