PDK û YNK?

11/06/2019 - 09:41 Kategori Raman

Şeyhmus Özzengin

Pêncemîn hilbijartinên Parlemena Kurdistan. di 30.09.2018an de pêkhat. (Çiqa ku li herêma Silêmanîyê, Tevgera Goran, li ser pir sindoqan bêûsûlîyên YNK û bi karanîna wan a şidetê li ser sindoqên hilbijartinan anî ziman û îttiraz kir jî), Encûmena Dadweriya Başûrê Kurdistan, encamên hilbijartinan pejirand.

Li angora encamê; PDK, ji 111 kursîyan 45, YNK 21, Tevgera Goran jî 12 kursî bidest xist. Beşek mezin ji gel beşdarî hilbijartinan nebû. Her sê partî liser hev 78 kursî tomar kirin.33 kursîyên mayîn jî, partîyên din û para  pêkhateyên Kurdistan wek kontejan bûn.

Di van şertan de PDK bi serê xwe nikarî bû hikumetê ava bike. Divêtîya wê bi 16 kursîyan, an jî piştigirîya 20 kursîyan hebû.

PDK, bê ku Tevgera Goran û YNK bike şirîkê hikûmetê; dikarîbû bi hêz û pêkhateyên Kurdistan re hikûmetek nû ava bike! Mixabin PDK, ev metod bikar neanî û xwest ku hikûmetek millî, bihêz ava bibe.

Dema ku em rewşa Kurdistan û Rojhilata Naverast tînin ber çavan, ji tevgerek millî re ev daxwaz dicîh deye û helwestek berpirsiyêye jî.

Li her welatê ku bi sîstema parlemenî tên îdarekirin, partîya yekem, erkê avakirina hikûmetê digire ser xwe û dest bi danûstendinên avakirina hikûmetek nû dike. Ev danûstendin, têkilîyek eşkereye û ne veşartîye. Her partî û rêxistin eşkere biryara xwe didin û ev biryar jî li angora programa partîya ku damezrînerê hikumeta nû ye. Di virde îradeya gel, prestîja parmemento û yasayên bikaranîna parlemenê esasin; ne ya hest û berjewendîyên partîzanî. Ji ber ku divê erkên demokrasîyê li ser esasên peymana makezogonê bên parastin. Ev jî yekem, parastina Dewletê û berjewemendîyên millet bi xwe ne.

Mixabin li Başûrê Kurdistan ev metod nayê bikaranîn. Hemû dan û stendin li pişt perdê, veşartî û bi şîweyek partîzanî têt meşandin. Di virde îradeya gel, prestîja parlementoyê têt binpêkirin. Hemû hesab li gor berjewemendîyên hizbî dimeşin. Biryarên ku li pişt perdê tên girtin û peymanên ku tên îmzekirin, ji gel tên veşartin. Parlemento di van biryaran de bê îrade ye. Ev têkilî her mercên nenaskirina yasayan û bingeha fen û fûtan çêdike. Quweta ku li gor yasayan hesap ji wan bipirse jî dernakeve holê. Ji ber ku parlemen û biryarên parlemenê li henber biryarên van civînê veşartî bêwate û bêhêz dikeve. Ev jî bêîtîbarkirina parlemenê û yasayan bi xwe ye. 

Madem wê erkê parlemenê bêt binpê kirin û wê îradeya partîzanî di ser a parlemenê û gel re bêt nirxandin, çima hilbijartin tên çêdikin?

Divê partîya yekem rê nede van karesatan û her pêşî ji xurtkirina sazîyên dewletê û xurtkirina îradeya van sazîyan re veke.

Ev heyşt mehe di astengkirina avakirina hikumetek nû de, hêza ku rê dide binpêkirina îradeya millet, PDK ye û ew berpirsîyare!

Ji ber ku YNK, ne hêza ku berpirsiyarîyê bigire ser xwe ye!

 

PDK, ev heyşt mehe, wek partîyek di hilbijartinan de serkeftî tevnagere. Ji vê helwestê pirtir, PDK xwe wek deyndarê YNK dibîne û wilo tevdigere..

Bê ku pêvajoka referandûmê û 16ê Cotmeh a 2017 bîne berçavan.

Di eslê xwe de, di hilbijartinan de PDK partîya yekem derket. Berpirsiyarîya avakirina hikûmetek nû erkê wê bû..

