Pêwîstiya Rojhilata Navîn bi tifaqên nû heye!

28/04/2019 - 14:17 Kategori Raman

Di Rojhilata Navîn de dawî li pirsgirêkan nayê. Mîna werîsekî ku girêkên kor, yek li ser a din bê girêdan; her girêkek, ku vedibe, yeka din dirdikeve ber me.

Li herêmê, divêtî bi çareseriyên radîkal heye. Divê ew siyaseta ku sedsale bi parastina “statukoya li Rojhilata Navîn” dimeşe, neşter lê bikeve û bê guhertin. Tifaqên nû, dewletên nû bên avakirin, ku aktorên nû di siyaseta herêmê de cihê xwe bigirin. Pêşî li kevnesiyaseta herêmê û aktorên herêmê bê girtin.

Sebeba pirsgirêk û şerê heyî, yek jê jî enerjiya herêmê bixwe ye. Bi pirsgirêk û tifaqên heyî, ev enerjî bi hêsanî nikare derbasî bazara cîhanê bibe. Ji ber ku aktorên herêmê (Tirkiye û Îran) li angora berjewendiyên xwe pêşî lê digirin. Ev jî ji hêzên kêmquwet yên herêmê û ji aktorên mezin yên cîhanê re asteng in.

Çima Neft û gaza Iraq û Başûrê Kurdistanê, di ser Başûrê Rojavayê Kurdistanê re nagihêje Bahra Spî û di ser Yewnanîstanê re nakeve bazara cîhanê?

Çima Başûrê Kurdistan û Iraq mehkûmê Tirkiye ne?

Tirkiye mihtacê nefta Îran e. Nefta Başûrê Kurdistan û Iraq di ser Tirkiye re digihêje bazara cîhanê. Ev jî rolekî dide Tirkiye ku, li ser dorpêça li ser Îran bibe xwedî gotin. Divê rêyek ji neft û gaza Iraq û Kurdistan re bê vekirin, ku Tirkiye li ser dorpêça ser Îran nebe xwedî rol. Ev rê jî, li ser esasên nû, avakirina tifaqek nû di navbera Îsraîl, Qibris, Yewnanîstan û herdû beşên Kurdistan de ye.

Ji ber vî rolê Tirkiye, li herêmê li angora pîlanên nû, Tirkiye xwedî hewlên nû xuya dike. Wek kirîna S-400an ji Rusiya, wek kirîna nefta Îran, wek avakirina “herêmek Ewle” li Sûriye.

Amerîka dikare çi bike ku ev qozên di destê Tirkiye de vala derkevin?

Yek ji van rêyan di herêmê de avakirina tifaqên nû ne. Tifaqên Amerîka û YA li herêmê kevin bûne û rolê wan zeîf ketiye û bêbandor manê. Divêtî bi dînamîzmek nû heye. Ev jî bi hewlên radîkal yên guhertinan re tê avakirin. Di herêmê de dînamîzmên nû kî ne?

Îsraîl, divê di siyaseta Rojhilata Nâvîn de û têkiliyên bi Kurdan re aktîf bibe. Hêza dûyem jî Qibris û Yewnanîstan e. Li hember demoralîzekirina Tirkiyê, divê Amerîka piştgiriyê bide Qibris û Yewnanîstanê jî.

Hêza din Kurd in. Di herêmê de Kurd, dînamîzmek nû û zînde ne. Ji 2014an û heta niha, têkiliyên Amerîka û hêzên Hevpeymanan bi Kurdan re di warekî aktîf de dimeş in. Li hember DAÎŞ Amerîka û Hêzên Hevpeymanan bi Kurdan re kar kirin. Serkevtinên mezin û hevpar tomar kirin. Vê hevkariyê weke tifaqeke nû, dînamîzmek derxist pêşberî me li herêmê. Têkiliyên Kurdan bi Îsraîl, Qibris û Yewnanîstanê re jî di asteke baş de ne. Amerîka û hêzên Hevpeymanan dikarin di vî warî de bibin pêşengên avakirina vê tifaqê li hember kiryarên Îran û Tirkiyê.

