Kurd bûn yek, Kurdistana serbixwe tê!!!

06/05/2019 - 13:43 Kategori Raman

Piştî hilbijartina sala 2018an û heta niha em li bendê bûn ku hikumeta Kurdistanê li başûr bê damezrandin. Ev hukumet wê bi erk û berpirsiyariyeke nû ve ji bona kurdan di qada navneteweyî de karê ji bona ragihandina Kurdistanê bike.

Lê tu dibêje qey hemî derd, êş û kerasetên cîhanê li Kurdistanê ne. Ji roja kurd hatine perçekirin û heta niha dagirkeran li gel hevalbendên xwe nehiştine û nahêlin kurd serê xwe rakin.

Her çiqasî wan ev ne dixwestin jî, kurdan tu caran ji ber dijmin xwe ne tewandin û li hember hemî zilm, tade û êşkencên wan hatin.

Serî li ber dijminê har û xwînxwar ne tewandin, tekoşîna ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe ranewestandin. Vê tekoşîn û berxwedanê li ser rêbaza Barzaniyê nemir em li Başûrê Kurdistanê kirin dewlet.

Em bûne dewelet lê di nava xwe de man, ango tu dewletan bi awayekî fermî ev qebûl nekirin. Di ser de jî dagirkerên me ji bona vê hebûnê têk bibin, qet nesekînin û nasekinin.

Mesela derengmayîna hikumeta Kurdistanê yek jê jî dagirker bûn. Lê Barzanî bi sebr in û naxwazin êdî hacetên ji bona xerabkirina Kurdistanê bixe destên dagirgeran.

Ji ber vê bû piştî demeke dûr û dirêj, do 05.05.2019an PDK, YNK bi piştgiriya Goran li hev kirin û mizginiya damezrandina hikumetê dan.

Ev hukumet wê bi serokwezîrek nû, ciwan û çalak karê xwe bidomîne, serokwezîrê me yê nû dê bi projeyên nû li ser xeta kalê xwe ji bona damezrandina Kurdistaneke serbixe kar bike.Ez ji niha de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî pîroz dikim.

Niha wê hikumeta Kurdistanê ya nû bi hêztir be, ji ber ku serokwezêrî berê, rêzdar Nêçîrvan Barzanê dê bibe Serokê Herêma Kurdistanê. Cenabê wî bi salan hikumeta Kurdistanê bi rêve biriye. Ew niha xwediyê xwe û tecrubeyên hêja ne.

Ew dê êdî weke Serokê Herêma Kurdistanê ji bona ragihandina Kurdistaneke serbixwe, di qada navneteweyî de kar bike.Ez wî jî weke Serokê Kurdistanê pîroz dikim.

Helbet karê hikumetê û karê serokê nû dê bi tecrûbe û zanînên Serokê Kurdan bi rêzdar Mesud Barzanî bê xemilandin da ku kar rehettir bê meşandinê.

Êdî divê Kurd rehet bin. Erk, şert û mercên vê hikumetê wê ne weke yên berê be. Karê wê dê ewil wê ji bona damezrandina Kurdistaneke serbixwe be.

Wê kar bike da ku nakokiyên hene ji holê rake û êdî wê weke dewleta kurdî karê xwe çi di nava xwe de û çi di qada navneteweyî de bi rêve bibe.

Ez damezrandina hikumeta nû li gelê Kurdistanê pîroz dikim. Ji wê re serketinê dixwazim. Piştevaniya vê hukumeta li ser her Kurdekî ferz e ku bikin.

Vê helbesta xwe diyarî hikumeta nû dikim.

Pîroz be li gelê Kurdistanê

Em li benda vê yekê bûn
Ji ber ku ev bû hebûn
Kurd ji nû de zîndî û çalak bûn
Pîroz be hukumeta nû li gelê Kurdistanê

Êdî wê karê xwe bike ev hikumet 
Di qada navneteweyî de wê bibe dewlet
Yên vê nexwazin wê bibin bê rûmet
Pîroz be hukumeta nû li gelê Kurdistanê

Bi serket rêbaza Barzanî
Ji bona Kurdan kêf û şahî anî
Wê PDK, YNK û Goran bi hevre bibin kanî
Da ku li Kurdistanê bikin avadanî