Bi hemû hêzên siyasî re ket têkilîyê. Yên ku xwestin bibin şirîkê hikumeta nû biryara xwe dan. Yên ku wek opozisyon jî bimînin pozîsyona xwe eşkere kirin. Piştî van eşkerebûnan, diva bû ku heta niha PDK hikûmeta xwe ava bikira û berpirsiyarîyên xwe bianîya cîh.

PDK çi kir?

Da dû YNK û xwest ku YNK jî bike şirîkê hikumetê. Ev heyşt mehe YNK, PDK bi fen û fûtan dixapîne û avakirina hikûmetek nû asteng dike.

PDK, bê ku rewşa YNK a dîrokî û siyaseta YNK û hêzên ku di herêmê de bi YNK re têkildar û hevpar bîne berçavan!

Mixabin em dikarin vê helwesta PDK bi niyetek baş û erênî binirxînin..Lê YNK ne ew YNK ya ku em li hêvîya wê a helwestek erênî bin.

YNK tevgerek leşkerî û Kodetayî ye û ji hestên cemawerî dûr e. Ev helwesta YNK ji 1966an û heta îro dom dike. YNK, her xwestîye ku daxwazên xwe, bi hemahengî û hevalbendîya bidijminan re li ser tevgera netewî û PDK ferz bike. YNK, her hêza xwe ji van têkilîyan stendîye. Kirinên YNK jê re mane û ticaran merc û mercîyên ku hesap ji YNK bipirse derneketine holê.

Herêmên ji dervê axa hikûmeta herêmê, bi xwîna hezaran pêşmergan hat azad kirin û YNK di 16ê Cotmeha 2017 de, bi xîyanetek jehrîn teslîmî dijmin kir. Îro ev herêm di bin zilmek mezin de perîşan in. Ti hêz, ne di nav YNK de ne jî ji hêla leşkerî û dadgehî de derneket û ev hesap ji berpirsiyarê 16ê Cotmeha 2017an nepirsîn.

Ev helwest, her di siyaseta YNK de derketîye ber me..

Mîmar û berpirsiyarê duserîkirina başûrê Kurdistan (Hevlêr-Silêmanî) YNK ye.

Berpirsîyarê neavakirina arteşek netewî û duserîhiştina hêzên pêşmergan YNK ye. Ji ber ki YNK, xwe bi vê hêza leşkerî li ser îrada gel ferz dike.

YNK, berpirsiyarê bêbandorkirina îradeya miletê Kurd, îradeya sazîyên dewletê û bêîtîbarkirina têkilîyên herêmî û navdewletîye..

YNK, berpirsiyarê astengên navbera İraq û hikumeta Kurdistan bixwe ye. Ji ber ku di van têkilîyan de dualî dilîze û hikûmeta İraq hêza xwe ji vê dualîbûnê digire.

YNK, berpirsiyarê teslîmkirina Kerkûk û hemû herêmên ji dervê Kurdistan e, ku îro li van deveran Kurd di bin zor û zilmek mezin de, malên wan, genimên wan tên şewitandin, tên talankirin, tên revandin, tên kujtin û koçber dibin. Bi van karesatan demografîya herêmê têt guhertin.

Ev herêm, bi xwîna bihezaran xwebexşan hatibû rizgarkirin û beşdarî nav xaka Kurdistan bibû. YNK, bi xîyanetek jehrîn, bi helwestek kudetayî û bi dijminên Kurdistan re hevpar, di şevekê de teslîmî dijminan kir, bê ku hesab jê bêt pirsîn..

Di nav YNK de baskekî Kurd û kurdperwer heye. Lê ev bask jî erkên xwe nikare bîne cîh, an jî nayne cîh û dibin pergal û şirîk ji baskê xîyaneta 16ê Cotmeha 2017an re.

Tevgerek xwedî van helwestan çima wê bibe xwedî helwestek erênî, netewî û niştimanperwerî?

Ji ber ku PDK, vê helwest û karesatên YNK nayne berçavan, PDK berpirsiyarê van pirsgirêk û taloqkirina hikûmetek nû ye.

Divê PDK izrê xwe ji miletê xwe bixwaze û hikumeta xwe saz bike û dest bi çaksazîyê bike, bê ku heyşt mehên din bike qurban ji YNK re û herêmê têxe nav qeyranên nû.

PDK, divê bêyî YNK, hînî milmilaneya pirsgirêk, çaksazî, avakirin û birêvebirina Kurdistan bibe.

Miletê Kurd, hin di referandûmê de, hin di hilbijartinên İraq û hin di hilbijartinên herêmê de ev erk daye PDK û divê PDK li gor vî erkî, li gor îradeya miletê xwe tevbigere.

09.06.2019