Serokekî bi qawet, hukumeteke bi hêz

12/06/2019 - 10:29 Kategori Raman

Bûbê Eser

Divê em bizanibin ku welateke bi saya serê serokekî xwedî qawet û zana, bi saya hukumeteke bi hêz û çalak bi pêşve dikeve.

Lewra jî niha hûnê şahidê wê yekê bin ku bi damezrandina hukumeta rêzdar Mesrûr Barzanî û bi serokwezîriya vê hukumeta bi hêz em ê bi lez gavên berbi serxwebûnê bavêjin û bi helwestên kurdewarî dê êdî pêşî li kesên xwe û welatê xwe difroşin bê girtin. Êdî bawer nakim ew kesên ji bona dagirkeran kar dikin, ji niha û pêde li gor kêfa xwe li ser erda kurdistana pîroz hespên xwe bidin bezê…

Şexsiyetên xwedî hêz û bi qawet jî li gor wê hêz û qawete xwe hukumeta xwe di damezrîne da ku bikaribe bi hevre li ser xeta neteweyî welatê xwe avadan bikin, demokrasiya ji gelî wî re lazim e bi pêş ve bibe.

Ji roja Barzaniyan destavêtin çeka ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê û heta niha qet sekin li wan nebû ye. Derd, êş, armanc û hedefa wan tim bûye li gor rêbaza  Barzaniyê nemir, li ser xeta neteweyî vê tekoşîn domandine, didomînin û wê bidomînin heta ku kurdistana mezin bê damezrandinê.

Ji bona van xebatên Barzaniyan her dem dagirkerên me jî ranezanin, ji bona têkbirin û tunekirina Barzaniyan kar û xebat kirine, lê bi ser nekitine û wê tu caran jî bi ser nekevin.

Dijmin her dijmin e. Ew tim karê xwe dikin da ku Kurd neghêjin azadî û serxwebûna xwe. Ev bêminetî ye. Ji ber ku dijmin e.

Lê ya xeter û tehamula wê nayê qebûlkirin, Hin kurdên ku ew jî li gor armanca dagirkeran tevdigerin û li gor gotina dagirkeran dikarin bi rehetî xencera jahrî li pişta Barzaniyan bixin da ku ew Kurdistaneke serbixwe ranegihînin.

Heta niha karê dagirkeran û hevalbendên wan yên kurd ew bûye ku xebatên Barzaniyan yên neteweyî û ji bona damezrandina Kurdistaneke serbixwe têk bibin.

LÊ karê Barzaniyan jî her ew bûye ku ji bona me kurdan kurdistaneke serbixwe ragihînin, ji bona wê jî her li ser xeta neteweyî li gor rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir karê xwe, tekoşîna xwe û berxwedanên xwe ranewestandinin.

Ev kar û xebatên wan, em anîna merheleya  ku niha gavên berbi serxwebûnê têne avêtin. Gavên serxwebûnê jî bi kesayetiyên wêrek, xwedî qawet li ser xeta neteweyî pêk tê.

Lewra niha bi damezrandina hukumeta nû ya bi serokwezîrtiya rêzdar Mesrûr Barzanî dê kurd bi awayekî zîndî, hebûn û parastina erda xwe û xelkê xwe li gor bawerî û qanûnên navneteweyî bikin û biparêzin.

Li tu welatên vê cîhanê, kesên welatê xwe firotine, li ba dijmin ji bona perçekirina erda xwe û kuştina brayê xwe kar kiribûn û dikin, bê ceza nemane  namînin jî…

Êdî kurd jî gihandinên wê qonaxê ku tiştan ji hev veqetîne û bizanibin ku di navbêra reş û sipî de gelek rengên din jî hene.

Her çiqasî heta niha hinan li gor kêfa xwe Kurdistan ji bona berjewendiya xwe firotibin, xaîntî kiribin, li ser xeta cahşitiyê mezin bû bûn jî êdî wê pêşî li kesên weha bê girtin.

Hukumeta nû ya bi serokwezîrtiya rêzdar Mesrûr Barzanî dê bi aweyekî demokrat, li gor destûr û bernameyên navneteweyî û li gor şertê welatê xwe karê xwe bikin. Hukumeta xwe bi hêz bikin,

Ev hukumet wê bibe pêşîligirtina hemî xerabî û nebaşiyên li dij doza kurd û kurdistanê.

Di netica van xebatan da, Xeyal dibin rastî

Me kurdan ev zêdeyî sed salan e tenê me xeyal dikir ku kurdistanê dê rojekê bighêje serxwebûna xwe.

Me tenê xeyal dikir ku ev miletê me ê mazlum wê rojekê bighêje azadiya xwe

Em her di wê xeyalê de dijiyan ku wê çi demê kurd dê bibin xwedî dewleta xwe

Her kurd difikirîn ku wê çawa ji komkujiyan, ji kuştinê azad bibin.

Aha kerem bikin bersîva vana tevde di rêbaza Barzanî û bi saya Barazaniya ku li ser koka xwe, li gor destûr û bernameya rêbaza Barzanî tevgeriyan in. Bi vê tevgerê kurdan dikin xwedê dewlet, Kurdistaneke serbixwe dê damezrînin û wê kurdan ji bê dewletiyê rizgar bikin, wê ala kurdistanê di qada navnetewî û di nav alên cihanê de kil bikin.

Spas ji we re ey Barzaniyên li ser rêbaza Barzaniyê nemir.

Di kar û erkê te yê nû de serketin ji te re dixwazim serokê herêma kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî

Pîroz be erkê te yê nû serokwezîrê kurdistanê, rêzdar Mesrûr Barzanî

Tu her temen dirêj be, rêzdar Mesud Barzanî ku van berhemana ji ber xebat, zanyarî û dilsoziya we dibe para kurdan.

Spas ji bona serokê neteweyî M.Mistefa Barzanî yê nemir ku ji me kurdan re, rê û rêbazek danî.