Barzanî nakevin, her li ser xwe ne!!!

20/03/2019 - 19:53 Kategori Raman

Di dîroka kurdistanê de bi giştî mirov û mirovahiyî dîtin û dibînin ku di vê dîrokê de Barzaniyan rol û erkekî çawa lîstine û dilîzîn.

Piraniya Kurdan şahîdê wê yekê ne ku dema Barzaniyan dest bi şerê azadiyê ji bona kurdistanê, li hembr dagirkeran da û heta niha ew hê jî di nava wî şer û pevçûnê dene.

Yekem car Barzaniyan kurd kirin xwedî destûr, bername û rêbazekê. Dema miletek şerê azadiya gelê xwe bide û vana ango destûr, bername û rêbaz hebe ew miletek, ew xelk dê rojekê bighêja azadiya xwe û welatê xwe ê serbixwe.

Ji ber vê helwesta Barzaniyan bû ku her çar dagirkerên me ji bona wan biqedîne, tune bike çi ji wan hatine ew kirine.Lê wê quwet û hêza wan têr wê yekê nekir û nake ku ew Barzaniyanb biqedîne.

Di tekoşîna azadiya kurdistanê de em dibînin hemî Barzanî weke pêşmêrge û di nava pêşmêrgê xwe de, ew tekoşîn ew berxwedan dane û didin.

Çi dema Barzanî di tekoşîna gelê xwe de qels, ketine, lawaz bûne,an hin der wendakiribin ku ji bona rabûneke xurtir, tekoşîneke berztir her lê xebitîne û bi ser jî ketine.

Wan bi vê cahd û helwestên xwe, dagirker şaş kirine, tirsandine. Lewra jî tim her çar dagirkerên me û hevalbendên wan bi hevre xebat kirine ku Barzaniyan bi tamamî ji holê rakin û tune bikin.

Di vê tekoşîna dûr û dirêj de me dît ku piştî azadiya başûrê kurdistan di 16.cothema 2017an vê carê hin kurdên ji welatê xwe haz nakin û li gel dijminê gelê me kar dikin, ii gor gotina dagirkeran û bi destê wan xwestin kurdistanê têk bibin.

Ji bona têk jî bibin çi ji wan hat texsîr nekirin, lê bi ser neketin. Ji ber ku kurdên bû bûn xwedî welatê xwe, kurdên fêrî azadiyê bû bûn û bi taybetî jî Barzaniya li gor destûr û rêbaza nemir, bi awayekî aqilane pêşî li wê bûyerê girtin.

Piştî demekê bê dengiya Barzaniyan weke hercar dîsa rabûn ser xwe, dest bi kar û xebatê kirin. Hêdî hêdî kurd li hev ragirtin da ku ew azadî ji dest nere û bi ser jî ketin.

Dîsa bi saya tevgera wan, welat ji xetereke herî mezin hate azadkirin. Kar û xebatê bê westan domand.

Îro em dîsa dîbînin ku deweltên mezin û hevalbendên xwe, berê xwe berbi başûrê kurdistanê vekirine. Hin dixwazin kar bikin, hinan şîrketên xwe, dem û dezgehên xwe li vir vekirin.

Ev mizginiya Kurdistaneke serbixwe ye. Ewrûpî û Emerîka cihê lê ne bawer û ewle bin, li wan derana dezgehên xwe, şîrket ango kompaniyên xwe li wir venakin. Vekirina wan ya niha dide zanîn ku di demeke kurd de kurdistan dibe welatekî serbixwe.

Di demeke nêzîk de em ê bibînin ku ala kurdistanên di nava alên cîhanê de wê bê hildan û kil bibe.

Ya girîng ew ku divê em kurd jî bi helwestên xwe yên neteweyî ji Barzaniyan re bibin alîkar da ku ew ji bona me kurdistaneke serbixwe ragihînin.

Têbinî: Newroza we tevan pîroz be. Bi hêviya ku em ê êdî weke kurd newroza xwe li welatê xwe bi awayekî azad û serbest di kurdistana serbixwe de pîroz bikin.