Wey tu her hebî Serok Mesûd Barzanî

04/03/2019 - 23:16 Kategori Raman

Bûbê Eser

Li vê cihana ku em li ser erda wê dijîn, nabe qisemetê her miletan ku serokekî bi rastî li gor berjewendiya wan, li gor hebûna wan, li gor ziman û adetên wan, wan bi rêve bibe.

Îro em dibînin ku her çiqasî kurd nebûne xwedî dewleteke serbixwe jî, hebûna îro ya li başûrê kurdistanê ji bona me kurdan deweleke serbixwe ye. Lê dîsa em xwedî serokekî weha ne ku ew dikare li gor berjewendiya kurdan tevbigere…

Ev dewelet, ev hebûn, li ser rêbaza Barzaniyê nemir, roj bi roj bi pêş dikeve, aramî û rehetiyê ji bona me hemî kurdan tîne. Bi saya vê hebûnê em kurd li seranserê cîhanê bi hevdu re hatine girêdanê ji ber ku ev di fêda me tevan de ye. Vê hebûnê em kurd fêr kirine ku êdî berjewendiya kurdan yek e û divê herkes ji bona vê yekê kar û xebatê bike.

Kar û xebat jî li gor rê û rêbazeke tê meşandinê. Welatê bê felsefe, xelkê ne xwedî rê û rêbazekê bin, ew weke pezê bi şivan bin.

Lê bi rastî jî hemî kurd îro xwedî şanseke mezin e ku serokekî weke kurê Barzaniyê mezin, li ser rê û rêbaza wî karê ji bona ragihandina dewleteke kurdî ya serbixwe dike ye. Ew jî serok Mesud Barzaniy e.

Çima?

Heger îro em kurd ne xwedî serokekî weke rêzdar Mesûd Barzanî bana hûn bawer bikin wê li başûrê kurdistanê bi taybetî û bi giştî jî wê kurd ji nakokiyên nava xwe, ji berjewendiyên şexsî dûr neketibana.

Îro hemî serêşî, problem û sergêjiya hin li kurdistana azad dikin jî, lê pêşî li vê girtin bi saya fikir, raman û dîtinên rêzdar Mesud Barzanî têne çareserkirin. Ew baş fêr bûye ku kurd çiqasî nêzîkî hev bibin, ewqasî nêzîkî serxwebûnê jî dibin. Hemî hewldan kar û xebatên wî yên îro li ser vê xetê ye.

Ev xet jî xeteke neteweyî ye ku fêda hemî kurdan tê de heye. Bi salan e ku dijminên me, dagirkerên me, xwefiroş û cahşên me her xebat kirine ku kurd nebin yek, her berxwe dane û didin ku kurd nebin xwedî dewlet.

Lê em dibînin yên îro ê van plan û projeyên dijmin têk dibin tenha Barzanî ne. Ji ber ku ew li gor rêbaza Barzaniyê nemir tevdigerin. Ew rêbaz jî, tim rêya neteweyî, berjewendiyê gel daya pêşiya xelkê xwe.

Heger em dîroka Barzaniyan carekê din û ji nûde  berçav bikin, em ê bînin bê dijminê wan çiqas bûne. Dijminê wan ne tenê dagirker bûne. Yên herî sereke wan kurdên cahş û xwe firoş bûn. Lê dîsa jî Barzaniyan li hember wan hemiyan tekoşîna gelê xwe li ser xeta neteweyî dane, dide wê bidin heta ku Kurdistaneke serbixwe ragihînin.

Ji ber vana ye ku dive hemî kurd niha fêr bibin û bizanibin bê Barzaniyan ji bona wan, ji bona gelê xwe çi kirine û dikin. Di nava van karan de jî em îro xwedî serokekî bi rastî jî li ser xeta bavê xwe û li gor rêbaza wî tevdigere heye ku ew jî serok Mesud Barzanî ye.

Çima hûn dizanin?

Ji ber ku gelek astengî, problem êş û azarên ku kurdan qet texmîn nedikirin ku wê bêna çareserkirin serok Barzanî bi wê nermbûna xwe, bi wê helwesta xwe ya neteweyî hemî hal kiriye,dike û wê hê jî bike.

Niha jî nêzîbûna YNK û PDK ku bi hevre protokolek bi Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê giştî ê YNKê Kusret Resûl rêkeftin hate îmzekirin ku evê kêfa kurdan û hirsa dijminan bîne û anî ye. Her çiqasî dijmin têdikoşin ku nakoyiyên nava kurdan xurt bike, lê Barzanî jî her lê dixebite nakoikiyên nava kurdan kêm bike û dike.

Min çend caran gotiye û nivîsiye jî, niha dîsa dibêjim; divê kurd kêfxweş bibin ku hemî Barzanî û bi taybetî jî rêzdar Mesud Barzanî hene. Li ser destê wan, li gor rêbaza Barzaniyê nemir em kurd dibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe.

Hin serok hene ku dewleta xwe ya heyî têk dibe, hin serok jî hene, ji bona dewleta xwe ragihîne kar û xebatê dike.