Serokê Komara Kurd Qazî Muhammed nemir e

01/04/2019 - 19:07 Kategori Raman

Ez bawer nakim ku li vê cihanê tu miletan, tu xelkan bi qasî kurdan, ji bona azadiya gelê xwe bedel dane. Bê hejmar cangoriyên vî miletî hene.

Bi sedan rêber, serok û pêşewanên wan hatin darvekirin. Bi hezaran kes û kesayetiyên vî miletî ji aliyê dagirkeran ve hatine wandakirin.

Lê dîsa jî ne bawerim tu miletan jî bi qasî miletê kurd berxwe dane, serî li hember zilma dagirkeran netewandine. Ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe her di nava tekoşînê de bûn û wê bibin.

Bi vê ked û xebatê bi rêbertî û serokatiya nemir Qazî Muhammed Komara Kurd li Rojhilat Kurdistanê di sala 1946an de hate damezrandinê ku paytexta wê Mahabad bû.

Belê hate damezrandin, lê wê demê ji bilî dagirkerên me hema bêjin hemî cihan dijminê kurdan bûn. Û di nava wan de yê sereke jî ew Sowyeta ku digot; ”Em mafê gelan diparêzin” bû.

Ji bona Komara Kurdistanê bê hilweşandin, çi ji destê wê Sowyetê hat, kirin heta ku ew komara dilê kurdan, hebûna kurdan bû, hilweşandin.

Serokê nemir Qazî Muhammed bi zanebûn û têgihiştina xwe, bi bîrewerî û cesareta xwe, bi tekoşîn û tekoşeriya xwe bo me kurdan Komara Kurdistanê damezrand.

Ji ber vê divê kurd tim wî û tekoşîna wî ya li hember dijmin bi bîr bînin. Pêşewa Qazî Muhammed yekem serokkomarê Kurdistanê bû.

Lê piştî cîhan li ser serê kurdan bûne agir, bi alîkarî û piştevaniya Rusan û hin dewletên din, komara kurd piştî salekê hate hilweşandin.

Piştî hilweşandina komara Kurd, li Kurdistanê ji nûde, kuştinê, talanê, wêraniyê, malxerabî û hilweşandinê destpê kir.

Kurdistana şêrîn kirin weke warê bê kesan, rêber û berpirsên kurdan yek bi yek girtin û darvekirin, kuştin û wenda kirin.

Ji bona dagirker bi temamî miletê kurd tune neke, Kurdistanê bi temamî wêran û xerabe neke, Pêşewa Qazî Muhammed mecbûr ma ku xwe ji bona gelê xwe, ji bona welatê xwe, xwe kir cangorî.

Wî jî baş dizanîbû ku heger ew xwe radestê dijminê bê bext bike wê wî bi darve bike. Li gor vê zanebûnê jî ji bona parastina miletê xwe, axa welatê xwe, xwe kire cangorî.

Divê hemî kurd xwedî li tekoşîna nemir Qazî Muhammed derkevin, wî di dilê xwe de bi cih bikin, ji bona tekoşeriya wî spasdarî wî bin.

Belê dijminê me baş dizanin ku miletê kurd girêdayî serok û rêberên xwe ne. Çi dema ew serok û rêber bêne kuştin, darvekirn, wendakirin, weke milet jî kurd ji qudûm dikevin.

Ji ber vê bû dagirkerên îranê her xwestin ku Qazî xwe radestê wan bike, da ku wî darve bikin û tekoşîna gelê kurd bitemirînin. Her weha jî bû. Lê wê temirandinê wê bêdengiyê heta heta nedomand. Ew bêdengî bi teqandina gulleya ewil ya Şoreşa Îlonê ku li Başûrê Kurdistanî hate rakirin û kurd ji nûde li hemî perçan zîndî bûn.

Niha neviyên nemir Qazî dixwazin û xebatê dikin ku  wê ala wî rakiribû, hilgirin wê nexin erdê, berxwe didin û wê bidin heta wê daxwaza pêşewa ya Kurdistaneke azad û serbixwe damezrînin.

Ez nemir Qazî Muhammed, pêşewayê gelê kurd, bi bîr tînim, serê xwe li ber tekoşeriya wî ditewînim û ji neviyên wî yên niha li ser rêya wî, ji bona azadiya Kurdistanê berxwe didin û şerê azadiya Kurdistanê didin, ez jî serketinê dixwazim.

Belê nemir Qazî Muhammed û rêhevalên wî Seyfî Qazî û Sadrî Qazî piştî dadgeheke nehuqûqî di roja 31.03.1947an de li Meydana Çarçirayê hatin darvekirinê. Lê ew û hemî hevalên wî di dilê her kurdekî de dijîn û wê bijîn.