Damezrandina hikumeta nû û mizginiya Kurdistana serbixwe!

02/06/2019 - 21:44 Kategori Raman

Parlemena Kurdistanê di roja 28.05.2019an de Serokê Herêma Kurdistanê bi piraniya dengan û bi awayekî demokratîk hilbijart. Vê hilbijartinê bi reng û dengê xwe, çi di nav kurdan û çi jî di qada navneteweyî de dengekî hêja, delal derxist û bayê demokrasiyê çi li Kurdistanê û çi jî li cîhanê weşand.

Çi dema kurd îmkan, rê û rêbazên xebatên bibînin, dikarin gelek tiştên hêja û delal jî bikin. Dikarin demokrasiya ku hin dewletên qaşo bi salan sal dewlet in jî lê hê jî fêrî demokrasî nebûne, kurd niha wan jî fêr dike û dide zanîn  ku demokrasî ji bona rêveberiya welatekî çiqasî hêja ye.

Bifikirin ku hê jî Kurdistan di qada navneteweyî de weke dewleteke serbixwe nehatiye nasîn. Li gor vê jî dema em bala xwe didinê, bi vî halê xwe jî weke ku bi salan sal dewlet be kar dike.

Çi di warî demokrasiyê de, çi di warê îcatên nû de, çi di warê werzîşê de û çi jî di qada xebat û xwedî li welatê xwe derketandinê de kurd her li pêş in.

Evana mizginiya siberojeke Kurdistaneke bi hêz û qewet dide me kurdan. Helbet wê hin tiştên ne xweş jî derkeve, ew jî girêdayî dagirkeran e. Ji bona kurd aramiyê nebînin, ji bona kurd nebin xwediyê welatê xwe çi ji destên wan tê texsîr nakin.

Li gor van zanyariyan û bi ser van halan de jî li Başûrê Kurdistanê, rêvebirên me yên wir li ser xet û rêbaza Barzaniyê mezin karê xwe dikin, her çiqasî hin astengî derkevin jî lê taliya talî dê serketin ya gelê me li Başûrê Kurdistanê û wê ya rêbaza pîroz be.

Min gelek caran aniye zimên û dîsa dibêjim; heger ne ew rêbaz ba, bi destên xwefiroş û cehsan niha Kurdistan hemî hatibû firotin û wê kurd her kole bimana. Lê ya ku kurdan ji koletiyê azad bike tenha ev rêbaza pîroz e…

Em baş dizanîn ku di rêbaza Barzaniyê nemir de, xala herî girîng xala demokrasiyê û rêvebirina welat li ser vê tê meşandinê ye. Lewra hin rêxistinên Başûrê Kurdistanê ji vê demokrasiya li gor rêbazê hatiye hunandin, hin xerabiyan dikin û dixwazin wê weke karekî demokratîk e rê bidin.

Li gor vê rêbazê divê li Başûr çi bibe an bê kirin?

Me dît ku piştî hilbijartina sala 2018an heta demeke dirêj YNK a ku îro ketiye navdestê Îranê ne dixwest Serokê Herêma Kurdistanê hilbijêrin da ku karê berbi serxwebûnê nekeve rê. Ji xwe wan bi wê helwesta xwe, dengê xwe bi kar neanîn û diyar kirin ku êdî ew bûne rêgir.

Lê dîsa bi aweyekî demokratîk Parlemena Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê  hilbijart. Niha kar maye ku parlemen bicive û rêzdar Nêçîrvan ji bona damezrandina hIkumeta nû erk û wezîfê bide rêzdar Mesrûr Barzanî.

Piştî destnşankirina wî erkê jî divê rêzdar Mesrûr  Barzanî destên xwe zû bigire, li benda fen, fût û astengên YNK nesekine, hikumeta xwe damezirîne, wezîrên xwe destnîşan bike û ji bona Kurdistaneke serbixwe û avadana Kurdistanê dest bi karê xwe bike.

Helbet astengî pir in ku pêşî li karê Kurdistaneke serbixwe girtinê hebûn û dê hebin. Lê Barzaniyan heta niha gelek qonaxên zor derbas kirine. Li hember hemî xwefiroş û cehşan tekoşîn dane û didin. Loma wan bi vê ked û cahdên xwe em anîne vê merheleya îro ku Kurdistaneke serbixwe nêzîk bû ye.

Niha hemî kurdên cîhanê çav li rêya Kurdistaneke serbixwe ne. Dixwazin bi guhên xwe wî dengê serxwebûnê bibîhîzin. Li gor mejîyê li ser rêbaza Barzanî bibin xwedî dewleta xwe.

Ji ber vê ye divê di zûtirîn dem de Parlemena Kurdistanê bicive û Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî erkê destnîşankirina hikumeta nû bide rêzdar Mesrûr Barzanî da ku ew jî karê xwe bike.

Heger YNK bikeve hikumetê baş e, lê heger neketinê û dîsa bixwazin astengiyan derxin divê êdî li benda wan neyê sekinandin. Ji ber ku êdî wê pir bi zelalî eşkere bibe ku ev helwest ne ya YNK a Îranê bi xwe ye li ser YNK ferz dikin ku hikumeta Kurdistanê neyê damezrandinê

Em kurd li Başûrê Kurdistanê gihandinin qonaxe dewletbûnê. Lewra jî hemî dagirkerên me li ser kar in ku ev nebe. Divê em kurd jî bi hemî hêz û qewetên xwe ji bona hikumeteke bi hêztir, ji bona serokwezîrekê bi qewet kar bikin, heye

Têbinî: Ez Cejna Remezanê li hemî kurdên misilman pîroz dikim. Bi hêviya ku êdî oldarên me jî ji bona Kurdistaneke serbixwe berpirsiyariyê hilgirin ser milên xwe. Divê em jibîr nekin ku oldarên her niletekî ji bona gelê xwe kar dikin…