Hunermend Dilgeş (1952-2017) di dilan de nemir e

25/05/2019 - 11:04 Kategori Raman

Beşîr Botanî

Dilgeş ji kartêkirina birayê xwe Êzdîn peyda bû

Stiranbêjê navdar Dilgeş di sala 1952´an de li gundê Fisqînê-Nisêbîn-Mêrdîn hat dunyayê. Birayê wî tembûrvanê mezin Êzdîn li bakûr û rojava Kurdistanê pirr navdar bû û hejî gotinê ye ku bi alîkariya çend malbatên navdar wek Bettê û Haco nûçeyên wî yên hunerî digehiştin bavê min Sebrî Botanî yê ku di cih de li başûr û rojhelata Kurdistanê jî belav dikirin. Hejî gotinê ye ku Dilgeş ji kartêkirina birayê xwe Êzdîn´î hat meydana hunerî û ewî bo parastin û pêşxistina stirana Kurdî karekî baş kiriye

Hunera wî

Hunermend Şikrî Dilgeş dibêje ku dema bavê wî Dilgeş nêzîkî 13- salî bû, dest bi jenîna tenbûrê kir û di xortaniya xwe de jî bû awazdanerek jêhatî. Û wek têt bîra min ku kasêta hunermend Dilgeş´î ya yekê belku di sala 1979´an de belav bû û hindek dibêjin di sala 1978´an de derket. Bi kurtî, min ew kasêt li Swêdê jê re belav dikir, lê hindekan digot ku diyar e “Beşîr Botanî jî bûye endamê partiya KUK´ê“.

Ta sala 1983´yan nêzîkî pênc kasêtên Dilgeş´î belav bûn û her wesan gelek berhemên wî yên dî jî sal bo salê dihatin belavkirin. Armanca wî ji belavkirina wan kasêtan bixwe azadiya Kurdan û serxwebûna Kurdistanê bû, peyama wî ji karkeran re bû, pîrozkirina cejna Newrozê bû, piştevaniya Şoreşa Rojhilata welêt bû, dijî Cunta 12 Eylûlê li bakûrê welêt bû, ewî jî li ser rewşa bindestiyê û dijî sitemê gelek stiran belav kirin û ta dawiyê.   

Dilgeş heyîna hemû Kurdan e  

Dilgeş bixwe ne heyîna hêzeke siyasî ye, lê belê ew heyîna hemû Kurdan e û çewt e eger mirov ji goşeyeke teng li ser dîtinên hunermendan yên siyasî rawestin “Çep in, rast in, dîndar in, ne dîndar in yan ateîstin û ta dawiyê“. Her wesan çewt e eger mirov tenê pesnên wan jî bidin. Baştir dibe eger mirov li herdu aliyên hunermendan yên erênî û nerênî binêrin. Ango divê pesn û rexne li tenişta hev bin, ji ber ku hunermend bi giştî ne bi pesnan mezintir dibin û ne jî bi rexneyan kêmtir dibin.

Armanca wî

Ewî armancek hebû bo xilmeta stirana Kurdî û rêbaza wî tenê Kurdîtî bû û bes. Lewre ewî bê hember karê hunerî dikir û mixabin e ku ew her dem ji aliyê berpirsên hunerî û siyasî ve dihate jibîrkirin, lê stiranên wî ji bo evîn, azadî û serxwebûnê wek stêrên geş ta îro jî xuya ne.

Rexnên min

Min li ser hunermend Dilgeşî çend rexne hene û pêtivî ye ku binvîsim:

1-    Ewî li studyoyan bilez stiranên xwe tomar dikirin û li ser rastkirina çewtiyên xwe yên dengî ranediwesta, lewre dengê wî di çend stiranan de nerêk e (neşaz, çewt, muzîk û deng ne yek in)

2-    Ewî çend stiran tomar kirin ku mewdayên wan ji dengê wî firehtir bûn, lewre dengê wî nerêk dibû, wek miqama (Berxwedana li Mêrdînê li Bagokê) û ta dawiyê.

3-    Ewî wek stiranbêjên din yên Kurd çend awazên stiranbêjên din dubare dikirin, lê navên jêderan nedinvîsîn, wek stirana (Karker û gundî de rabin) ya ku ji stirana (Kewo spêdê bixwîne) hat wergirtin:

Stirana (Kewo spêdê bixwîne)

Helbes: Hafiz Mayî.

Deng: Gulbihar (Fatme Mihemmed).

Awaz: Ehmed Al-Xelîl.

Û ta dawiyê…

Hunermend Dilgeş ji 27-saliya xwe tûşî nexweşiya şêkir bû û ji ber nexweşiya xwe li Almanya di rêketa 11-3-2017´an de û li dehê şevê wexer kir. Ew di dilan de nemir e.

 


logo

Copyright ©2019 Basnews.com. All rights reserved