Ji ber ku berjewendiyên Îran û Tirkiyê di parastina statûkoya herêmê de ye. Bê ku ev statûko bê perçekirin, ne Îran û ne jî Tirkiye bipaşde gavan navêjin û zeîf nakevin.

Di çareserkirina pirsgirêkên Sûriye de nezelaliyek heye û ev her berdewam dike. Aktorên Opozîsyona Sûriye jitaqet ketin û bûn hêzên çekdar yên wekaleta şer. Ji van hêzan, wek opozisyonê, hêzeke siyasi, bibandor ku rola xwe bilîze dernakeve. Ev yek ji astengên pêşiya çareserkirina pirsgirêkan bi xwe ye. Ji ber ku îradeya wan hêzên îslamîst ketiye bin îpotekê û destê Tirkiye û Îranê xurt dike ev.

Tenê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê di destê Amerîka û hêzên Hevpeymanan de HSD û YPG maye. Ji ber piresa aktorên herêmê, Amerîka û Hêzên Hevpeymanan bi têkiliyên bi van herdû hêzan re metirsîdar tevdigerin. Ev jî ji ber tinebûna tifaqeke nû ye. Eger li hember Îran û Tirkiye gavên tifakeke nû li hember berjewendiyên van herdû aktorên herêmê bê honandin, wê pêşî li Tirkiye û Îranê bê girtin. Di vir de hin Amerîka û hin jî Hêzên Hevpeymanan aktîf tevnagerin û hîn bi “parastina statûkoya herêmê” tevdigerin. Ev jî çareserkirina pirsgirêkan her taloq dike û hewlên nû dernaxîne holê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dibêje; “ji bona ku Kurd li ser danûstendinên aşitiyê li masê rûnên emê rolê wan garantî bikin.”

Mixabin dema ku Tirkiye mudaxîl dibe, li Suriye, Amerîka bipaş de gavê davêje. Eynî pirsgirêk li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, di avakirina “Herêmek Ewle” de jî derdikeve ber me. Ji bona parastina beşek ji axa Kurdistanê, herêmek ewle di bin parastina Amerîka û Hêzên Hevpeymanan de, gavek pir girîng e. Tirkiye û Îran vê gavê asteng dikin. Di vir de Amerîka li hember Tirkiyê radîkal tevnagere. Ji ber ku hîn jî xwe deyndarê tifaqa bi Tirkiye re û endamtiya Tirkiye a bi NATO re dibîne. Ev jî asteng in ji gavên nû re.

Ji bona ku di herêmê de tifaqeke nû bê avakirin, divêtî bi başkirina têkiliyên Başûrê Kurdistan û Başûrê Rojavayê Kurdistanê heye. Bê ku ev têkilî di astek Kurd û Kurdistanî de bên avakirin, Kurd nikarin di tifaqek wilo de cîh bigirin. Ev jî bi du şertan re pêk tê.

Divê yekem; Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê di nav xwe de tifaqeke netewî ava bikin û xwe amadeyî têkiliyan bikin.

A duyem jî; ev eniya Kurd û Kurdistanî divê bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re têkeve tifaqeke netewî, ku bikaribe li ser stratejiya nû ya herêmê, di nav tifaqên nû de cîh bigire. Eger ev nebe, Kurd perçe perçe bimînin, şertên ku Kurd di nav tifaqên nû de bibin xwedî rol bidest nakeve.

Li ser têkiliyên Başûrê Rojavayê Kurdistan Fransa rolekî dilîze. Ji bona ku PYD û ENKS di eniyeke Kurd û netewî de bên cem hev, hinek danûstendinan dimeşîne, rolekî dilîze. Amerîka jî dikare ji bona nêzîkkirina desthilatdarên herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê rolekî bilîze.

Hin ev rolê Fransa û hin jî rolê Amerîka wê pêşî ji tifaqên nû re veke, ku Kurd jî wek hêzeke nû ya herêmê di nav vê tifaqê de cîh bigire û rolê xwe bilîze.